Li Qamişloyê Festîvala Genim a salane hat lidarxistin

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi çandiniya genim navdar e, bi pêşengiya gelek saziyan cara ewil Festîvala Genim hat lidarxistin. Di festîvalê de keda jinan û mijarên parastina çandê derketin pêş.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Herêma Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê ku bi çandiniya genim navdar e bi dehan salan e çavkaniya xwarina sereke û debarê ye. Bi saya erdên xwe yên berhemdar û deştên xwe yên fireh, Cizîra Rojavayê Kurdistanê; wekî çavkaniya genim hatiye nasîn. Ji bo bi hezaran cotkaran riya kar û xebat û debara jiyanê ye, roleke girîng di piştgiriya hilberîna xwarinê û pêşvebirina pêşketina çandiniyê ya domdar de dilîze.

Navenda Lêkolînên Çandiniyê yên Zanistî ji bo Afrînerî û Ciyewaziya Festîvala Genim a salane li Stadyûma 12`ê Adarê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Bernameya festîvala huner û çandê ji govend û stranan pêk tê.  Her wiha beşdaran bi bernameyên hunerî û nêrînên zanistî coşek mezin da qadê. Di dawiya festîvalê de wê Hozan Comert û Berbang Hilat bi stranên xwe beşdarî festîvalê bibin.

Beşdarên ku tevlî festîvalê bûne nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Rêvebera Hîlala Zêrîn Rûken Ehmed ku di heman demê de yek ji kesên beşdarî festîvala genim bûne ye, têkildarî festîvala genim axivî û wiha got: “Wekî qada çandê, genim ji çandiniyê û ji keda destên jinan hatiye. Her wiha genim mîrasê ku jinan ji serdema Kevana Zêrîn ve parastine û heta îro li Rojavayê Kurdistanê û cîhanê mayînde bûye ye. Erka me ew e ku em wê çandê biparêzin û bikin malê şoreşê.”   

Festîvalek bi vî rengî cara yekemîn tê lidarxistin

Rûken Ehmed anî ziman ku wê ev festîval rojek berdewam bike û wiha pê de çû: “Herêma Cizîrê bi çandiniya genim tê nasîn, festîvalek bi vî rengî cara yekemîn tê lidarxistin û wê rojek berdewam bike. Ev festîval bi pêşengiya Navenda Lêkolînên Çandiniyê yên Zanistî, sazî û tevgerên jinan, şaredarî, Kongreya Îslama demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM, Zanîngeha Rojava û kesên ku bi çanda herêmê re têkiliya wan heye hatiye lidarxistin.”  

Komek dayîk bi tabloyekî folklorî wê dîlan û staranan pêşkêş bikin   

Rûken Ehmed destnîşan kir ku beşeke hunerî ya vê festîvalê heye û wiha domand: “Festîvalek ku bi vî rengî were lidarxistin, helbet gere beşek wî ya hunerî jî hebe. Li ser vê bingehê komek ji dayîkan bi tabloyeke folklorî wê dîlan û staranan pêşkêş bikin.”  

Em bi genimê xwe navdar in    

Rûken Ehmed da zanîn ku herêma Cizîrê bi genimê xwe tê nasîn û wiha bilêv kir: “Daxwaza me ew e ku festîval salane were lidarxistin û ji bo pêşxistina çanda herêmê mayînde bibe. Pêwîst e her tiştê ku ji genim tê çêkirin wekî çanda herêmê em pêşkêş bikin. Em bi genimê xwe navdar in. Bi salan e her kes bi genim debara xwe ya aborî dike.”  

Xwendekara Zanîngeha Rojava ya beşa çandiniyê Lorîn Derwîş anî ziman ku ew jî wekî xwendekarên beşa çandiniyê beşdarî vê festîvalê bûne û wiha got: “Armanca me ew e em ji gel û hemû kesên derdora xwe re sedemên hemû nexweşî û êşên ji genim çêdibin diyar bikin. Her wiha em bi hev re li ser rêbazên çareseriyê bisekinin. Di heman demê de me hinek têgehên teorîk û pratîkî li vir pêşkêş kirin.”