Li Qamişlo roja cil û bergên Kurdî hat pîroz kirin

Bi boneya roja cil û bergên Kurdî, Komîna Roj a govendê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk li bajarê Qamişlo cil û bergên kurdî pêşkêş kirin.

Qamişlo – Di çanda her neteweyekê da cilên gelerî sembola serbilindiyê ye. Di nav Kurdan de ji bo zindîkirina cil û bergên kurdî yên ku yek ji sembolên Kurdan tê nasîn û qebûlkirin, her sal roja 10'ê Adarê wekî roja cil û bergên kurdî tê pîrozkirin. Ji bo vê roja taybet gelek kes şûna cilên normal, cil û bergên kurdî li xwe dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî her ku diçe çanda cil û bergên kurdî zindî dibe, bi taybet jin bi cil û bergên kurdî dijîn û kar dikin. Her sal 10'ê Adarê carek din bi çand û hunerê tê zindî kirin û bi rengê şahiyê jin û xortên kurdan cilên gelerî li bejna xwe dikin. 

Bi boneya roja cil û bergên kurdî, Komîna Roj a govendê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cil û bergên kurdî pêşkêş kirin. Di pêşandanê de bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo amade bûn. Pêşandan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. 15 jin û 15 mêr bi cil û bergên kurdî yên filiklorî bi dorê derketin pêşberî tmaşevanan.

Çand, dîrok û nasnameye

Di derbarê roja cil û bergên kurdî de, Endama Koma Muzîkê ya Sakîne Cansiz, Roksen Şemdîn Roj vê rojê bi bîr anî û hestên xwe bi van gotinan parve kir: "Ji bo 10'ê Adarê em nêzî du mehin amadekarî dikin. Em wek kevneşopî her sal bi boneya vê rojê pêşandanên cil û bergên kurdî li dar dixînin. Di nava vê pêşandanê de cilên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tên pêşkêş kirin. Ji ber pergala kapîtalîzîm pir kes ji cil û bergên xwe şerim dike, bi vê pêşandanê me xwest ku ew şerimê ji holê rabikin û herkes bi rastiya xwe serbilind be. Cil û bergên kurdî dîrok, çand û nasnameya gelan dide diyarkirin, loma em bi van çalakiyan çand û dîroka xwe diparêzin."