Jiyana jinên Sûdanî di romana bi navê ‘Siya Fozlavio’ de tê vegotin
Romana nivîskara Sûdanî Batoul Al-Şerîf a bi navê ‘Siya Fozlavio’, behsa têkoşîna jinan a li dijî zextên civakê, zewicandina zarokan û şîdeta civakî dike, normên ku jiyana jinan bi sînor dikin rexne dike.
MERVET ABDULQADIR
Sûdan – “Wekî ku jin heta hînî bêdengiyê bibin, mehkûmê axaftin bê deng bin. Dibe ku dema êşê dikşînin jî qîrîna xwe di nava bêdengiyeke bi êş de diqurtînin û destûr didin ku baweriyên wan ji jiyanê bêpar hiştine di ruhê wan ê qirêjbûyî de birînên wan nêm bigrin.”
Romana nivîskara Sûdanî Batoul Al-Şerîf a bi navê “Siyas Fozlavio” bi van gotinên balkêş dest pê dike. Di romanê de behsa jinên Sûdanê yên di bin zexta civakî, paşverûtiyên ku didomin û astengiyên li pêşiya wan û têkoşîna jinan a ji bo jiyanê dike. Batoul Al-Şerîf, diyar dike ku romana wê ilhama xwe ji tiştên li Sûdanê bi xwe bûye şahid girtiye. Nivîskar diyar dike ku armanca wê we e tiştên ku jin ji ber paşverûtî, normên civakî û zextan dijîn, bi zimanekî wêjeyî vebêje û balê bikşîne ser wan.
Ji şahidiya xwe îlham girt
Batoul Al-Şerîf diyar dike ku romana “Siya Fozlavio” ji rastiyên ku li Sûdanê ew bi xwe bûye şahid îlham girtiye û dide zanîn ku armanca wê ew e bi zimanekî wêjeyî behsa jinên ku di bin zextên giran ên civakî de mane, bike. Li gorî Batoul Al-Şerîf, di romanê de astengiyên ku li ser jinan tên ferzkirin û hêmanên ku jinan ji hemû mafên jiyanê bêpar dihêlin yek bi yek tên vegotin.
‘Behsa têkoşîna jinan a ji bo guherîn û azadiyê tê kirin’
Batoul Al-Şerîf, wiha dibêje: “Roman, bi pevçûnên di navbera sê nifşan bi teşe dibe. Dapîreke ku pir girêdayî kevneşopî adet û mîrasa civakî ye, dayîka ku nûnertiya vê pergalê dike û neviya bi karekterê Maîmouna ku hewl dide van astengiyan derbas bike. Ji ser van karekteran, behsa têkoşîna jinan a ji bo guherîn û azadiyê tê kirin. Maîmouna, pêkanîn ku ji mêran re feraxet tê kirin ji jinan re jî sînor tên çêkirin lêpirsîn dike û dibe sembola veguherînê.”
Batoul Al-Şerîf, di romana xwe de yek ji kevneşopiyên bê rehm ên di civaka Sûdanê de digre dest û wiha dibêje: “Mutîlasyona Genîtal a Jinan (FGM), hê jî li ser jinan tê pêkanîn. Ez vê yekê weke yek ji pratîkên herî giran û bi zirar li dijî jinan dibimin. Tevî têkoşîna rêxistinên jinan ên ji bo mafên jinan jî, hejmareke zêde ji civaka Sûdanê, îro jî vê kevneşopiyê didomîne. Heta di hinek rewşan de, mêrek dema ku hîn dibe hevjîna wî FGM derbas nekiriye, vê dike sedema hevberdanê yan jî piştî zewacê li ser ferz dike ku vê yekê bike. Ev yek jî nîşan dide ku li ser bedena jinan zexta civakî çiqas zêde ye.”
Kevneşopiya ‘zar’
Romanûs diyar dike ku di romana xwe de behsa kevneşopiya “zar” ku dema jin nexweş dikevin li cihê girtina alîkariya tibî, neçarî rîtuelan dimînin dike û wiha didomîne: “Ji ber vê kevneşopiyê, dema ku jin nexweş dikevin li cihê alîkariya tibî, serî li hinek rîtuelan didin. Van rîtuelan bi hêviya başbûnê ajalan dikin qurban an jî ruhan diqewirînin. Hinek jin, bawer dikin ku ruh hewl didin wan desteser bikin ger bi van rîtuelan neyên sekinandin dê tolê bigrin û dê tu carî baş nebin. Vê baweriyê dibe sedem ku jin ji mafê dermankirinê bêpar bimînin. Di salên dawî de têkoşîna ku li dijî vê kevneşopiyê tê meşandin û bi saya mafên jinan û zêdebûna hayjêbûna di warê mafên jinan de, em dibînin ku vê bandorê kêm bûye lê bi taybetî li herêmên bejahî û gundên dûr, hinek komên ji nava civakê hê jî vê yekê pêk tînin.”
Zewicandina zarokên keç
Batoul Al-Şerîf, di romana xwe de her wiha balê dikşîne ser zewicandina zarokan û astengiyên li pêşiya perwerdeya jinan. Batoul Al-Şerîf, diyar dike ku zewaca zarokan li ser zarokên keç, ji bo pêşketinê hem di warê fizîkî hem jî derûnî de dibe astengî û got ku zarokên keç di temenê ku tu tişt ji zewacê fam nakin, berpirsyariyên wê nizanin de tên zewicandin, bal kişand ku gelek ji wan zewacan bi hevberdan an jî pirsgirêkên malbatî bi encam dibin.
Mafê perwerdeya zarokên keç tê astengkirin
Batoul Al-Şerîf, bal kişand ku li Sûdanê hinek komên civakê perwerdeya jinan şerm dibînin û ji ber vê yekê perwerdeya zarokên keç tê bi sînorkiirn da zanîn ku li herêmên ku derfetên perwerdeyê li wan heye jî ev yek bi xwendin-nivîsandin û agahiyên bingehîn bi sînor dimîne. Nivîskar di romana xwe de li ser vê rewşê pir disekine, nîşan dide ku zêdetirî jin, hê jî xwendin û nivîsandinê nizanin û hinek ji wan tenê dikarin navê xwe binivîsînin.
Batoul Al-Şerîf, bal kişand ku ew di romana xwe de balê dikşîne ser pirsgirêka tacîzê ya di civaka Sûdanê de pir zêde ye û got: “Hinek derdor, dibêjin ku ji bo jin ji tacîzê xwe biparÊzin divê li malê bimînin û bi vê yekê hewl didin kiryarên tacîzê meşrû bikin. Di romanê de min hewl da nêzikahiya civakê ya ku kesên rastî tacîzê hatine sûcdar dibîne, dema ku kes tiştên dijîn tînin ziman şermezar dike û wan weke kesên ku derketine derveyî normên civakî, malbatên xwe dane şermê bi nav dike nîşan bidim.”
Dixwaze bi romana xwe guherînê çêbike
Batoul Al-Şerîf, li ser dengvedana romanê ya di nava civakê Sûdanê de got ku armancad wê ew nîn e ramanên mirovan kontrol bike lê armanca wê ew e ku nêrîna civakî ya ku ji ber kevneşopiyan çêdibe û zextê li ser jinan çêdike biguherîne. Nivîskar dide zanîn ku ew li bende ye rastî bertekên mezin were û balê dikşîne ku heta jinên Sûdanî mafên xwe bi dest bixin ew ê têkoşîna xwe bidomîne.