Li Misrê rê nayê dayîn jin hunera xwe ya stranbêjiyê bi pêş bixin
Zanîngeha Ain Shams di lêkolînekê de balê dikşîne ser newekheviya zayendî ya di warê gotina stranan de û hişyarî dide ku divê jin bikarin di hunera stranbêjiyê de xwe bi pêş bixin.
ÎNAS KEMAL
Misir- Teza doktorayê ya li ser rolên zayenda civakî bi stranên ciwan û populer tê pêşkêşkirin. Di warê stranan de newekheviya zayendî heye û ji ber bandora wê ya eşkere û dîtinên civakê yên serdest pêvajoya guherîna civakî dijwar dibe.
Mai Mohamed Ahmed El-Sayed lêkolînera karûbarên femînîst û xwendekara Zanîngeha Ain Shams teza xwe ya doktorayê li ser rola civakî ya di navbera mêr û jinan de bi stranên ciwan û populer ên ku ji hêla xortan ve tên guhdarîkirin pêşkêş kir.
Lêkolîner û xwendekara zanîngehê, Mai Mohemed bi teza xwe dixwaze peyam bide, der barê peyama teza xwe de ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku di nav wêneyên dadperwer ên di navbera mêr û jinan de, berê rêjeyek mezin stranên ciwanan hebûn û piştre stranên gelêrî tên, piştre jî stranên popîler ên serdest, niha jî stranên ciwanan ên serdest di rêza sêyemîn de tên û di dawiyê de stranên gelêrî yên serbixwe tên.
Di encamên herî berbiçav ên lêkolînê de diyar bû ku ciwan bi hişmendiya rexnegirî li stranan dinêrin. Wê di warê vegotina newekhev a zayendî ya ku bi riya stranan tê pêşkêşkirin hişyarî kir û da zanîn ku ne ji ber bandora wê ya zelal, ji ber ku ew dîtinên civakê yên serdest in û pêvajoya guherîna civakî dijwar dikin pêşkêş dike.
“Hebûna jinan di stranbêjiyê de xurt e”
Lêkolîner Mai Mohamed teza xwe ya ji Fakulteya Xwendekarî û Zarokatiyê, Beşa Medyayê ya li Zanîngeha Ain Shams re şand, wekî lêkolînek zayendparêziya medyayê destnîşan dike ku ji ber girîngiya van hewce dike ku mirov li vegotinên medyayê yên ku di stran yan dramayan de tên pêşkêşkirin, binêre û wiha got: “Hebûna jinan çi di stranên ciwanan de çi jî di stranên gelêrî de be xurt e. Di ya yekem de, stêrkên mezin ên wekî Samira Said, Asala Nasri û Angham hene, di strana gelêrî de, Bossi, Hoda û Amina hene ku her yek ji wan dengek xwe yê cuda heye. Ji bo stranên gelêrî yên serbixwe jî wek ‘Al-Tarab’ û festîval, piştî şoreşa Çileya 2011’an û heya niha domiya û riyek wê ya cuda heye. Ev reng ji serî heya dawiyê ji hêla mêran ve tê kontrolkirin. Hunera stranbêjiyê li deverên cografî yên paşverû, ji bo jinan zor e loma jî hejmara wan ji mêran gelek kêmtir e. Ji ber ku mêr dikaribûn saetên dirêj şiyar bimînin û biçin wan derverên ku dikarin stranên xwe tê de tomar bikin û hilberînin. Vê yekê jî cih nade jinên ku ji bo dema xwe ya li derveyî malê tên muhasebekirin, ji ber ku gelek stranbêjên ji aliyê bav û birayên xwe ve jin rastî şîdetê dihatin ev jî dibû sedem ku konser bên paşxistin.”
Mai Mohamed bal dikşîne ku jin di celebên hunerê de ji ber rola xwe ya civakî tên cezakirin û dibêje: “Ji ber hebûna jinan di warê hilberandina rengê stranan di festîvalan de tê wê wateyê ku jin wê li devera ku lê niştecih bûne bên stigmatîzekirin. Kêmbûna jinan di celebên hunerê de ew e ku rap û Al-Tarab ji dengek qelew û xurt tê û di civaka Misrê de ji bo jinên ku dengek wan an taybetmendiyên wan ên xurt hene nayê qebûlkirin û her tim hebûna wan li hemberî stranên gelemperî yên gelêrî kême.”
“Divê stranbêj xwedî cêyawaziyek çandî bin”
Mamosteyê Beşa Perwerdeya Muzîkê ya Fakulteya Perwerdeya Taybet, Zanîngeha Qahîreyê, Xalid Hesen Ebbas der barê peyama bi riya stranan wiha got: “Peyam hêja ye û sûdê dide lêkolînên zanistî. Ew lêkolînek rexnegirî ye ku tê de lêkolîner rêbaza zanistî şopandiye da ku rewşa stranê di serdema heyî de bixwîne û şêwaza stranbêjiyê û bingehên ku strana heyî li ser hatiye çêkirin vedibêje. Ev peyam wê badora xwe li civakê bike. Divê stranbêj xwedî cêyawaziyek çandî be ango bi yek şêwaz û yek rengî be.”
Li Misirê malbatan di navbera zarokên xwe yên kur û keç de mercên adil ava nekirine
Yek ji encamên herî girîng ew e ku stranan serdestiya malbat û jiyanê li ser jinan ji sedî 2.2 diyar kirine, rêza rolên zayenda jinan ji ya mêran cudatir e û di stranan de dubare bûne. Ya yekem ji wan ji sedî 64,3 rola hilberînê bû, ya duyemîn ji sedî 32,1 rola hilberîner bû û ya sêyemîn ji sedî 10,5 rola civakî û ya paşîn jî ji sedî 2,1 rola siyasî bû.
Encamên lêkolîna analîtîk bi kêmkirina astên hesasiyeta zayendî di ciwan û stranên populer de diqede. Piraniya stranan ango bi rêjeya ji sedî 51’ê ji tevahî zayendê re ne hesas in lê stranên bi hesasiyeta zayendî ji sedî 24.5 bi stranên hestiyar in ku bi zayendî re têkildar in.
Ji sedî 81 ji ciwanan dibînin ku stran bê zayendî ne û jin û mêr di wêneyên qalibgirtî û ne dadperwer de pêşkêş dikin, ji sedî 55.7 ji ciwanan cudakariya ku malbat di navbera endamên wê de li gorî zayendan dimeşînin hîs dikin. Ew teqez dikin ku malbatên Misirê di navbera kur û keçan de jîngehek bi edalet ava nekirine.