'Kil çavan ji tozê diparêze'

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kilê ji bo parastin û xweşik kirina çavên xwe bi kar anîne. Dayê Şemsa jî li ber destê diya xwe fêrî çêkirina kilê bûye û bi wê munasebetê çavên xwe kil dikin lê ji ber rewşa şer û şînê ku di mala wan de çêdibe, ev 15 sal e çavên xwe kil nekiriye.

NECAH MEÎŞ
Hesekê - Kihla El-Asmed cureyek ji kihlê Erebî ye û yek ji cure kevirên El-esfehan tê hesibandin. Rengê wê bi ser sor-reş ve diçe û li welatên Mexrib û Şamê tê dîtin. Kila çavan bi gelemperî li Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur, Mexrib, Asyaya Başûr û hin deverên Afrîkayê tê dîtin. Dîroka bikaranîna kilê vedigere 3500 sal B.Z. serdema bronzî. Hin şaristaniyên herî navdar ji wan jî Firewn bi kar dianîn. Gelek sedemên bikaranîna kilê hebûn, yek ji wan parastina çav ji tîrêja tavê ya bihêz a li çol û deverên germ bû, ji ber ku ew di nava Bedewiyan de gelekî belav bibû. 
Di heman demê de hinek bawer dikin ku kil çav ji hin nexweşiyan diparêze û ji bo nûbûyîna zarokên biçûk tê bikaranîn ew jî ji bo çavan xurt bike û çavên xerab an çavnebariyê dûrî wan bibe. Her wiha ji bo nexweşiyên çav derman e. Pirsgirêka kêmbûna çav çareser dike, ji iltîhaba çavan re derman e. Her wiha dîtinê xurt dike, parastina hesasiya çav ji mîkroban dike ji ber ku kil dikare hemû mîkrobên derbasî çavan dibe bikuje. Birînên çavan derman dike, xwîna di çav de radiwestîne û bedewiyek zêde dide çavan.
'Bûye 15'e sal kil bi çavên min neketiye'
Şemsa Ismaîl Xelê yq 55 salî ku di zarokatî de li ber destên dayika xwe fêrî çêkirina kilê bûye wiha dibêje: "Di biçûkanî de dayika min kil çêdikir û ez jî li ber destên wê fêr bûm. Me kil dianî, wek kevirekî reş bû. Dema me tenûra xwe dadida, me hevîrê xwe çêdikir û me kevirê kilê dixist nava hevîr û me dixist tenûrê heya roja dinê dima. Piştî me derdixist me di hawina hesin de baş dikuta û pişt re me li kitanê dixist û dikir kelçîvan. Jixwe me hinek zeyt jî dixist nav ji bo gelekî reş bike û dema li çavên xwe din xweşik bibe. Dema em biçûna cihekî yan dawetekî, me li çavên xwe dida. Kil çavan ji tozê diparêz e. Ev bûye 15 sal ji ber rewşa şer û şînên di mala me de, kil bi çavên min neketiye."