Li Koyê qursa defjenî derfetek ji bo nasandina hêza jinan dide

Rîtmê defê û henaseya reseniyê di dilê Koyayê de bilind dibe. Jin bi fêrbûna defê û defjeniyê bûne sembola parastina çanda Kurdî.

ŞILÊR KOYE

Koye – Jinên navçeya Koyayê ya ser bi bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê ve, her tim di parastin û pêşxistina huner û çanda Kurdî de rolek girîng lîstine. Di vê çarçoveyê de, Enstîtuya Zeyneb Xan li Koyeyê qurseke taybet a defjeniyê ji bo jinan vekiriye. Ev yek ji bo jinan bûye derfetek zêrîn ku fêrî vê hunerê bibin û bi awayekî aktîf beşdarî xebatên çandî bibin.

‘Ne tenê fêrkirina defjeniyê ye’

Enstîtuya Zeyneb Xan navendek ji bo derxistina jêhatîbûnên veşartî yên jinan û girêdana hunera resen a bi paşerojeke geştir e, her wiha qursên muzîk û hunerên destan ji bo jinan li Koyeyê vekiriye. Enstîtuya Zeyneb Xan ev 3 mehe qursa defjeniyê li ser asta Koye vekiriye û 22 jin beşdar bûne. Li gorî beşdaran; heta niha li tu cihek din ê Koye qursên wiha ji bo defjeniyê nehatine vekirin. Armanca Enstîtuya Zeyneb Xan li Koyê ne tenê fêrkirina defjeniyê ye, armanc ew e ku civak û jin bi huner û çanda resen a Kurdî bên nasîn û bên parastin û radestî nifşê pêşerojê bê kirin. Beşdar hêvî dikin ku di pêşerojê de çalakiyên xwe berfireh bikin û koma defjeniyê ya jinan a Koyê li ser astek berfirehtir berdewam bike.

‘Def amûrek giyanî ye ku bi giyan re têkel dibe’

Xwendekara zanîngehê û beşdara qursa defjeniyê ya Enstîtuya Zeyneb Xan Sozî Dilzar wiha got: “Nêzîkî sê mehan e ez têm qursa defjeniyê û min ji sifrê destpê kir. Heta niha li Koyê tu qursek taybet ji bo defjeniyê nehatiye vekirin. Ji ber wê ez sipasiya Enstîtuya Zeyneb Xan dikim. Eve derfetek e, mamosteyên me jî gelek baş in û gelek baş fêrî me dikin. Def amûrek giyanî ye ku bi giyan re dibe yek. Gelek girîng e ku her jinek ku kêrhatiyek wê ya baş hebe, xwedî lê derbikeve. Ji bo ku xwe di warê ku ew dixwaze de bibîne. Ji zarokatiyê ve kêrhatiya min a defjeniyê hebû. Ji ber nebûna ti qursan a di vî warî de, min nekarîbû fêr bibim. Hêvîdar im  xwe zêdetir bipêş bixim û bibim defjenek jêhatî.”

‘Armanca me ew e ku em huner û çanda kurdî bidin nasandin’

Beşdarek din û endama  Enstîtuya Zeyneb Xan Sikala Mihemed ragihand ku Enstîtuya Zeyneb Xan ji bo jinên Koyeyê derfeta defjeniyê  peyda kiriye û pê de çû: “Armanca me ne tenê defjeniye, danasîna huner û çanda Kurdî bi civakê ye. Def yek ji parastina vê hunerê ji bo nifşên pêşerojê ye.”

Sikala Mihemed da zanîn ku qurs ev sê meh in berdewam e û mamosteya sereke ya qursê Muna ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye. Sikala diyar kir ku bi alîkarî û çavdêriya mamoste Arezû, hejmara beşdarên qursê 22 jin bû û di 21’ê Hezîranê de dest pê kir û wiha got: “Tevî dema kurt, beşdaran karîbûn astek pir baş di defjeniyê de nîşan bidin û em ê di peşketinê de berdewam bin. Def ne tenê amûrek muzîkê ye, nasname û çanda Kurdî ye. Bi vî awayî, lêdana defê berpirsyariyeke mezin ser milê me ye û kesane, ji bo ku em wê biparêzin û bidin nifşên pêşerojê.”

‘Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî qursek wiha bûme’

Beşdara bi navê Behest Wirya, derbarê ezmûna xwe de wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku ez yek ji wan jinên bajarê me ku beşdarî vê qursê bûme. Ev qurs dê bibe yekem koma defjeniyê li Başûrê Kurdistanê. Ji bo ked û xebata wan a bi me re, ez gelek spasiya mamoste û berpirsên qursê dikim. Ji bo derfet ji bo bihêzkirina jinan ava kiriye, ez spasiya Enstîtuya Zeyneb Xan dikim. Ez dikarim bêjim ku def amûrek giyanî ye ku mirov bi rêya wê bi giyan û çanda xwe ve tê girêdan.”