Li Cezayîrê pêşangeha ‘Jinên Cezayirî: Daîreya Şikestî’

Pêşengeha "Jinên Cezayirî: Daîreya Şikestî" bi şîrovekirina mîrateya wan a madî û manewî, balêdikşînê li ser rola avakirina nasnameya çandî ya bi rêya cil û berfên kevneşopî, rîtûel û adetên rojane.

NECWA RAHÊM

Cezayîr – Pêşangeha "Jinên Cezayirî: Daîreya Şikestî" ya di meha Kanûna 2025’an de li Muzexaneya Bardo ya li Cezayîr pêşangeha "Jinên Cezayirî: Daîreya Şikestî" hate destpêkirin, wê heta dawiya meha Çileya 2026’an bidome. Pêşengeh, armanc dike ku jin dengê xwe bide bihistin, çîrokên xwe vebibêjin û hebûna xwe ya sembolîk a di hafizeya dîrokî û çandî de xurt dikin.

Dîzayner Faiza Antrî Bouzar, da zanîn pêşangeh û koleksiyona "KADAR," ji vegera hafizeya malbatî û civakî derketiye holê û destpêk ji cil û bergê kevneşopî yê Cezayîrê ya bi navê "Krako Asmî" çavkanî girtiye. Faiza Antrî Bouzar, da zanîn ev cil û berg ayddî dapîra wê bû û di sala 1913’an de hatiye lixwekirin û diyar kir ew jî di sala 1986’an de di 13 saliya xwe de heman cilê li xwe kiriye. Ev cil û berg, veguherî sembolekî ku du nifşan bi hev ve girêdide û pêşketina jinê ya di civaka Cezayîrê de temsîl dike.

Pêşangeh, bi balkişandina ser cil û bergên kevneşopî û tevgerên jinan girîngiya parastina mîrateya jinan tekez dike. Yek ji çavkaniya îlhamê jî tabloya "Jinên Cezayîrê" ya Eugène Delacroix e. Rûxmê ku Delacroix demek sînorkirî li Cezayîrê ma jî, tê fikirin ku îmgeya rast a jinê nîşan nedaye. Îro, jinên Cezayîrî dikarin çîrokên xwe, cil û bergên xwe, helwest û awayên ramana xwe vedibêjin.

Pêşangeh, dewlemendiya jiyana rojane û cil û bergên kevneşopî jî radixe berçavan. Dîmenên dîrokî, azadiya jinan di hundurê malê de û tevî astengiyên civakî jî dewlemendiya estetîk û rîtuelan datîne holê. Hamam, mîna rîtuelek paqijkirin û bedewiyê di jiyana jinan de mîna cîhek ji bo tenduristî û têkiliya civakî xwedî girÎngiyek mezin e.

Faiza Antrî Bouzar, da zanîn pêşangeh tecrûbeyek hestyarî ku modayê, hunerê û dîroka civakî bi hev re dike yek pêşkêş dike û Krako û tiştên aydê malbatê veguherîn zimanek îfadeyê ku çîrokên nasname û civakê vedibêjin. Faiza Antrî Bouzar, wiha got: "Her parçe çîrokek hildigre, her dîmen karakter û jiyanên rasteqîn ên domdar nîşan dide. KADAR ne tenê koleksiyon an jî pêşangehek modayê ye; di hafizeyê de rêwîtî û vegotinek zindî ye û pîrozbahiyek him mîrate û him jî modernîteyê ye."