Li Koyê ji bo parastina çandê "Mala Morî" hate vekirin
Di 13’ê Hezîranê de, li Koyê "Mala Morî" li Enstîtuya Zeyneb Han hat vekirin. Armanc parastina çanda Kurdî û cilên resen ên Kurdî ye û wekî navendek ji bo kirîn û firotina cil û berg û tiştên rojane tê bikaranîn.
Koye – Koyê dergûşa resenî û bedewiya cilên Kurdî ye. Dema ku em behsa bedewî û şahiya cilên Kurdî dikin, bi taybetî jin û keçên Koye her dem wekî sembola reseniyê derdikevin pêş. Cilên Kurdî li Koye ne tenê perçeyek qumaş in; çîrokeke dîrok, huner û çandeke kûr in ku ji nifşek digihîjin nifşê din.
‘Van nirxan bi nifşên pêşerojê bidim nasîn’
Lavan Emîr Hacî Reza ku xwediya cihê Morî ye, ji 17 saliya xwe ve cilên Kurdî disêwirîne. Lavan ji bo pêvajoyên destpêkirinê wiha dibêje: “Min bi çêkirina serpoşan (kilav) dest pê kir, paşê hêdî hêdî bi pêş xist û ev yek bû karê min ê sereke. Ev bi tevahî ji daxwaza min a ji dil derket. Paşê, min rûpelek vekir û li ser wê rûpelê bi riya onlîen dest bi firotinê kir. Piştre fikirîm ku cihekî xwe yê taybet vekim da mirov bikaribin karê min ji nêz ve nas bikin. Ez spasiya wan kesan dikim ku ev cih dan min. Min gelek tiştên çandî jî berhev kiribûn û min dixwest wan li vir bicivînim. Ji ber ku girîngiya vê derê ew e van nirxan bi nifşên pêşerojê bide nasîn.”
Cihekê dîrokî û çandî
Kenêr Hacî Reza ku beşdarî merasîma vekirinê bû nêrînên xwe der heqê xebatên Lava de tîne ser ziman û dibê je ku karê Lavan pir xweşik û girîng e. Kenêr bi vê awayî vegotina gotinên xwe didomîne: “Ji bo parastina cil û bergên resen ên Kurdî û tiştên kevneşopî pir bi qîmet e. Cilên Kurdî bi demê re wateya xwe winda kiribûn û ji reseniya xwe dûr ketibûn. Karê Lavan pir xweşik e; mîna cilên ku dapîr û dayikên me li xwe dikirin. Ji ber vê yekê, ez wê pîroz dikim û bi vê projeyê pir kêfxweş im. Bi taybetî ji ber ku ev cihekî dîrokî û çandî ye, pir balkêş e."
Şehîn Îbrahîm jî der barê parastina cilên resen de got ku pêwîst e cilên resen werin parastin û vejandin. Şehîn bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: “A bi watedartir ew e ku ew li Enstîtuya Zeyneb Hanê ye, ji ber ku mirov ji bajarên din û carna jî ji derveyî welat serdana vê derê dikin. Her çendî ji bo firotanê be jî ev berhem di danasîn û parastina çanda Kurdî bi cîhanê re roleke girîng dilîzin.”