Li Kargeha Peykersaziyê peykerên jinên di dîrokê de şopa xwe hiştine tên çêkirin
Li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn di beşa peykersaziyê de kargeheke hunerî ya 15 rojan dest pê kiriye. Xwendekaran ji bo karên xwe sembol û jinên di dîrok û çandê de şopa xwe hiştine, wekî Îştar û Şahmaran, hilbijartine.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Huner wekî zimanê herî resen ê guhertin û hebûnê, di têkoşîna jinan de roleke bingehîn dilîze. Kargeha peykersaziyê ya li Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, ne tenê şiyanên hunermendên jin derdixe pêş, di heman demê de bi vegotina dîrok û sembolên kûr jiyan û bîranîna civakî bi riya hunerê ji nû ve zindî dike.
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ji sê beşên sereke pêk tê: Hunerên dîtbarî (ku wêne û peykersaziyê dihewînin), muzîk û sînema. Di 3’yê Îlonê de, di beşa peykersaziyê de kargeheke hunerî dest pê kiriye.
Kargeha ku dê 15 rojan bidome, derfetek e ji bo xwendekaran ku bi riya hunerê şiyanên xwe bi pêş bixin, fikr û hestên xwe derbirînin û li ser mijarên girêdayî jinan bixebitin. Di vê çarçoveyê de, xwendekaran jin û sembolên ku di dîrokê de bandor û şopa xwe hiştine, ji bo karên xwe hilbijartine.
Îştar: Sembola evîn hêz şer û berhemdariyê
Xwendekara sala sêyemîn a peymangehê, Diyana Ferman, ji bo karê xwe Îştar hilbijartiye. Ew dibêje ku armanca beşdarbûna wan a vê kargehê pêşxistina şiyanên hunerî û derbirîna fikir û hestên wan e.
Diyana got ku ew dixwaze bi riya peykersaziyê balê bikşîne ser jinan, îradeya wan û pirsgirêkên wan. Her wiha diyar dike ku wê Îştar ji ber ku di dîroka Mezopotamyayê de wekî sembola evîn, hêz, şer û berhemdariyê hatiye nasîn, hilbijartiye.
Diyana destnîşan kir ku hebûna jinan di peykersaziyê û hemû qadên hunerê de girîng e, ji ber ku jin dikarin bi riya hunerê nêrîn, fikr û pirsgirêkên xwe bebêjin û peyama xwe bigihîjînin civakê û wiha berdewam kir: “Jin dikarin di her qadê de xwe îfade bikin, fikir û hestên xwe nîşan bidin û bi riya hunerê peyama xwe bigihîjînin civakê.”
Şahmaran: Sembola zanîn aqil û şîfayê
Di heman kargehê de, xwendekar Emel Îbîş ji bo projeya xwe Şahmaran hilbijartiye. Şahmaran wekî jineke ku serê wê û bedena wê mar tê nasîn. Ew di çand û çîrokên gelên herêmê de xwedî cihekî taybet e.
Emel destnîşan kir ku ji ber Şahmaran wekî sembola zanîn, aqil û şîfayê tê dîtin, wê ew ji bo projeya xwe hilbijartiye, tekez kir ku jin di dîrokê de her dem roleke girîng di parastina çand, bîranîn û nirxên civakê de lîstine.
Emel diyar kir ku çîroka Şahmaran yek ji çîrokên navdar ên herêmê ye û bi riya hunerê ji nifşek digihîje nifşê din.
Emel piştrast kir ku bi riya vê kargehê ew hewl didin dîroka rastîn a jinan ji nû ve zindî bikin û rola wan ya di dîrokê de nîşan bidin. Her wiha diyar kir ku jin di hemû serdeman de sembola hêz, berxwedan, evîn û bexşandinê bûye û armanca wan ew e ku vê rastiyê bigihîjînin hemû kesan.
Huner ji bo parastina çand û dîrokê ye
Emel da zanîn ku hilbijartina sembol û jinên dîrokî tenê ji bo çêkirina berhemên hunerî nîn e, di heman demê de armanc ew e ku bi riya hunerê çand, dîrok û bîranîna jinan bên parastin û ji nifşên nû re bê ragihandin.
Piştî qedandina kargeha 15 rojan dê berhemên ku ji aliyê xwendekaran ve hatine çêkirin li Peymangeha Bilind a Hunerê bên pêşandan. Ev kargeh yek ji gavên destpêkê yên amadekariyê ye beriya ku peymangeh deriyên xwe ji bo destpêkirina fermî ya xwendinê veke.