Jineke Belûc û du zarokên wê ji Hirmendê hatin dersînorkirin
Li gorî raporên ji parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, jina Belûc a 23 salî Kolsum Raxşanî bi du zarokên xwe yên biçûk re bi serdegirtina hêzên leşkerî ya li ser maleke li navçeya Hirmendê hatin girtin û paşê ji bo şandina Efganistanê hatin dersînorkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora "Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê" roja 18’ê Gulana 2026’an, hêzên leşkerî li navçeya Hirmendê avêtin ser mala xizmekî malbata Raxşanî û çend endamên malbatê binçav kirin.
Di navbera kesên ku hatine binçavkirin de Kolsum Raxşanî ya 23 salî û du zarokên wê yên biçûk, Sara Raxşa û Ayşe Raxşanî ya çar salî jî hebûn. Tê gotin ku malbat ji herêma Şîrabad a Zahidanê ye.
Li gorî raporan, hêzên leşkerî jin û zarokên wê bêyî biryara dadgehê yan ravekirinek fermî binçav kirin û paşê sirgûnî Efganistanê kirin.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Kolsum Raxşanî yek ji welatiyên Belûc e bê belgeyên nasnameyê ye û ev yek wekî hincetek ji bo girtin û dersînorkirina wê hatiye bikaranîn. Lê belê, parêzvanên mafên mirovan tekez dikin ku dersînorkirinên bi zorê bêyî pêvajoyeke dadwerî û mafê parastinê pratîkên derveyî dadgehê û binpêkirina mafên bingehîn ên sivîl in, nemaze dema ku dor tê ser jin û zarokan.
Li gorî van çavkaniyan, malbata Raxşanî der barê cihê ku ew û zarokên wê hatine girtin an jî der barê dema dersînorkirina wan de tu agahî nedane.
Girtina kesên ku li dijî destwerdana leşkerî xwepêşandan dikin
Di heman demê de bi girtina Kolsum Raxşanî û zarokên wê re, du welatiyên din ên Belûc ên ku li dijî rewşê xwepêşandan li dar xistin jî ji hêla hêzên leşkerî ve hatin girtin.
Dema ku vê raporê hat amadekirin jî der barê rewş, cih û çarenûsa van herdu kesan de tu agahî nehatibû parvekirin. Malbatên wan ji îhtîmala windabûna bi zorê û berdewamiya girtina wan bi fikar in.
Zêdebûna zextên li dijî Belûcên bê nasname
Ev bûyer di demeke ku girtin û dersînorkirina welatiyên Belûc ên bê nasname di salên dawî de li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê veguheriye krîzeke mirovî ya cidî de diqewimin.
Li gorî rapora salane ya 2025’an a "Tora Belgeyên Mafên Mirovan a Belûcistanê", herî kêm 293 welatiyên Belûc li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin; 25 ji wan zarok, 7 jî jin in.
Her wiha di raporê de tê diyarkirin ku 36 welatiyên Belûc ên bê belge ku pênc ji wan zarok in, ji bo Efganistanê hatine dersînorkirin. Heman rapor destnîşan dike ku di 21 bûyeran de, hêzên leşkerî êrîşî malên welatiyên Belûc kirine, bi hinceta nebûna belgeyên nasnameyê ew girtine û şandine kampên taybet ji bo welatiyên biyanî.
Zêdebûna zextên li ser gelê Belûcistanê
Çalakvanên Belûc û rêxistinên mafên mirovan hişyar dikin ku berdewamiya van pratîkan, bi taybetî hedefgirtina jin û zarokan dê rewşa mirovî li deverên xizan ên Belûcistanê xirabtir bike û pirsgirêkên nebûna nasnameyê, dûrketina civakî û bêewlehiyê girantir bike.
Li gorî wan, gelek welatiyên Belûc ên bê belgeyên nasnameyê li Îranê ji dayik bûne; lê belê, ji ber pirsgirêkên îdarî, cudakariya pergalî û astengiyên qanûnî, nikarin bigihîjin belgeyên nasnameyê. Ev yek wan dixe xetera binçavkirin, dersînorkirina bi zorê û bêparkirina ji mafên hemwelatîbûnê yên bingehîn.