Li Afganistanê pîzorbahiya Şeva Yelda yê

Di 20'ê kanûnê de Şeva Yalda her sal ji aliyê Faris û Kurdan ve tê pîroz kirin bi vê bûneyê li gelek deveran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Li Afganistanê jinan Şeva Yelda yê bi şahîyê pêşwazî kirin.

Kabîl - 21’ê Çile an go Şeva Yelda dirêjtirîn şeva salê ye ku Kurd û Faris bi hezaran sal vê rojê pîroz dikin. Tevahiya şevê şiyar dimînin û heta hilatina rojê bi stran, muzîk, dîlan, dua û amadekirina xwarinên curbecur vejîna hilatina rojê pêşwazî dikin. Her wiha ji wê re şeva yekem a zivistanê jî tê gotin, ji ber ku bi şeva çileya zivistanê re hevdem e. Her wiha şeva Yelda bi navê şeva Şeyla jî tê zanîn. Ji roja yekem a zivistanê dest pê dike û piştî 40 rojan di 20'ê Sibatê de bi dawî dibe.
Li Avganistanê şeva Yelda hat pîrozkirin
Li paytexta Afganîstan Kabîlê, Tevgera Jinên Edaletê û Tevgera Jinên Xweser ên Afganîstanê 21'ê Kanûnê, Şeva Yelda yê bi amadebûna  jinên têkoşer ên van tevgeran pîroz kirin. 
Jinên Tevgera Edaletê armanca pîrozbahiya Şeva Yelda weke têkoşîneke li dijî statukoya li Afganîstanê bi nav kirin û gotin: "Tevî ku gelê me di nava xizaniyê de ye û bi gelek zehmetî û pirsgirêkan re rû bi rû ye jî, em îşev li hev kom bûne ji bo nîşanî Talîbanê bidin ku jinên Afganîstanê tu carî teslîm nabin."
Tevgera Talîban bi tundî şahiyên ku koka wan vedigere dîroka beriya îslamê red dike, lê di berdêla wê de endamên tevgera jinên azad aramnca xwe rêzgirtina ji kevneşopî û çanda kesên ku bi Farisiya kevin diaxifin û bala ciwanan dikşînin ser wêjeya Farisî re nîşan didin.