Li Şengalê Festîval: Vejîn Jiyan e, Jiyan Komîn e
Li Şengalê bi pêşengiya YCÊ û YJCŞ’ê yekemîn Festîvala Çand û Werzîşê ya ‘Vejîn’ a Ciwanên Şengalê, bi dirûşmeya “Vejîn Jiyan e, Jiyan Komîn e” destpê kir.
Şengal – Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJŞÊ), yekemîn Festîvala Çand û Werzîşê ya ‘Vejîn’ a Ciwanên Şengalê bi dirûşmeya “Vejîn jiyan e, Jiyan komîn e” li komelgeha Xanesorê ya Şengalê destpêkir.
Di festîvalê de wê çalakiyên curbecur bên li dar xistin. Di festîvalê de kona Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê, tiba xwezayî ya Şengalê, xwarinên gelêrî yên Şengalê û standa pirtûkan hate vekirin. Di plansaziya festîvalê de beşên werzîş, stran, tenduristî, jîneolojî, xwarinên gelerî û govend hene.
Di festîvalê de axaftina vekirinê ji aliyê endama rêveberiya yekitiya ciwanên Êzidxanê Lîza Xêrî ve bê kirin. Her wiha koma hêviyên Şengalê ya zarokan stranên xwe bêjin, lîstîka gerîla birê bê pêşkêşkirin û koma dansê ya Sitiya Nexşa hunerê xwe pêşkeş bike.
Hunermendên ji çand û hunera Şengalê Yasir û Seîd bi stranên xwe tevlî bernameya festîvalê bibin. Her wiha komîna stranan ya Ş. Delîl ya Ereban, kolektîfa Saza Êzî derbikevin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş bikin. Di heman demê de jî pêşbirka bazdanê jî wê bê li dar xistin. Herî dawî jî hunermendê repcî Îbo Qamişlo bi stranên xwe tevlî bernameya festîvalê bibe.
Wê di dawiya festîvalê de jî kesên serkeftiyên pêşbirkan werin xelatkirin.