Kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ piştgiriyê dide kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’
Derhênera kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ Sîlva El-Ehmed a ji SîneJin da zanîn ku wê bi vê kurtefîlm dest bi derhêneriya kurtefîlman kiriye û ji beşa mekyajê ber bi derhêneriyê dest bi meş û rêwîtiya xwe dike.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – SîneJin a ku li Rojavayê Kurdistanê der barê jiyan û çîrokên jinan de xebatên sînamegeriyê wekî belgefîlm û kurtefîlman çêdike, vê carê jî bi kurtefîlma “Nameya Dawî” piştgiriyê dide kampanyaya “Em hemû YPJ ne.”
Kurtefîlma ku amadekariya senaryo û lîstika li ser dikê bi dawî dibe wê hefteya li pêş dest bi kêşana wê bikin û di rojên pêş de dest bi montaj, deng û ronahiya wê were kirin.
Ji SîneJin Derhênera kurtefîlmê Sîlva El-Ehmed ji nûçegihana ajansa me re behsa vê gava xwe ya destpêkê ji makyajê ber bi çêkirina kurtefîlman û piştgiriya ji bo YPJ’ê kir.
Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ bû destpêka rêwîtiya ji majyakê ber bi sînamgeriyê ve
Sîlva di destpêkê de qala fikra ku çawa piştgiriya YPJ’ê bike kir û got: “Ez fikirîm ji bo şervanên jin ên ku bi salan ji bo me şer dikin, jiyana xwe ya kesayetî dane aliyekî û ji bo jiyana azad pêşkêşî me bikin têdikoşin, çi bikim. Ji lewre min xwest bi çêkirina projeyek diyariyek ji bo wan pêşkêş bikim. Lê wê kêliyê ez bi xwe nehizirîm ku ez ê fîlmek bi xwe çêbikim, tenê armanc pêşkêşkirina diyariyek ji bo YPJ’ê bû. Ji ber ku bi salan ew bûn destên me û me parastin, îro dora me ye ku em daxwaza maf û fermîbûna wan bikin. Encax îro em bikaribin xwedî li hev derkevin. Ger em nekin wê kes ji bo me neke. Piştî destpêkirina kampanyaya piştgiriya YPJ’ê min biryar da xebatek bikim û ji beşa makyajê ber bi çêkirina kurtefîlman ve çûm.”
Nameya dawî digihîje dayîkê lê naxwîne ji ber mirina bi penceşêrê!
Sîlva wiha behsa kurtefîlmê xwe ya bi navê “Nameya Dawî” û hûrguliyên çîroka wê dike: “Em YPJ’ê wekî hêzeke parastinê nas dikin lê em jiyana wan a leşkeriyê baş nizanin. Min hewl da vî alî bêhtir bidim pêş û bikaribim hemû kêliyên jiyana wan di xeyalên xwe de bijîm û wiha li ser dikê bi karekteran bidim lîstin. Min nexwest em qala şer bikin, ji ber ku jiyana YPJ’ê ne tenê şer e. Karekterên sereke yên kurtefîlm jî Nûjiyan, Gulistan û Zinarîn in. Hûrguliyê kurtefîlma me jî qala Nûjiyan dike ku nameyek ji dayîka xwe re dinivîsîne û dişîne, dayîka wê jî nexweşa penceşêrê ye lê beriya ku name bigihîje dayîkê jiyana xwe ji dest dide û bavê wê nameyê digre dixwîne, hîn dibe ku Nûjiyanê di nav YPJ’ê de çi kiriye.”
Sîlva got ku di demên pêş de wê kurtefîlma wan amade be û wiha berdewam kir: “Sê hefte ye em amadekariya senaryo û lîstikvanan dikin, hefteya pêş em ê dest bi kêşanê bikin û paşê yekser em dest bi montaj, deng û ronahiyê dikin.”
‘Çawa ez ê bikaribim projeyek çêbikim an jî senaryoyek li hev bînim?’
Sîlva li ser derbasbûna beşa çêkirina kurtefîlman wekî matmayîbûnê bi nav dike û wiha bal dikşîne ser gava xwe ya destpêkê di cîhana sînemgariyê, beşê derhêneriyê de: “Gelek li xwe matmayî dimam ku ez karê makyajê dikim lê ez ê çawa projeyek biafirînim an jî senaryoyek li hev bînim û binivîsînim. Gava mijar jin be, peyv û senaryo her tişt li pey hev tên rêzkirin. Ji ber ku kurtefîlma em li ser dixebitin hem xeyalî ye hem jî rastî ye. Her şervanek YPJ’ê rûbirû yê çîrokek an jî kêliyek wiha hatiye. Ji ber jiyana şervanek YPJ’ê ji kurtefîlmekî dirêjtir e û dibe ku di çêkirina wê de jî em kêm bimînin.”
‘Hewcedariya gel bi temaşekirina fîlmê ku li ber bikene heye’
Sîlva ya ku nedixwest bi lez gav biavêje û derbasî çêkirina kurtefîlman bibe diyar dike ku rastiya herêm tê re derbas dibe û pêwîstiyên wê bûye sedem ku dest bi rêwîtiya xwe bike û wiha dibêje: “Min xwest baş li ser bihizirim û bikaribim bê zehmetî derbasî sînemayê bibim, bibim derhêner û xebatên sînemayê çêbikim lê bi vê gavê dibe ku piştî vê projeyê em bikaribin projeyên din jî çêbikin, dûrî mijarên şer. Me wekî gelê Kurd gelek şer di jiyana xwe de dît û jiya lê îro em hewceyî tamaşekirina fîlmê ku ji berhemên derhêner û sînemagerên Kurdan bin. Niha divê em derbasî qonaxa temaşekirinê fîlmê ku em di dawiyê de negirîn, bi ken û kêfxweşî jê derkevin bibin. Ji lewre armanca min ew e ku temaşevan ji her kurtefîlmek me bi kêfxweşî derkevin.”
‘Erkê sînamgeran ew e ku gelê Kurd piştî ewqas girîn û koçberiyê bidin kenandin’
Sîlva bal kişand ser gelê Kurd ku gelek êş kişandiye û koçber bûye, da zanîn ku pêwîstî îro bi kêfxweşiyê heye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo kêfxweşkirina gel, gelek bar dikeve ser milên sînemageran û ev jî erkê me ye ku em bi riya çêkirina fîlman gelê xwe bikenînin, bihêlin derd û kulên xwe jibîr bikin. Wê tamaşevanên kurtefîlma me jî bi ken derkevin, li benda me bin.”