Li Qamişloyê 1’emîn Festîvala Şanoya Zarokan
1’emîn Festîvala Şanoya Zarokan, di bin diruşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e’ ku bi organîzasyona Tevgera Hîlala Zêrîn, Tev Çand û Şano Çiya hatiye amadekirin, li bajarê Qamişloyê destpê kir. Armanca festîvalê, pêşkêşkirina jêhatiyên zarokan e.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Yek ji girîngtirîn qadên ku zarokek tê de xeyal û şiyanên afirîner peyda dikin, qada çand û hûnerê ye. Ew her wiha dibe alîkar ku baweriya xwe bi xwe zêde bike, nirxên ragihandin û hevkariyê ava bike û wan dike beşek girîng ji avakirina nifşekî hişmend û afirîner. Tevgera Hîlala Zêrîn, Tev Çand û Şanoya Çiya jî, tevkarî didin vê qadê û hewl didin ku zarok jêhatiyên xwe nîşan bidin. Van her sê saziyan, bi vê armancê, yekemîn Festîvala Şano ya Zarokan di bin dirûşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e” de, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê lidar xistin. Wê bernameya Festîvalê ku îro dest pê kir, du rojan bidome. Di festîvalê de gelek berhemên çandî û hûnerî ji aliyê zarokên Rojavayê Kurdistanê ve tên pêşandan.
Têkildarî bernameya Festîvala Şano ya Zarokan, Endama Komîteya Amadekar a Şano Zîlan Mecîd diyar kir ku ji bo lidarxistina vê festîvalê zarok gelek kêfxweş in.
‘Ji ber lidarxistina festîvalê zarok pir bi heyecan in’
Zîlan Mecîd da zanîn ku ev nêzî 3 mehan e amadekarî ji bo şanoyê tê kirin, her wiha komîteyên amadekar gelek nîqaş, kar û xebat ji vê şanoyê re pêşkêş kirin û wiha got: “Ev festîval bi pêşengtiya şanoya Hêvî, Tevgera Çand û Hûnera Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn û bi diruşmeya “Şano bi zimanê dayîkê xweş e” tê lidarxistin. Li tevahiya cîhanê şano heye, lê belê ji ber sîstema rêjîma Baasê ya desthilatdar, axaftina bi zimanê dayîkê qedexe her wiha ne pêkan bû. Lewma jî, ne pêkan bû ku şano bi zimanê Kurdî bên lidarxistin. Zarokan gelek heyecan girtine, ji ber ku festîval tê lidarxistin. Zarok her û her dixwazin lîstokên xwe pêşkêş bikin.”
'Komên şanoyê ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê tevlî bûne'
Zîlan Mecîd diyar kir ku ev festîval li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê heye û tê li darxistin, lê di vê demê de li Rojavayê Kurdistanê tê pêşkêşkirin. Zîlan Mecîd der barê festîvalê de ev agahî dan: “Heman festîvalê li bajarê Kobanê jî wê bê lidarxistin. Sûriye û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê bi siyasetek pir zehmet re rû bi rû dimîne û di pêvajoyek dijwar re derbas dibe. Lê belê tevî hemû rewşên zehmet, gelek zarok kom bûn û bi moralek bilind beşdarî amadekariyên şanoyê bûn, ev jî serkeftinek e. Wê ev festîval du rojan dewam bike. Komên şanoyê ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê tevlî bûne, di heman demê de komek ji pêkhateyên Ermen jî, wê bi ziman û çanda xwe şanoya xwe pêşkêş bikin.”
‘Deriyê şanoyê ji herkesî re vekirî ye’
Zîlan Mecîd têkildarî armanca wan a ji lidarxistina vê şanoyê axivî û wiha pê de çû: “Armanc ji kombûna zarokan ew e ku zarok jîr û jêhatiyên xwe derxînin, her wiha kesayeta xwe bikaribin bi xwe îfade bikin. Di heman demê de şano dibe wesîleyek ku zarok bi awayekî komînal bi hev re kar bikin. Her wiha ji bo ku zarok li ser çanda xwe mezin bibin, bi zimanê xwe fêrî şanoya Kurdî bibin. Banga min ew e ku her kes zarokên xwe bîne da ku temaşeyî şanoyê bikin û her zarokek ku dixwaze bê tevlî şanoyê bibe. Deriyê şanoyê ji her kesî re vekirî ye.”
Bernameya Roja yekem a Festîvalê: Orkestraya Zarokan a Rojava bi jenîna tembûr, gîtar, org, def, bilûr, çelo stranên “Ey Hevala Evîndar”, “Haylê Dînê”, “Canê Canê” strîn. Piştî wê koma defê hinek rîtim pêşkêş kirin.
Zarokên Pargîn ên Koma dengbêjiyê, bi cil û bergên Kurdî yên herêma Koçeratan, ji folklora Kurdî payîzok û dengbêjî gotin.
Koma Şehîd Feraşîn a Şanoyê şanoya “Mişk û Şêr”, Koma Baronyan şanoya “Bîra Bi Sêhr û Gencîneya Sozdayî”, Koma Şehîd Şiyar “Dadwerê Biçûk”, Koma Hîlala Zêrîn a Gundê Girbawî şanoya “Belek û Reşbelek” pêşkêş kir.
Roja duyemîn dê îro demjimêr 17.00’an dest pê bike. Koma Şehîd Erdal a Şano ya Navenda Çand û Hunera Dîcle, Koma Feraşîn a Şano ya Hîlala Zêrîn, Koma Yekpar a Şano, Zarokên Pargîn a govendê, Koma Avzem a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil dê berhemên xwe pêşkêş bikin.
Ev 3’ê meh in ev kom perwerdeya xwe dibînin û dê ev şano li bajarê Kobanê jî bê lidarxistin.