Li Qamişlo 5’emîn pêşengeha Hunera şêwekariyê hate vekirin

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Hemerengiya me jêdera bedawî û hêza me ye, bi hev re em ê hunerê bikin buhara dilan” 5’emîn pêşengeha Hunera şêwekariyê li bajarê Qamişlo vekir.

 
Qamişlo –Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariya Komîteya Çandê ya bajarêTebqayê 3’emîn Komxebata Rojava ya Hunera şêwekariyê di 6’ê Gulanê de bi dirûşmeya“Pir rengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye.. bi hev re em hunerê bikin buhara dilan” li dar xistibûn. Di vê komxebatê de biryar hate girtin di 18’ê meha Gulanê de 5’emîn Pêşengeha Hunera şêwekariyê bi dirûşmeya “Hemerengiya me jêdera bedawî û hêza me ye, bi hevre em ê hunerê bikin buhara dilan” li bajarê qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê çêkirin.  
Ev pêşengeh îro li navenda Mihmed şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo hate li darxistin û dê heya 21’ê Gulanê bidome, dê her roj ji saet 9’ê sibehê heya 9’ê êvarê pêşengeh vekirî be. Di pêşengehê de 128 şêwekar bi berhemên tabloyên xwe beşdar bûne, her wiha şêniyên bajarê Qamişlo jî tevlî pêşengehê bûn. Pêşengeh ji aliyê dayika şehîdan Elîf Şêqember hate vekirin. Piraniya tabloyên pêşengehê destnîşanî jiyan, ked û têkoşîn jinan dike, her wiha aliyê wê yê din jî destnîşanî êşa koçberiyê dike. 
Huner nameya aşîtiyê ye
Cîgera Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de Endama Komîteya Amadekar ya pêşengeha şêwekariyê Ronahî Hesen der barê armanca vekirina Pêşengehê wiha nêrîna xwe bi mere parve kir: “ Ji meha Sibatê de me amadekariyê 3’ê yemîn Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê dikir û di 6’ê meha Gulanê de li bajarê Tebqa hate li dar xistin. Ji nav biryarên komxebatê ew bû pêşengeheke ji berhemên şêwekaran li bajarê Qamişlo were vekirin. Di pêşengehê de şêwekar bi tevlîbûneke xurt beşdar bûn û berhemên xwe pêşkêşkirin. Armanca me ya sereke ji vekirina vê pêşengê, ew e em şêwekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bikin, da çanda xwe bi hev re parve bikin. Her şêwekarek jiyana xwe di riya tabloyan re ji raya giştî re parve dike.  Di sala 2019’an de me pilan kiribû 3’êyemîn komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê li Efrînê li dar bixin, lê ji ber dagirkirna Herêma Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve me li Tebqayê li dar xist. Wê di pêşengehê de çalakiyên weke dayina semînerên girêdayî hunera şêwekariyê werin pêşkêşkirin. Ez serkeftinê ji hemû beşdarvanan re dixwazim, em ê di dawiyê de spasnameyan li şêwekaran belav bikin.”