Jinên Kobanê çanda cilên kurdewar diparêzin
Cilên Kurdî yên folklorî xwedî dîzayn, afrînerî û rengên bedew in, dîroka herêmê û nasnameya gel nîşan didin lewre jinên Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê wan bi destan didûrin û ji windabûnê diparêzin.
NORŞAN ABDÎ
Kobanê – Jinên kantona Kobanê ya herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû warên jiyanî de kar dikin, di nav de karê destan, dirûtin û xemlandinê ji bo çand û kelepora bajarê xwe biparêzin.
Çil û bergên folklorî parçeyek girîng ji nasname, çand û kelepora gelan û pêkhateyan in û ji ber ku jin bi nasnameya xwe ve girêdayî ne vî karî dikin. Dema mirov li cilên rengîn ên jinan mêze dike herêm û çanda wan nas dike.
‘Ji bo parastina çanda me ez keça xwe fêrî vê pîşeyê dikim’
Şara Mihemed Îso 50 salî ye li ser karê xwe yê jê hez dike diaxive û dibêje: “Di 17 saliya xwe de, ez ji xaltîka xwe fêrî dirûtinê bûm û min kar kir, ji wê demê ve ez karê dirûtin û xemilandina cilên Kurdî folklorî dikim.”
Her wiha gelek jinên malbata Şara Mihemed vî karî dikin, dibêje: “Tevî temenê min ê mezin jî ez nikarim dest ji kar berdim ji ber ku ez jê hez dikim û dixwazim çanda xwe biparêzim, hin astengiyên kar hene enerjiyek zêde pêwîst dike çavan diwestîne. Ev cil û berg çand û nasnameya me Kurdan in, dapîrên me li xwe dikirin, di nava malê de û li derve jî lê îro em tenê di rojên taybet û cejnan de li xwe dikin. Divê dayik her dem li xwe bikin ji bo nifşên pêşerojê, lewre ez keç û bûka xwe fêrî vî karî dikim weke çawa dapîr û dayikên me ji salên dirêj ve gihandin me. Cudabûna van cilên Kurdî tenê di rengan û cureyên qumaş de ye, jinên temenê wan mezin fistanên fireh keleporî li xwe dikin lê jinên ciwan hinekî modern çêdikin. Gelek cure û şêweyên xemilandina cilên Kurdî hene, ji bo xeftan em kob li pêş û jêr ve dineqşînin, fîstanan jî bi neqşên gul û çîçekan dixemilînin.”
Tevî hemû zehmetiyan dest ji kar bernadin
Bakîra Sincar a 48 salî ji 30 salî ve karê dirûnê dike, li ser vê mijarê dibêje: “Ez ji dayika xwe fêrî vê pîşeyî bûm û ji 17 saliya xwe ve di kargehan de kar dikim. qutkirina qumaşan hez dikim, ez qet dest ji karê xwe bernadim. Di roja îro de cilên Kurdî yên folklorî gelekî tên xwestin. Li Kobanê du cureyên wan hene, yên malê û yên rojên taybet û cejnan ku ji fîstanê bi destên dirêj bi navê Xelcik û Jim Qeftan pêk tê, bi makîne û destan jî tê dirûtin, bi derziyan, morikên rengereng tên xemilandin.”
Bakîra Sincar bal kişand nebûna kerabe ya li Kobanê ku sedema wê ji aliyê dewleta Tirk ve qûtkirina ava Firatê ye wiha got: “Nebûna kehrebeyê ji astengiyên herî zehmet e ji ber ku ez li malê kar dikim û jeneratora min nîn e, ez heta êvarê li benda kehrebeyê jeneratora giştî dimînim, karê êvaran jî bandorê li çavên min dike li gel êşa piştê û gurçikan jî ez karê xwe berdewam dikim û çanda xwe diparêzim.”