Li Şengalê amadekariyên Cejna Çarşema Serê Salê
Civaka Êzidî ji bo cejna Çarşema serê salê îro dest bi amadekariyên xwe kirin.
Şengal – Sibe Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran e ku ev cejn li gorî salnameya heyvê ye. Êzidiyên ku vê cejnê pîroz dikin, îro bi kelandina hêkan, çêkirina kulîçeyan amadekariyên xwe yên cejnê temam kirin. Her wiha malbatên şehîdan ber danê êvarê ve goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ziyaret kirin, mûm pêxistin.
Li gor rengên xwezayê hêk tên xemilandin
Di erefeya Cejna Çarşema Serê Nîsanê ku sersala civaka Êzidî ye gelek amadekariyên berfireh hatin kirin. Ji bo cejnê xwarinên taybet hatin çêkirin, nan û kulîçe hatin amadekirin, xêr hatin belavkirin. Li gor baweriya Êzdayetî hêk sembola kewna dinyayê ye û ji ber ku di meha Nîsanê de her reng di xwezayê de heye, îro jî bi hezaran hêk bi van rengan hatin xemilandin.
Her sal çarşema hefteya yekemîn a meha Nîsanê cejna Feqîra ye, hefteya duyemîn jî weke cejna Bavê Şêx ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîroz kirin.