Jin mîrasa Nubyayê diparêzin

Li Misrê ‘Hewldana Kandakat Al-Dîwan’ ku ji aliyê komek jinên Nubyayî ve hatiye destpêkirin, ji bo mîrasa Nubyayê tune nebe dixebitin û di heman demê de li dijî êrîşên zayendperestî têdikoşin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Herêma Nubya ya li Başûrê Misrê, çanda xwe heta roja me ya îro parastine. Bi taybetî ji bo jinên Nubyayî, bi cil û bergên gelerî û wêneyên ku li dîwaran daliqandî ne rengê çandê nîşan didin. Çand, jiyan û zimanê herêma Nubyayê ji ber ku roj bi roj tê jibîrkirin, jin ji bo mîras û çanda xwe biparêzin û bibin xwedî zanyarî û parastin ‘Hewldana Kandakat Al-Dîwan’ hat destpêkirin. Parêzer Naglaa Abu Al-Majd ji dema zanîngehê ve heta niha bi vê çanda Nubyayê re eleqedar dibe. Der barê xebatên xwe de bersiva pirsen ajansa me da.

*Hûn dikarin behsa mîrasa Nubyayê û ji bo jiyana vê mîrasê avakirina ‘hewldanan Kandakat Al-Dîwan’ bikin?

“Ez mîras, dîrok û çîrokên welatê me li her cihê dibêjim. Piştî şoreşa 2011’an da ku zarokên me ji bîr nekin bi taybetî der barê mijara zimanê Nubyayê de hişmendî zêde bû. Di demên dawî de me tesbît kir ku cilên jinên Nubyayî tên guhertin. Li welat jinên ciwan cilên weke eba li xwe dikin, cilên Nubyayê û berhemên wê yên taybet ji bo gelek welatan weke dîyarî tên şandin. Guherînên ku di jiyanê de hatin kirin nexweş bû, ji ber bi demê re em bi metirsiya jibîrkirina çanda Nubyayê re rû bir û bûn. Ev jî bi me da fikirandin ku em mal û cilên çanda me nîşan didin çêbikin. Di heman demê de ji bo parastina girîngiya ziman hişmendî hat avakirin. Ez ji gundê Al- Dîwan ku di demên berê de navenda hikumetê ye me. Ez bi keçan re der barê fikrên hewldanan de axivîm û ew jî der barê vê mijarê de bi heyecan bûn. Me hewl da em madeya xam dabîn bikin û me proje ava kir.

*Ji bo parastina mîrasa Nubyayê berê ceribandinên we çêbûn? Hûn dikarin behsa eleqeya xwe ya ji bo mîras û çandê bikin?

Rêwîtiya min dema ku min li zanîgeha Qahîreyê dixwend dest pê kir. Me stran digotin, em bi zimanê xwe diaxivîn, bi malbatên Nubyayê yên din re bi hevparî partî li dar dixistin. Ji ber perwerde û welidînê ez demek jê dûr ketim. Di dema şoreşa 25’ê Çileyê de. Hewldanek min a bi navê ‘Ji welatê zêran Nabayî’ hebû. Di mijara bi hêzkirina jinan de ji bo nasandina Nubyayê û mîrasa wê ez diçûm Nubyayê min konferans didan. Ji bo parastina mîras û pêşxistina kêrahtiyên jinan em li ser hinek projeyan xebitin. Me civîn li darxistin.

*Cihêkariya zayendperestiyê di kîjan astê de bandorê li jinên Nubyayê kir? Hûn zehmetiyên  çawa dikşînin?

Bi giştî jin li hemû aliyên cîhanê êşê dikşînin, bi taybetî civaka li derdorê ji ber cuda ye, ev rewş jî bi giştî jinan, rêjeya wê zêde ye. Ger em werin ser jinên Nubyayê; dema em ciwan rastî tacîzê dihatin bêdeng dibûn, ji ber ku em wisa mezin bûn. Ji ber vê yekê bersûcên tacîzê bêyî ku zexteke civakê bijîn bi awayekî rehet jiyana xwe berdewam dikir. Di jiyana xebatê de em cihêkariya jin û mêr dibînin, karê wekhev û baca wekhev nayê pêkanîn. Ger mêr xwedî wê wesfê bin jin di dema belavkirina bacê de rastî cihêkariyê tên.

Ez weke endameke Cepheya Navneteweyî ya jinên Misrê, parçeyek ji jinên ku tenê ji ber zayendperestiya civakê, ji bo lêkolîna mijara cihêkariyê komek ku biryar dane biçin parlamentoyê me. Li Misra Jor jin ji gelek mafan bêpar in. Zehmetiyên  ku jinên Nubyayê rast tên ji jinên din ne cudatir e. Ji ber ku di civakek mêrsalarî de ku jin ji hemû mafê xwe bêpar dimînin dijîn. Qeyrana aborî hê jî bi temamî li pêş e û di astên zêde de bandorê li ser jinan dike. Jin ji derveyî guherîna avhewayê, encamên şerê Ukrayna- Rusya û beriya wê belavbûna vîrusa koronayê gelek êşan kişandin. 

*Hinek alî îdia dikin ku keda dest weke tê xwestin nayê teqdîrkirin. Hûn vê nêzikatiyê çawa digrin dest? Koleksiyona herî girîng a ku hewldana Kandakat Al-Dîwan çêkirine kîjan e?

Ger tiştên tên berhemdan, weke ku tê xwestin populer nebin, rastî zextên zêde tên. Ji bo bazarkirin û nasandinê hewldanên duqat pêwîst in. Di hewldana Kandakat Al-Dîwan de em karê hêsîr û hinek malzemeyên din jî di nav de hinek malzemeyên tên bikaranîn ji bo em bînin ji derveyî barê seyahetê, rewşa malî û malzemeyên ku di berhemên cuda de tên bikaranîn bendewariya ku wê xerckirinek çêbibe di nav de em rastî gelek qeyranan tên. Bazarkirin jî yek ji wan astegiyan e. Em ne xwediyên wê hostahiyê ne ku berhemên Misrê weke tê xwestin bidin nasandin.

Li ruxmê ku ji derveyî welat daxwaz ji bo berhemên Nubyayê hene, xebetên xwecihî pêwîstî bi hin zêdetir xebatê heye. Di nava parçeyên koleksiyonê ku tên berhemdan de, ji derveyî tepsiya ku di dawetan de tê bikaranîn, di qebareyek cuda û tayê bi rengên cuda hat çêkirin a bi navê ‘Al-Qarj’, çente, baweşînka Nubyayê ku bi kêrî modeya ekstrem tê cih digre. Di heman demê de aksesuarên ku ji zêr hatin çêkirin û aksesuarên cuda, kîsên telefonan, tebeqên çapa Nubyayê, cilên ku peyvên zimanê Nubyayê li ser in û hîn zêdetir em çêdikin.”