Kevneşopiya êvara henê
Kevneşopiya êvara henê di raboriya dîrokê de zindî maye. Fehîme Yûnis a ku di şahiya êvara heneyê ya keça birayê xwe Gulbîn de hazir bûye da zanîn ku ew heneyê ji bo xemilandina bûkê bi kar tînin û weke çand didin berdewam kirin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Pîrozbahiya êvara henê li gelek welatên cîhanê bi taybetî li Kurdistanê, welatên Ereban, Hindistan û Tirkiyeyê weke çandek kevnareye. Li her welatî êvara heneyê li gorî rê û resmên çanda xwe pîroz dikin. Mînak li gorî kevneşopiya Hindistanê ger ku rengê heneya bûkê tarî be, wisa tê bawerkirin ku wê hezkirina hevjînê wê di pêşerojê de, ewqasî jêre zêde be. Tevî ku di rê û resmên merasîma zewacê de gelek guhertin çêbûne û wekî berê bûk û zava li hespan siwar nabin û li gund nagerînin jî heya astekê çanda êvara heneyê heya niha zindî ye.
Di êvara henê de cilên netewî tên li xwe kirin
Êvara heneyê, beriya merasîma zewacê bi rojekê tê kirin. Di wê rojê de bûk hevalên xwe yên jin, zava jî hevalên xwe yên xort vedixwînin ku bi hev re vê şevê pîroz bikin. Bûk cil û bergên xwe yên gelerî ango cilên çanda Kurd, bi taybetî yên rengê sor li xwe dike û gerdena xwe jî girê dide. Paşê li mala bûkê, hevalên wê stranên êvara heneyê, jê re dibêjin. Bi vî rengî berdewam dike heya saetên êvarê ku zava tevî dayik, bav û mirovên xwe tên bûkê ji malê radikin û dibin cihê pîrozbahiyê.
Hene û bikaranîn karanîna wê
Hene nebateke kesk e, rengê wê bi ser qehweyî ve diçe. Di gelek mijaran de wekî boyaxkirina por, ji bo zêdebûn û dirêjkirina wê, dirêjkirina neynûkan û tansiyona xwînê her wiha ji bo nexweşiya laşmaniya û gelek tiştên din tê bikaranîn. Her wiha pelên heneyê ji bo estetîkê tên zuhakirin û wan bi ava gulan, misk û materyalên aromatîk re têkel dikin da ku pasteyeke hêsan çêbikin, li ser çerm nav ango gulan xêz bike û rengê wê tarî be. Ji ber nîgarên xweşik ên heneyê, ji demên kevnar ve ji bo xemilandina bûkê berî zewacê dihat bikaranîn.
Çavkaniyên bikaranîna heneyê vedigere serdema Fîrewnên kevnar, li wir ji bo boyaxkirina destên mûmyayan dihat bikananîn. Wan bawer dikir ku danîna heneyê li ser dest û lingên mûmyayan, wan ji xirabiyê biparêze. Misriyan jî bi rêya heneyê efsaneya dîrokî ya Îzis û Ozoyîs nas kirin. Di lêkolînên vê dawiyê de diyar kirin ku hene ji bo xemilandinê tê bikaranîn.
Kevneşopiyên dîrokî, danasîn û ronîkirina roja îro û pêşerojê ye. Dûrî şer û pirsgirêkên siyasî yên domdar, em hîn bêtir diherikin kûrahiya rihê civakê da ku em bi hev re kevneşopiyên berê bi çavên gel bibînin. Her çiqasî mirovan xwe guhertine jî li çand û kevneşopiyên xwe yên dîrokî xwedî dekretine û domandine. Em bi hev re li meta bûkê Fehîme Yûnis a ku di êvara heneya keça birayê xwe de hazir e, guhdar bikin ka çawa heya roja îro vê çandê didomînin.
Zindîkirina çandê
Di nava kelecan û kêfxweşiya pîrozbahiyê de Fehîme Yûnis wiha behsa êvara heneyê dike: "Em îro gelek kêfxweş in ku vê êvara heneyê pîroz dikin. Ya herî girîng û bi wate jî em çanda xwe ya kevnar girêdayî dapîr û bapîrên xwe vedigerînin û zindî dikin. Em di vê şevê de heneyê wekî hevîr diecilînin, paşê li kefa destên bûkê û zava dixin. Paşê ew destên xwe digrin, da ku neqşa heneyê lê bimîne. Hene navnîşana xemilandinê ye, bêyî wê nabe. Di heman wextê de jî bûk û zava cil û bergên çanda Kurd li bejna xwe dikin. Ruxmî rewşa şer, em ê şahiyên bi vî rengî çêbikin. Li aliyekî şer heye û li aliyê din jî em şahiyên xwe li dar dixin. Çawa be jî wê jiyan derbas bibe, jiyan diherike divê ku em jî pê re biherikin û bibin parêzvanên kevneşopiyên çanda kurdewarî."