Kovara jinên Rojhilatê Kurdistanê Helale

Li Rojhilatê Kurdistanê xebatên çapemeniya xweser ên jinan bi Kovara Helale di Sibata 1946’an de dest pê kiriye.

 
Navenda Nûçeyan - Pêşenga Komara Mihabadê ya ku di sala 1946’an de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin Mîna Qazî, girîngî dida rêxistinkirina jinan û perwerdeyê. Ji bo jinan bi perwerde û amadekarî tevli xebatan bike di hemû herêman de bi awayê rêkûpêk civîn bi jinan re çêdikir û di wan civînan de li ser pirsgirêkên jinan nîqaş dikirin. Ji bo çareseriyê nêrînên jinan digirt û ji rêveberiyê ra radigihand. Li ser daxwaz û pêşniyarên wan ji bo xebatên jinan çend xal tên destnîşankirin. Ya yekem pêşxistina zimanê Kurdî bû ji bo jin hîn bibin û dibistan bên vekirin. Ya duyemîn jî ji bo nîşandana xebatên jinan weşandina kovara “Helale” bû.
Kovara Helale
Mîna Qazî bi xwe di pêşxistina xebatên rewşenbîriya jinan de ked daye û berpirsyariya kovara Helale daye ser milên xwe. Ji bo jin bikarin di qadên siyasî û civakî de hîn zêdetir berpirsyarî bigirin xwe perwerde kirine û di aliyê rewşenbîrî de ked dane, ew keda xwe jî di kovara xwe ya Helale de dane dîtin û bi nav kirine. 
Yekem hejmara Kovara Helale di meha Sibata sala 1946’an de ji aliyê desteya nivîsê ve li bajarê Bokanê derketiye. Berpirsê kovarê çîroknûsê bi nav û deng Hesen Qizilcî bû. Kovara Helale di meha Adarê de dema dibû Newroz digihîşt destên xwendevanan. Mamoste Hesen Qizilcî di aliyê wêjeyê de kurteçîrokan dinivîsî û di aliyê dîrokê de reng dide serpêhatiyên jiyaye. Di sernavek nivîsê de wiha dibêje: “Ziringîna du dengan heta niha jî di guhan de ye.” 
Tenê çar hejmarên kovarê derketine.