Li bajarê Adenê pêşangeha hunerî ya Intus hate lidarxistin

Li bajarê Adenê, pêşangeha hunerî ya bi navê “Intus” ya berhemên atolyeya tenduristiya derûnî vediguherine berhema hunerî, bi dawî bû. Di pêşengehê de hestên jin û zarokên keç, bi tabloyan dîtbarî dibe.

FATMA REŞAD

Aden – Di kêliyêk ku peyv bêdeng dibin û alfabeyê ji bo vegotina bahozên di kûrahiya cîhana hundirîn de têr nake, huner deriyekî geş ber bi cîhanên veşartî ve vedike. Di nava vê rêwîtiya ku çîrokên bedewî û mirovahiyê tê de zindî dibin de, pêşangeha hunerî ya “Intus” a li Adenê duh bi dawî bû. Ev pêşangeh ji aliyê Weqfa Pêşxistina Çandî ya Hewa ve, bi hevkariya Klûba Henase û Weqfa Cidariye ya Çand, Pêşxistin û Medyayê, li mekanekî hunerî yê bi navê Cisrê hate lidarxistin.

Beşdarên ku serdana pêşangeha Intusê kirin, ne tenê berhemên hunerî temaşe kirin, di heman demê ketin nava rêwîtiyeke kûr a hundirîn ku ji rûyê wêneyan wêdetir çû. Di vê rêwitiyê de hestên mirovan veguherîn qêrîneke zindî ya rengan û tabloyên ku bi jiyanê tije ne.

Wêne vediguhere neynika mirov

Fikra pêşangeha ku di nava mîrateya çandî ya kûr û atmosfêra dîrokî ya Adenê de ji dayîk bûye, encama atolyeyeke taybeta ku ji bo Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê hatiye organîzekirin. Armanca vê atolyeyê ew bû ku ji bo jinên ciwan qadeke ewle peyda bike ku bikaribin hest û ramanên xwe bi rêya firçe, reng û kolajê pêşkeş bike.

‘Em dixwazin jin bi awayekî azad xwe îfade bikin’

Seroka Weqfa Pêşxistina Çandî ya Hewa Nadîne Abdulkadir, armanca vê xebatê wiha vegot: “Me qadeke ewle ava kir ku tê de jinên ciwan dikarin hestên di cîhana xwe ya hundirîn de bi rêya hunerê îfade bikin. Her berhemeke ku tê pêşandan, dîmena derûnî ya afirînerê xwe nîşan dide. Weke weqfek, baweriya me bi hêza hunerê heye û em hewl didin hawîrdorên wiha ava bikin ku jin tê de bikaribin bi awayekî azad xwe îfade bikin.”

Felsefeya peyv û rengan

Jinên ciwan ên ku beşdarî vê projeyê bûn, qet texmîn nedikirin hewldaneke ku di destpêkê de tenê ji bo derbirîna azad a hestan hatibû plankirin, rojekê veguhere pêşangeheke hunerî. Ev veguherîn bi xwe jî tariya zordariyê ber bi ronahiya bedewiyê ve wateyeke kûr dihewîne. “Intus” a navê pêşangehê, têgeheke ji zimanê Latînî ye û tê wateya “ji hundir ve” an jî “ber bi hundir ve”.

Yek ji damezrînerên Klûba Henase Afnan Ferîd, vê wateyê bi hostetiyek anî ziman û derbarê xebatên klûbê de wiha got: “Weke Klûba Henase, em alîkariya jinan dikin ku stres û zextên jiyana rojane bi rêya huner, werziş û çalakiyên derûnî îfade bikin. Di atolyeyên wênesazî û kolajê de me hestên xwe veguherandin hunerê. Di pêşengekê de bi anîna van berheman a li cem hev re, me xwest ku em hestên erênî û neyînî yên di cîhana xwe ya hundirîn de, bi karanîna reng û materyalên cûda bi mehvanan re parve bikin.”

‘Pêşangeh derfet da jinên ciwan ku afirînerî û hestên xwe bi rêya hunerê îfade bikin’

Pêşangeh, ji sînorên pêşangeheke hunerî ya asayî wêdetir çû û veguherî ezmûneke hestyarî ya hevpar ku him di dilê beşdaran û hem jî mehvanan de cihê xwe girt.

Rojnamevan û wênegir Buşra Nasir a di atolye û pêşangehê de cih girt, bal kişand ser vedîtina wê afirîneriya ku di kûrahiya van jinan de veşartî ye û wiha pê de çû: “Pêşangeh derfet da jinên ciwan ku afirînerî û hestên xwe bi rêya hunerê îfade bikin. Kesên ku di anîna zimanê hestên xwe de zehmetiyê dikşînin jî dikarin bi rêya hunerê xwe îfade bikin.”

Reha Gassan a serdana pêşangehê kir, got ku berhemên li wir ew birine cîhaneke cuda ku tê de mirov dikare giyan û bedewiyê keşf bike.

Jumana Ramî ya ciwan ku hestên xwe bi rêya hunerê tîne ziman, bi xêzkirina kulîlk, dîmenên şevê û heyvê, cîhana xwe ya hundirîn veguhest ser kaxezê. Ev yek nîşan dide ku huner, bêyî sînora temen çawa derfeta îfadekirina xwe dide mirovan.

Pêşangeha ku ji aliyê Weqfa Hava û Klûba Henase ve hat organîzekirin û du rojan berdewam kir, bi rêya yekkirina hesên cuda a bi hunerê re, bû sedema pesn û heyrana mêvanan. Pêşangeha bi navê "Intus" nîşan da ku huner amûreke bi hêz e û amûreke ku cîhana hundirîn eşkere dike û di rêwîtiya keşfkirina xwe de alîkariya kesan dike.