Li Mexmûrê ji bo 4’ê Nîsanê orkestrayek tê amadekirin

Mamoste û xwendekarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yên bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê orkestrayek amade kirine diyar kirin ku ew ê bi coş û kelecanek mezin wê rojê pêşwazî bikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê her sal ji bo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikevin nava amadekariyan. Ji sala ku penaber bûne heta roja îro bi heman kelecan û biryardariyê roja 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Bi boneya pîrozbahiyê her sal qada perwerdeyê mîhrîcanek li dar dixe. Di mîhrîcanê de di navbera dibistanan de pêşbirk tên lidarxistin. Weke futbol, bez, maraton, hêk, meşa mêrû, torbe, mast, zanistî, govend, stran, helbest û hwd. Ji aliyê dibistanan ve komên govend, stran û koroyan têne amede kirin.

Îsal jî bi heman şêweyî amedekariyên pîrozbahiya 4’ê Nîsanê destpêkirine. Mamoste û xwendekarên dibistana amadeyî jî ji bo pîrozbahiya 4’ê Nîsanê orkestrayek amede kirine. Orkestraya ku ji nêzî 30 kesan pêk tê ev du mehan zêdetir e dest bi amedekariyan kiriye. Di orkestrayê de 3 stran, yek jî potporî û amûrên cuda cuda yên mûzîkê cih digirin.

Xwendekarên ku beşdarî orkestrayê bûne ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê amedekirina orkestrayek wisa gelek binirx û wate ye.

‘Em dixwazin di wê rojê de pêşandanek xweş bikin’

Xurbet Îlhan a ku di orkestrayê de li sazê dide diyar kir ku ji bo ku 4’ê Nîsanê baş pêşwazî bikin gelek dixebitin û got: “4’ê Nîsanê ji bo tevayî gelê Kurd rojeke girîng e. Ji ber ku Rêber Apo ji dayîk bûye û ev têkoşîn daye destpêkirin. Em jî wek wargeha Mexmûr bi boneya 4’ê Nîsanê her sal festîvalek amede dikin. Wek dibistana amedeyî ya Şehîd Koçerîn me jî ji bo 4’ê Nîsanê orkestrayek amede kiriye. Em dixwazin di wê rojê de pêşandanek xweş bikin, ji ber wê yekê ev nêzî 2 mehane me dest bi amedekariyên orkestrayê kiriye. Jimara me nêzî 25 kesan e. Xwendekarên orkestrayê piraniya xwe jinên ciwan in. Em piştî waneyan tên xwe amede dikin ji bo ku di 4’ê Nîsanê de xebatek xweş bidin pêş.”

‘Provayên me bi kêfxweşî derbas dibin’

Xurbet Îlhan destnîşan kir ku bi kelecanek mezin beşdarî provayan dibin û wiha got: “Provayên me xweş derbas dibin. Di demeke kin ango piştî waneyan û ruxmê westanê jî xebatek baş derdikeve holê. Hevsengî û danûstandinên di navbera me de baş in ji ber wê provayên me bi kêfxweşî derbas dibin. Em ji bo rojek girîng xwe amade dikin ji ber wê bi kelecan beşdarî provayên xwe dibin. Di dawiyê de jî bang li tevayî ciwanan dikim ku xwe di aliyê huner û çandê de bi pêş bixin ji bo pêşeroja civaka xwe.”

‘Bi giştî sê stranên me hene û ya çarem jî potporî ye’

Zîlan Ozek jî der barê amadekariyên orkestrayê de ev tişt got: “Me jî wek dibistana amadeyî xwest di 4’ê Nîsanê de orkestrayek amede bikin û li ser dikê pêşkêş bikin. Bi giştî sê stranên me hene û ya çarem jî potporî ye. Muzîk jiyanê xweşik dike û ji bo wê me xwest orkestrayek ava bikin û di 4’ê Nîsanê de pêşkêş bikin. Piraniya xwe jinên ciwanin û amûrên wek darbûqe, erbane, dahol, gîtar û saz hene. Amedekariyên me jî baş derbas dibin û ez di wê baweriyê de me wê baş derbas bibe.”