Li Qamişlo hefteya hunerî dest pê kir

Li Qamişlo çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ya ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatiye birêxistinkirin bi dirûşma “Bi çanda Hîlala Zêrîn û bi hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” dest pê kir. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fewaza Mihemed da zanîn ku ew ê rê nedin dijminan destdirêjiyê li ser çanda wan a resen bikin.

 
EBÎR MIHEMED
Qamişlo - Bi dirûşma “Bi çanda Hîlala Zêrîn û bi hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê ve hatin destpêkirin. Çalakî li parka Helebçe ya li taxa Kornîş li Qamişlo bi tevlibûna bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Cihê çalakiyê bi alavên çandî û folklorî hatibû xemilandin. Di çalakiyê de wê komên stranan berhemên xwe ji stranên gelêrî ji gel re pêşkêş bikin her wiha dê ev çalakî heya 10 rojan berdewam bikin. Têkildarî armancên çalakiyê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê Fewaza Mihemed ji me re axivî.
“Em ê çanda xwe ji helandinê biparêzin”
Fewaza diyar kir ku armanca wan ji van çalakiyan ew e gelê herêmê her di nav zindîkirina çanda xwe de bin û wiha got: “Me li hemû bajarên Herêma Cizîrê dest bi van çalakiyên çandî û hunerî kirine. Em hewl didin bi van çalakiyan moralê gelê xwe bilind bikin û hinekî barê şer û êrîşan ji ser milên wan bavêjin. Ya din jî em dixwazin gelê me her di nava zindîkirina çandê de be û çanda me ya ku detdirêjî li ser hatibû kirin em vegerînin koka wê ya rast.  Em van erkên pîroz didin ser milên xwe û bi coşeke mezin derbasî nava civakê dibin. Di vê hefteya hunerî de, wê çalakiyên hunerî tê de werin lidarxistin, komên ku beşdar jî bibin wê berhemên xwe yên candî û hunerî ji civakê re pêşkêş bikin. Em bi hêvî ne gelê me demên xweş û geş bi me re derbas bike.”
Jina bi navê Dalya Elî ji bajarê Qamişlo beşdarî şahiya çalakiyê bûye, kêfxweşiya xwe der barê vê yekê de anî ziman û ev tişt got: “Em pir kêfxweş in ku îro çand û hunera me van çalakiyan li dar dixe. Ji bo çand, ziman û nasnameya me neyê windakirin pêwîst e her ev çalakî bên birêxistinkirin. Em ê çanda xwe ji helandinê biparêzin.”