Jinên nivîskarên koçber ên Tûnisî bi paşguhkirinê re rûbirû ne

Jinên nivîskarên koçber ên Tûnisî, bi rewşeke ku mîna “tundiya paşguhkirinê” tê pênasekirin re rû bi rû ne. Jin, di medya, civînên wêjeyî, çandî û çalakiyên jinan de tînin ziman ku her dem tên îhmalkirin û vederkirin û xwestin ev rewş bi dawî bibe.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ

Tûnis – Jinên nivîskar ên ji Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn koç dikin, rastî gelek astengiyan ku hebûna wan a di qadên çandî û medyayê de asteng dike tên. Vederkirina jinan ji çalakî û civînên wêjeyî, derfetên wan ên îfadekirina fikir û nêrînên wan qels dike.

Di vê xalê de, pêdiviya piştgirîdayîna ji bo xebat û dengê wan derdikeve holê. Ev yek mîna riyeke bingehîn a ji bo dewlemendkirina diyaloga çandî û civakî û xurtkirina cihêrengiya di qada afirîner de derdikeve pêş. Nivîskar û wêjevana Tûnisî Fethiye Dubeş jî bal kişand ser girîngiya hebûna jinan a di hevdîtinên çandî de.

‘Jin her dem tên vederkirin’

Fethiye Dubeş, bal kişand ser zehmetiyên ku jinên nivîskar ên li derveyî welat dijîn,  dikşînin û diyar kir ku ew jin bi “tundiya paşguhkirinê” re rû bi rû dimînin, ji medyayê, çalakiyên wêjeyî û çandî heta çalakiyên jinan tên vederkirin û lewre daxwaza naskirinê dikin.

Fethiye Dubeş, diyar kir ku bi taybetî ji bo nivîskarên jin ên koçber xwe bidin nasîn û ji bo li van qadan nêrînên jinan dîtbarî bikin, beşdariya wan a çalakiyên çandî pêdiviyek bingehîn e û wiha axivî: “Çalakiyên bi vî awayî ji bo nivîskarên jin ên li derveyî welatên xwe dijîn xwedî girîngiyeke jiyanî ye û derfet dide jinan ku mîna nivîskar bên naskirin. Her wiha hevpeyvînên bi çapemeniyê re tên kirin, têkarî dibe ku berhemên xwe hem li welatên xwe û hem jî li derveyî welat bidin naskirin û ev yek dibe alîkar ku çerxa dijberî xwe bişkînin.”

Dijwariya dualî

Fethiye Dubeş, da zanîn pirsgirêkên ku nivîskarên jin ên koçber ên Tûnisî pê re rû bi rû dimînin, di navbera welatê wan û welatê ku lê dijîn de dualîteyê çêdike. Fethiye Dubeş, diyar kir ku mîna nivîskarek tercîh dike bi Erebî binivîsîne û biweşîne, di navbera Tûnis û Fransayê de diçe û tê û berhemên wê jî bi piranî digihîjin xwînerên li Rojhilata Navîn. Fethiye Dubeş, da zanîn ku sedema vê yekê ew e ku bi riya zimanê xwe yê dayikê bi xwîneran re têkilî datîne.

Fethiye Dubeş, diyar kir ku hilbijartina wê ya zimanê Erebî şêweyekî protestoya li dijî nasnameyên parçebûyî yên di navbera "li vir" û "li wir" de ye û wiha got: “Jiyana min a rojane jî ji ber xebata bi biyaniyan re û pêdiviyên qadên kar bi Fransî derbas dibe. Vegera zimanê Erebî bi riya nivîsandinê, dihêle ku ez di navbera her du zimanan de hevsengiyek ava bikim. Lê ez di gihîştandina nivîsên Erebî ji bo xwînerên Ereb de zehmetiyan dikşînim û ev yek jî ji ber leza hêdî ya belavkirina pirtûkan a li herêmê, kêmbûna cihên çandî û fuaran, beşdariya sînorkirî ya nivîskarên jin ên koçber a hevdîtinan û nebûna vexwendinên me yên ji welatên ku em lê dijîn e.”

Fethiye Dubeş, destnîşan kir ev astengî ne tenê madî ye, di heman demê de çandî ye jî û bal kişand ser nebûna piştgiriya têrker ji bo vexwendina nivîskarên jin ên koçber û bilindkirina dengê wan. Fethiye Dubeş, got: “Nivîskarên jin bi gelemperî bi baldariyek mezin cihên ku berhemên xwe biweşînin hildibijêrin. Xwînerên min bi gelemperî ji herêma Meşrîqa Ereb in û berhemên min li Iraq, Urdun û Misrê tên weşandin lewma nêzî ji sedî 80 xwînerên min ji derveyî Tûnisê ne.

‘Nivîskarên jin rastî neheqî û paşguhkirinê tên’

Fethiye Dubeş, da zanîn ku yek ji zehmetiyên ku nivîskarên jin pê re rû bi rû dimînin, meraqa xwîneran a li ser jiyana wan a taybet e û diyar kir ku berhem piranî caran ne mîna berhemên wêjeyî yên serbixwe, mîna pencereyek ji bo nasnameya jina nivîskar tên xwendin. Fethiye Dubeş, diyar kir ku vê yekê destpêkê mîna cureyek neheqiyê dîtiye lê bi demê re fêm kiriye ku ew dikare bibe yek ji kanalên gihîştina xwendevan. Fethiye Dubeş, got rûxmê ve yekê jî dîtina sînorkirî danasîna nivîskar dijwar dike û hebûna wan qels dike: “Ev yek rewşenbîrên jin neçar dike ku ji bo bihîstina dengê xwe û qebûlkirina pozîsyona xwe ya wêjeyî zêdetir hewl bidin. Min di destpêkê de cihnegirtina nivîskarên jin ên koçber di medyaya neteweyî û herêmî de mîna cudakarî pênase nedikir û difikirîm ku ev yek ji ber zehmetiyên ragihandinê û serdestiya hinek dengan di qada çandî de çêdibe lê bi demê re, min fêm kir ku ev ne xwezayî ye û neheqî û paşguhkirina tecrubeyên nivîskarên jin e.”

‘Çalakiya nivîsandinê mîna aydê mêran tê dîtin’

Fethiye Dubeş, diyar kir ku ji ber ew li Tûnisê bi riya radyoya çandî xwedî girseyek xwîneran e, xwe bi şans hîs dike lê ruxmê vê yekê jî ji dezgehên din ên medyayê eleqe nabîne û nayê vexwendin. Fethiye Dubeş, destnîşan kir ku mafê beşdarbûna nivîskarên jin ên sirgûnkirî ji bo van qadan heye û got: “Jin heq dikin ku berhemên wan hêjayî ronîkirinê bin û tercubeyên wan li ber çavan bên girtin. Nivîsandina jinan hê ji ber nêrîna baviksalar û navendî ku çalakiya nivîsandinê mîna aydê mêran dibînin tê qelskirin.”

‘Afrîneriya jinan nabe ku neyê dîtin’

Fethiye Dubeş, têkildarî destgirtina pirsgirêkên jinan di berhemên xwe de jî diyar kir ku ew bi domdarî mîna "nivîskarek femînîst" tê dabeşkirin. Fethiye Dubeş, da zanîn ku nivîsandina li ser jinan ne hilbijartineke demkî yan xemilandî ye, parçeyek çalakiya afirîneriyê ye û axaftina xwe wiha domand: “Rastiya ku piraniya karakterên di romanên min de jin in hilbijartinek bi zanebûn e. Ji ber ku di nivîsên berê de jin bi gelemperî hêmanên temamker ên qehremanên mêr bûn, min xwest rol û jiyana rasteqîn ên jinan bidim wan. Romana min a "Melanîn" ku bû sedema navdarbûna min, li Navenda Lêkolînên Sosyolojîk a Zanîngeha Toulonê mîna romana pêşîn a femînîst a navber" hat binavkirin. Vê yekê min gelek kêfxweş kir.”

Fethiye Dubeş, qala rewşa heyî ya jinên li Tûnisê kir û diyar kir ku tundiya li dijî jinan diyardeyek gerdûnî ye: “Jinên di civakên cuda de rastî vê tundiyê tên. Ruxmê ku Fransa mîna "welatê azadiyan" tê pênase kirin jî nivîskarên jin ên koçber ji Başûr bi vederkirin û cudakariyê re rûbirû dimînin.”

Nivîskar û wêjevana Tûnisî Fethiye Dubeş, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em niha ji bo li dijî derketina vê rewşê û dîtbarîkirina hebûna wan li ser projeyek dixebitin. Dengê nivîskarên jin ên koçber hê nayê bihîstin û carna jin bi bêxemî û nenaskirine pergalî re bi "tundiya paşguhkirinê" re rû bi rû dimînin.”