Keda 7 mehan li ser dikê hat pêşandan
Navenda Çand û Hunera Mexmûr dewreya perwerdeyên xwe yên enstrûman û wêne xêziyê ku ev nêzî 7 meh in berdewam dikir bi şahiyekê dawî lê anîn.
Mexmûr – Navenda Çand û Hunera Mexmûr ji bo pêşxistin û perwerdekirina zarokên wargehê tu astengiyan nasnakin û rûxmê hemû bê derfetiyan jî dewreyên perwerdêyên enstrûmanan wekî tembur, gîtar û erebane didin zarokan. Îsal jî Akademiya Şehîd Serhed dewreyek li ser navê Şehîd Devrîm ya perwerda tembur, gîtar û wêne xêziyê ji bo zarokên wargehê di 1’ê Heziranê de bi tevlibuna nêzî 60 şagirtan dabûn destpêkirin û piştî perwerdeya nêzî 7 mehan jî bi şahiyekê dawî li perwerdeya xwe anîn.
Şahî li salona Konferansê ya Mexmûrê bi tevlîbûna malbat, saziyên wargehê û şagirtan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşa Kurdistanê destpê kîr. Piştî rêzgirtinê rêveberiya Çand û Hunerê mamoste Helena Babat axivî.
‘Kedeke pir mezîn ji aliyê mamosteyan û şagirtan ve hatiye dayîn’
Mamoste Helena di destpêka axiftina xwe de xêrhatina malbatên şagîrtên xwe kir û wiha got: “Em gelek bi kelecanin kû îro li pêşberî we ne, ev du sale me di binya saziya çand û hunerê de xebatên Akademiya Şehid Serhed û dewreya Şehîd Devrim daye destpêkirin. Kedek pir mezîn him ji aliyê mamosteyên me him jî, ji aliyê şagirtan ve hatiye dayîn û niha jî emê berhemê keda 7 mehan pêşkêşî we bikin.”
‘Di vê pêvajoyê de erkên pir mezîn dikevin li ser milên me’
Helena Babat di berdewamiya axîftina xwe de bal kişand ser erkên xebatkarên çand û hunerê di vê pêvajoyê de û wiha berdewam kir: “ Em di rojên dirokî re derbaz dibin û di vê pêvajoyê de erkên pir mezîn dikevin li ser milên me. Rêbertî jî gotiye di vê pêvajoyê de rol û misyonê herî giring li ser milê beşê huner û çapemeniyê ye. Em jî hewil didin di van herdû beşan de xwe hîn zêdetir pêçş bixin.”
‘Berhemê niha heman demê encama ked, sebir û pîştgiriya malbata ye’
Helena di dawiya axiftîna xwe de diyarkir ku piştgiriya malbatan ji bo zarokên xwe girînge û wiha dawî li axiftina xwe anî: “Berhemê niha hun di bînin ne tenê encama keda mamoste û xwendevanan de ye, heman demê de encama ked, sebir û pîştgiriya malbatên me, ji bo zarokên xwe ne. Hunê niha berhema keda ku we ji bo zarokên xwe dayî bibînin. Ji bo keda malbat û saziyên kû bi me re bune alîkar û di vê roja girîng de em tenê ne hêlane em gelekî sipas dikin.”
Piştî axîftinê şagirtan bi orkestirayekê berhemên xwe nişan dan. Piştî wê koma zarokan stranên xwe pêşkêş kirin û her wiha li salonê şagirtên ku di beşa wêne de perwerde dîtine wêneyên xwe xêz kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.