Li Qamişlo Mîhrîcana 9’emîn ya Çîroka Kurdî hat li darxistin
Li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê Mîhrîcana 9’emîn ya Çîroka Kurdî li darxist.
Qamişlo- Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “ Çîrok bîranîna gelan e” 9’emîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî ku 5 rojan wê berdewam bike lidarxist. Dê mîhrîcan li parka xwendinê bi xwendina 35 çîrokên Kurdî berdevam bike. li dardixin. Mîhrîcan bi tevlîbûna nivîskarên Kurd, Rêveberiya Xweser û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpêkir.
Di destpêkê de Hevseroka Desteya Çandê, Firyal Çolî derbarê Mihrîcanê de axivî û got: “Piştî Şoreşa Rojava gelek derfetên curbecur ji jinan re hat afirandin ku di her qadan de cihê xwe girtin û bûn xwedî îrade. Di roja me ya îro de, em dibînim ku jinên nivîskar bi pênûsa xwe hest, êş û azarên gelê xwe ji cîhanê re didin diyarkirin. Em vê mîhrîcanê li tavahî jinên nivîskarên Kurd pîroz dikin.”
Piştre çîrok ji aliyê nivîskar Vejîna Kurda bi navê Pelîn û Nivîskar û çîroka bi navê Pisîka çav du rengî jî ji aliyê Lojîn El-Hesen hat xwendin. Paşê Hunermend Ferec Derwîş çend stran pêşkêş kirin.
Mîhrîcan di roja yekemîn bi xwendina çîrokan bi dawî bû.