Li Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê dawî bû

Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê, bi beşdariya hezaran kesî bi dawî bû. Pîrozbahiyê rengên cuda yên huner û zanistê gihandin hev û coşeke mezin dinava wargehê de ava kir.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê, bi bernameyek tijî û beşdariya hezaran kesî bi dawî bû. Bernameya pîrozbahiyê ku danê siharê destpê kirî, piştî nîvro berdewam kir heta derengiya şevê. Pîrozbahiyê rengên cuda yên huner û zanistê gihandin hev û coşeke mezin dinava wargehê de ava kir.

Pêşbirk û hunera dibistanan reng da pîrozbahiyê

Bernameya piştî nîvro bi pêşbirka zanistî ya dinavbera dibistanên seretayî dest pê kir. Di vê beşa ku heyecaneke mezin lê hebû de, xwendekaran jêhatiya xwe ya zanyariyê nîşan dan. Piştre, Koma mûzîkê ya dibistana navîn derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

Piştî koma mûzîkê ya navîn, bi lîstikên xwe yên herêmî koma govendê ya dibistana amedeyî derket ser dikê. Piştre jî pêşbirka mûzîkê ya dinavbera dibistanên seretayî de hat lidarxistin. Beşa nîvro, bi pêşbirka torbe ya dinavbera xwendekarên Navenda Hêvî de, bi dawî bû.

Danê şevê kelecana pîrozbahiyê gihand lûtkeyê


Bi hatina saetên êvarê re, qada pîrozbahiyê bi coş û kelecaneke mezin tijî bû. Destpêkê koma mûzîkê ya dibistana amedeyî stranên xwe pêşkêşî gel kirin. Piştre jî pêşbirka govendê ya dinavbera dibistanên seretayî de bi heyecaneke mezin dest pê kir. Komên govendê yên dibistanan derketin ser dikê û xemla pîrozbahiyê qat bi qat zêdekirin.

Di beşa dawî ya pîrozbahiyê de, hunermend derketin ser dikê û bi stranên xwe coşa gel zêdekirin. Pîrozbahî, bi tevlîbûna sedan kesan a di nav govendeke mezin de bi dawî bû.