Li Şengalê ‘Reqsa Hebûnê’: Bersiveke hunerî ji fermanê re û parastina çanda Êzidî
Bi pêşengiya Çand û Hunera Sitiya Nexşa ya Şengalê ji bo salvegera 12’emîn a fermana li ser Şengalê ‘Reqsa Hebûnê’ û bernameyeke taybet hat lidarxistin. Endamên koma reqsê anîn ziman ku ew xwedî li nasnameya xwe derdikevin.
Şengal – Di dîrokê de dengê awazên gelan di çand û hunera civakan de xweşikbûnê ava dikin. Ev çand û huner ji çîrok û serpêhatiyên wê civakê pêk tên û dîroka civakan pêk tîne. Bi nêzbûna salvegera fermana 74’an re li Şengalê gelek xebatên cihêreng tên lidarxistin. Sitiya Nexşa jî bi vê boneyê ‘Reqsa hebûnê’ û bernameyeke taybet amade kir. Keçên Êzidî bi ‘Reqsa Hebûnê’ xwedî li nasname û hebûna xwe derdikevin. Di bernameya taybet de jî dayîkên Êzidî ji zarokên xwe re bahsa çîrokên fermana 2014’an dikin da ku neyê jibîrkirin. Zarokên wan ên ku ji bo çanda xwe biparêzin di nava xebatên çand û hunerê de ne, stranên berxwedêriyê tînin ziman.
Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşa Nesrîn Ehmed, Newroz Ehmed û Cîlan Êzidî li ser bernameyê nirxandinên xwe ji ajansa me re parve kirin.
‘Me xwest bi reqsê hebûna jinan û rûye fermanê bidin nîşandan’
Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşa Nesrîn Ehmed şehîdên 74 fermanan bi bîr anî û armanca reqsa hebûnê wiha anî ziman: “Weke Çand û Hunera Sitiya Nexşa ev demek e me amadekariya xwe ji bo reqsa hebûne dikir. Bi vê reqsê em dixwazin hebûna jinan bidin diyarkirin. Ji ber ku di fermanê de herî zêde neheqî li jinan hat kirin, di fermanê de herî zêde li ser jinan zext hat kirin. Ji ber vê yekê me xwest bi vê reqsê em hebûne jinan, vejîna wam bidin diyarkirin.”
Nesrîn Ehmed qala amadekarî û provayên reqsê jî kir û got: “Ev demek dirêj e em bi pênc endamên Sitiya Nexşa re provayên xwe yên reqsê dikin. Her roj em hatin gel hev ji bo ku bikaribin tiştekî baş û xweş pêşkeşî civakê bikin.”
‘’Em naxwazin çand û baweriya me were windakirin’
Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşa Newroz Ehmed diyar kir ku ev bername ji bo salvegara fermana 3’ê Tebaxê hatiye amadekirin û got: “Dayîkên me di vê bernameyê de çîrokên jinên fermanê vegotin behsa jiyana wan kirin. Her wiha êş û azara ku jinên Êzidî kişandine parve kirin. Me jî xwest bi awazên xwe salvegera fermanê bi bîr bînin. Di kêfxweşî û nexweşiyê de li keleka hev bisekinin. Di heman demê de ji bo ku her keç û xortên Êzidî vê fermanê ji bîr nekin, me xwest bernameyeke bi vî rengî li dar bixin. DAIŞ’ê gelek jinên Êzidî di roja fermanê de revandin, di bazaran de kirîn û firotin. Gelek êş û azar bi jinên Êzidî dan kişandin. Em hêvîdar in keç û xortên Êzidî vê rojê ji bîr nekin da ku cîhan jî bizanibe çi hatiye serê civaka Êzidî. Em dixwazin bala derdorê jî di vê hêlê de bikşînin. Di heman demê de em weke keçên Êzidî dixwazin dîroka xwe, cil û bergên xwe, stranên xwe yên kevnar, çand û baweriya xwe bidin xuyakirin. Em naxwazin çand û baweriya me were windakirin. Divê keç û xortên Êzidî bikaribin dîroka xwe ya kevnar, çand û baweriya xwe bidin jiyîn, xwedî li xwe, çand û baweriya xwe derkevin.”
‘Çi erk û berpirsyarî bikeve ser milên me em ê pêk bînin’
Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşa Cîlan Êzidî diyar kir ku ev demek e ji bo bernameyê provayên stranan dikin û got: “Di vê bernameyê de dayîk, zarok û em jî weke Sitiya Nexşa cihe xwe digrin. Dayîkan çîrokên fermanê û tiştên ku bi çavên xwe şahîdiya wan rojan kirine ji me re anîn ziman. Me jî weke Çand û Hunera Sitiya Nexşa Koma Bêrîvan bi zarokên hatine re awazên xwe pêşkeş kir. Me bi vê yekê re çand û baweriya xwe baştir nas kir, tiştên ku hatine serê civaka me ya Êzidî baştir dît. Dayîkên me ji me re behsa çîrokên fermanê, çand û baweriya Êzidiyan kirin. Çi erk û berpirsyarî bikeve ser milên me em ê pêk bînin.”
Di dema ku salvegera fermanê nêz dibe Sitiya Nexşa ‘Reqsa Hebûnê’ li gelek cihan pêşkeşî civaka Êzidî dike.