Kampanyaya hevgirtinê ya li Tunisê ji bo parastina cihên çandî û azadiya ramanê

Tûnisî, sînordarkirinên li ser azadiyên giştî û rewşenbîrî bi rêya hedefgirtina cihên çandî û hunerî, nemaze yên ku çalakî û semînerên civaka sivîl li dar dixin, şermezar dikin û banga piştgiriyê dikin.

 

NAZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis – Jin û mêrên Tunisî yên ku azadiya raman û derbirînê diparêzin, kampanyayek hevgirtinê ya berfireh dan destpêkirin. Armanca kampanyayê, destek dayîna cihên çandî yên ku di demên dawî de rastî zext û tacîzê hatine ye. Bi taybetî Cihê Çandî yê Rio ku li paytextê ye û amadekariya pîrozkirina sedsaliya xwe ya sala bê dike, armanca kampanyayê ye. Her wiha Komeleya Sînemaya Bizerte ku ji hêla hewldanên sînordarkirina wê ve hatiye hedefgirtin jî.

Dengek ji bo platformên alternatîf

Yên ku tiştê qewimî red dikin, bawer dikin ku pirsgirêk ne li ser saziyên çandî bi xwe ye, her wiha li ser rola girîng a civakî ya ku ev cih dilîzin e. Cihên çandî yên serbixwe êdî ne tenê salonên performansê an festîvalên fîlman in. Ew veguherîne platformên nîqaşên giştî, danûstandina ramanan, pêşxistina înîsiyatîfên sivîl, organîzekirina semînerên rewşenbîrî, çalakiyên mafên mirovan û civînên siyasî. Bi vî awayî dengek ji bo kesên ku pir caran dîtina platformên alternatîf dijwar dibînin, peyda dikin.

Ev kes bawer dikin ku sînordarkirina van qadan ne tenê bandorê li jiyana çandî dike, di heman demê de bandorê li tevahiya qada giştî jî dike, diyalogê sînordar dike, pirrengiyê têk dibe û şiyana civakê ya ji bo afirandina nîqaşek azad û berpirsyar, qels dike.

Armanca siyasî, bêyî qedexeyek fermî tê bidestxistin

Ew her wiha vê şêweya sînordarkirinê ji qedexekirina rasterast xeternaktir dibînin. Ji ber ku ew xwe-sansurê bipêş dixe. Dema ku xwediyên qadên çandî şahidiya tiştên ku bi serê yên din tên dikin, ew dest bi betalkirina semînerên hesas dikin. Ji hin hevkarên xwe dûr dikevin, ji pirsgirêkên mafên mirovan dûr dikevin û xwe bi çalakiyên ‘bi ewle’ yên ku balê nakşînin, sînordar dikin. Bi vî rengî, armanca siyasî, bêyî qedexeyek fermî tê bidestxistin. Tirs dibe sansur û bêdengî dibe polîtîkayek giştî ya neragihandî.

Navenda Çandî ya Rio cîhek çandî yê rêzdar e

Doha Qellalî, çalakvanek ji rêxistina Musawah e. Ew bawer dike tiştê ku diqewime ne armanca Navenda Çandî ya Rio ye, beşek ji siyasetek berfirehtir a çewsandinê ye. Wê da zanîn ku Navenda Çandî ya Rio cîhek çandî yê rêzdar e ku îro rastî tacîzê tê û wiha domand: “Ez peyamek piştgiriyê ji wê û ji hemû cîhên çandî yên serbixwe re dişînim ku di nav siyasetek giştî de ku armanc dike mirov û welat bitepisîne, bi heman zextan re rû bi rû ne.”

‘Heta ku qedexe ranebin çanda Tûnisê nikare geş bibe’

 Ew bêparkirina navendê ji fînansmana giştî, girtina kafeya wê û dûrxistina wê ji mêvandariya festîval û bûyerên mezin, ji bilî serdanên vekolînê yên ku têkiliya wê bi civaka sivîl re hedef digirin, şermezar dike. Ew van pêkanînan ‘pir xeternak’ dibîne. Ji ber ku wekî ew dibêje, “navend her gav ji bo her kesî vekirî bûye, çalakiyên çandî û hunerî yên rêzdar û dilsoz li dar dixe û xwepêşandanên civaka sivîl, di nav de yên bi xwezaya siyasî jî, pêşwazî dike. Dibe ku ji ber vê yekê îro tê cezakirin.” Wê piştrast kir ku her zextek li ser cîhê Rio an jî her sînorkirinek ku armanc dike li ser cîhê, nayê qebûlkirin û şermezarkirin. Wê redkirina hemû cureyên tepeserkirinê li dijî azadiyên giştî û rewşenbîrî tekez kir û got ku, “Qada çandî li Tûnisê nikare geş bibe an bipêş bikeve, heya ku zext û tepeserkirina ku bandorê li her kesî dike neyê rakirin. Ez parastina qadên çandî yên serbixwe, mîna şertek bingehîn a ji bo parastina pirrengiyê û mîsogerkirina berdewamiya jiyana çandî dibînim.”

Tiştê ku îro diqewime dê rojekê biqede

Doha Qellalî ragihand ku ew dizane ku ev rewş dê berdewam neke, mîna ku zextên berê yên li ser qadên çandî yên din û li ser nifşên rewşenbîr û çalakvanên di warê çandî de hatine kirin berdewam nekirine. Wê piştrast kir ku tiştê ku îro diqewime dê rojekê biqede û ev teqezî ew e ku wan dike ku li ser sebra xwe berdewam bikin. Doha Qellalî wiha got: “Û azadiyê di hemû awayên wê de biparêzin, hemû pratîkên tepeserkirinê û hewldanên tacîzê yên ku têne payîn ku mirovan ditirsînin şermezar bikin. Tenê biryardariya wan ji bo berdewamkirina rêwîtiya xwe xurt dikin.”

Girîngiya Navenda Çandî ya Rio

Rojnamevan Rebab El-Saraîrî diyar kir ku Navenda Çandî ya Rio bi dehsalan e ku ji bo hunermend û rewşenbîran, ciwan û pîr, xalek hevdîtinê ye. Rebab ragihand ku ev der her gav ji bo her kesî, bêyî ku girêdana wan a çandî, rewşenbîrî, siyasî an îdeolojîk çi be, cîhek pêşwazîkar bûye. Wê destnîşan kir ku ev cih roleke girîng di pêşxistina giyanê pirrengiyê û vekirina deriyê afirîneriya azad de lîstiye. Rebab wiha got: “Bi rastî jî meriv xemgîn dibe ku cihek ewqas bi prestîj a xwedî dîrokeke dirêj, niha di nav zextên li ser cihên çandî yên taybet de ye. Ev der, stûnek bingehîn a azadiya raman û afirîneriyê li Tunisê bûne û dimînin. Hedefgirtina van cihan rasterast şiyana civakê ya hilberîna çandek azad û cihêreng têk dibe. Her wiha, yek ji stûnên herî girîng ên jiyana çandî ya serbixwe qels dike.”

Piştgirî û hevgirtin

Sînorkirinên ku li ser cihên çandî hatine ferzkirin, ji hêla civaka sivîl û hin rêxistinên çandî ve bi berfirehî hatine şermezarkirin. Van rêxistinan bi rêya daxuyaniyan piştgiriya xwe ya tevahî nîşan dane. Di nav van rêxistinan de Weşanxaneya Dar Khraief jî heye ku di daxuyaniya xwe de hevgirtin û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Cihê Çandî yê Rio nîşan daye. Bi navenda ku niha bi tengasiyên ku berdewamiya çalakiyên wê û rola wê ya çandî tehdît dikin re, rûbirû ye. Weşanxaneyê banga piştgirî û parastina cihên çandî yên serbixwe li Tunisê kir. Weşanxane, wan wekî sermayeyek kolektîf, belgeyek dîrokî û stûnek bingehîn a jiyana çandî bihesibîne.

Festîvala Fîlman a Bizerte çalakiyek girîng a çandî û hunerî temsîl dike

Komeleya çandî ya Tunisê ‘Active’ jî di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ya tevahî bi Festîvala Fîlman a Bizerte re nîşan da. Komeleyê got ku Festîvala Fîlman a Bizerte çalakiyek girîng a çandî û hunerî temsîl dike û ev agahî dan: “Di gelek weşanên xwe de beşdarî dewlemendkirina dîmena sînemaya neteweyî bûye. Platformek ji bo afirîner û ciwanan peyda kiriye da ku karên xwe nîşan bidin û ezmûnên xwe biguherînin. Ji bo raya giştî cîhek peyda kiriye da ku sînemayê di asta herî bilind de bibîne. Hewl û xebata bêwestan a Komeleya Sînemaya "Bizerte" ji bo serkeftina vê bûyerê hêjayî hemû pîrozkirin pesindayînê ye. Em ji mezinahiya zehmetiyên ku komeleyên çandî di xebata xwe ya rojane de ji bo domandina berdewamiya bûyerên weha pê re rûbirû dimînin baş dizanin. Em di van şert û mercan de bi tevahî hevgirtina xwe bi tîma komeleyê re diyar dikin. Bi pîrozkirinek mezin ji bo sebir û biryardariya wan a berdewamkirina mîsyona xwe ya tevî zehmetiyan."

Bi gelemperî, qadên çandî yên serbixwe ji bo derbirîna azad stargehek in. Sînordarkirin an girtina wan, sînordarkirinek li ser her peyva azad û normalîzekirina rewşa heyî ye.