Ji koçberiyê ber bi meydana hunerê ve

Gulistan Welo Welî ya Kobanî pejirand ku parçeyên şûşeyan veguherîne berhemên hunerî û xemlên malê. Gulistan banga “piştî têkçûna yekem dev ji xewnên xwe bernedin” li jinan dike.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Gulistan Welo Welî ya 27 salî ji gundê Bêriş ê girêdayî Kobanê ye. Gulistan piştî vegera xwe ya sala 2015’an ji koçberiya Bakurê Kurdistanê, dest bi lêgerîna karekî kir ku bikaribe bi riya wî projeyeke taybet ava bike. Piştî ceribandinên cihêreng, di nîgarkirina ser şûşeyê de qadeke ku li gorî şiyana wê bû dît.

Berhemên xwe yên yekem li malê hîştiye

Gulistan Welo Welî dibêje ku destpêka karê wê hêsan nebû, di çêkirina nexşe û sêwiranan de gelek zehmetî kişand û wiha axivî: "Ji ber vê yekê, min berhemên yekem ên xwe li malê hişt û bi domandina rahênanê karê xwe bipêş xist, heta ku karîbûm wan bifroşim. Ez li ser şûşe, dar û plastîkê dixebitim û ji bo xemilandinê reng, madeyên zeliqandinê û tiştên wek mircan bi kar tînim. Her wiha di mîhrîcana “Vegera Çanda Dayîkê” ya li gundê Elbelorê de beşdar bûm û berhemên xwe pêşkêş kir."

Sêwiranên destan li gorî daxwazên xerîdaran

Gulistan Welo Welî derbarê xebatên xwe de da zanîn ku ew sêwirana ku xerîdar dixwaze pêşî li ser kaxezê xêz dike, paşê wê derbasî şûşeyê dike û piştî hişkbûna wê, reng û hûrguliyên dawî lê zêde dike. Gulistan wiha berdewam kir: "Her perçeyek li gorî daxwaza xerîdar, bi nav, nexşe an jî sembolên ku ji çanda kevneşopî hatine wergirtin, tê xemilandin."

'Bi şiyanên xwe bawer bin û netirsin'

Gulistan Welo Welî dibêje ku avakirina projeyeke taybet hewceyê sebir û xebata domdar e. Gulistan jinan teşwîq dike ku bi şiyanên xwe bawer bikin, ji ceribandinê netirsin û piştî têkçûna yekem dev ji xewnên xwe bernedin.