Jinên herêma dîrokî Qesrînê çanda kevnar diparêzin

Li Qesrîna ku herêmeke dîrokî ya Tûnisê ye; jin xwedî li mîrasa çandî derdikevin, diparêzin û radigihînin nifşên pêşerojê. Jinên Qesrînê balê dikşînin ku kevneşopiya çandî ya ku xwe pê îfade dikin, nasnameya wan bi xwe ye.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Jin û civakan, çanda xwe bi helbest û wêjeyê, kirine stran, bi riya gotinan, heta îro anîne. Ên ku bi çanda xwe jiyane û heta îro anîn e jî jin in. Çanda ku berê bi wêjeya devkî hatiye ragihandin, bi demê re êdî li ser kaxizan hatiye nivîsandin û mayînde bûye.

Herêma Qesrînê ya Tûnisê, li beşên navîn e û cihekî dîrokî ye. Rola jinan di parastina mîrasa çandî ya li herêma Qesrînê pir girîng e. Jinên li Qesrînê, gelek bi mîrasa xwe ve girêdayî ne û bi hezkirin diparêzin. Bi taybetî kevneşopiya xwe ya gotinî, stran û çîrokên xwe, weke riya vegotina hest û ramanên xwe bi kar tînin. Jin ligel jiyandina vê mîrasa çandî, nû dikin û hewl didin bi îro re ahenga wê çêbikin.

‘Jin bi çanda xwe ve girêdayî ne’

Saniye Hasnî got ku jin ji dil û can bi çanda xwe ve girêdayî ne û got: "Me mîrasa çandî ji pîr û kalên xwe girtiye, di rojên weke dawetan de dema em li hev kom dibin em pê dijîn û bi kar tînin. Jin ji bo parastina vê çandê bi biryar in. Ji bo van kevneşopiyan ji nivşên pêşerojê re ragihînin, her dem tên ba hev û behsa girîngiya nirxên çandî dikin.”

‘Mîrasa me ya çandî tenê bi wêjeya gotinî bi sînor nîn e’

Saniye Hesnî diyar kir ku mîrasa çandî tenê bi wêjeya gotinî re bi sînor nîn e, axaftina xwe wiha domand: “Mînak Qula ya ku em li metbexê bi kar tînin heye. Nêzî 40 jin li malek kom dibin, biharat û xwarinên ku salek bixwin amade dikin. Ev yek jî ji demên berê maye. Mîrasa çandî di heman demê de reqs e, folklor e, teşîrêsî û hemû tiştên ku ji hiriyê tên çêkirin e. Mînak barnous cilekî mêran ji ‘hiriyê tê çêkirin’ û betaniyeyên meşhûr ên Qesrînê ji hiriyê tên çêkirin hene. Berhemên wiha em girîng dibînin û diparêzin.”

‘Parastina mîrasa çandî girîng e’

Nesrîn Helalî diyar kir ku ji bo kevneşopiyên wan werin parastin û bigihîjin pêşerojê divê derfet û piştgirî ji jinan re werin dayîn. Nesrîn Helalî, mîrasa çandî, weke çalakiyên rojane yên çêkirina xwarinê, stran û helbestan pênase kir û bal kişand ser girîngiya parastina vê mîrasê.

‘Jin ji bo parastina kevneşopiyên xwe di nava hewldanan de ne’

Helbestvan Doha Boutrah, bal kişand ser girîngiya jiyandina çandê ji aliyê jinan ve û diyar kir ku parastina vê mîrasê, berdewamiya nasnameyê ye. Doha Boutrah got ku di warê dîrokê de xebatan dimeşîne, diyar kir ku hezkirina dîrokê, di parastina çandê de girîng e û got: “Jinên li Qesrînê, ji bo parastina mîrasa çandî û ragihandina ji nifşên nû re roleke mezin dilîzin. Ji bo kevneşopiyan bidin jiyîn û van nirxan bi pêş bixin, di nava hewldaneke mezin de ne.”