Jin îsal di sînemaya Yemenê de li pêş bûn
Fîlmên Remezanê dozên civakî yên Yemenê nîqaş kirin û binpêkirinên mafên jinan tê de hatin pêşkêşkirin. Di fîlma "Geşta çûyînê” (ONE WAY) de ku pirsgirêka kesên ji ber şer li derveyî Yemenê asê mabûn pêşkêş kir, lîstikvan Salî Hamada û lîstikvan Zîkra Ehmed bi rola leheng derketin pêş.
NÛR SIRÎB
Yemen- Dramaya Yemenê ya îsal bû şahidê hebûna jinan a berbiçav. Digel zêdebûna pêşbirka di navbera qenalên Yemenê de ji bo hilberandin û pêşandana rêzefîlman bi munasebeta meha Remezanê. Tevî domandina şer li hin bajarên Yemenê, şert û mercên welêt li pêş afirîneriya hunerî nebûn asteng.
Lîstikvan Ebîr Ebid El-Kerîm ku ew yek ji lehengên fîlma (Hebe Bilkarton) e ji ajansa me re der barê mijarê de wiha got: "Ev sal ji aliyê hebûna jinan ve di dramayê de pir cuda bû, tevahî kar bi beşdariya jinan hatin kirin. Ev yek berovajî salên berê ye, berê lîstikvanên jin di fîlman de kêm bûn.”
Di sînemaya meha Remezanê de jin bi rolên leheng rabûn
Ebîr Ebid piştrast kir ku di dramaya meha Remezanê ya îsal de xuya bû ku teqez jin dikarin rola lehengiyê li kêleka mêr bilîzin û wiha domand: “Îro hin jin bi me re hene ku di warê mêkab, derhênerî, nivîsandin û strangotinê de afrîner in. Ev yek jî tiştekî erênî ye û hêvî dikim ku berdewam bike. Em îro jinan di hemû warên hunerî de bibînin.”
Di rêzefîlma "Mexlef Siîb" de, Xayda Cemal, Sara El-Esedî, Manal El-Qahtanî û Riweyda Ribêh bi rola leheng derketin ku bûyerên fîlmê bi rengekî dramatîk li dora revandina otobusek ji bo drav dizivirî her wiha rêzefîlm behsa diyardeya zewaca di temenê biçûk de dike ku Yemen jê êşê dikşîne.
Mijarên rêzefîlman nêzîkahî û tundiya malbatê ya li dijî jinan e
Rêzefîlma "Leyalî El-Cehmeliye"aliyek ji tundiya malbatî û encamên ku dihêle malbat hilweşe pêşkêş dike. Di wir de Salî Hamada, Necîba Ebdullah, Zîkra Ehmed, Xeyda Cemal, Sara El-Hacirî, Xezal El-Xeyat, Riweyda Ribêh û Sara El-Axa rolên lehengiyê lîstin. Di nivîsandina fîlm de Belqîs El-Ewdî û di strangotinê de hunermend Dunya Mihemed beşdar bûn.
Her wiha di lehengiya fîlma "Kapêtşîno" de Merwa Xalid û Fîda Ebû Hamada beşdar bûn, di nav dozên ku pêşkêş kir de, doza zewaca berdêlî bû ku ew yek ji pirsgirêkên li gundewarên Yemenê dubare dibe. Di vir de zilam xwişka xwe bi ilamekî re dizewicîne û di berdêla wê de jî bi xwişka wî zilamî re dizewice û mafê keçikê di vir de tune ye ku vê zewacê red bike. Ev diyardeyek e pir bi xeter e ji ber ku çawa pirgirêkek diqewime her du alî jî zirarê dibînin. Keç rastî êşîn mezin tên û digihîjin asta hevberdanê û her wiha ji zarokên xwe mehrûm dibin.
“Li pişt rojê” û şantaj
Fîlma "Li pişt rojê" ku gelek lîstikvanên Yemenê cihê xwe tê de girtin û rola lehengiyê lîstin ji wan Mûna El-Esbahî, Mûna Elî Samah El-Omranî, Şeyma Mihemed û Katîrna El-Seyid, li ser kûrahiya bêhêvî ya gelê Yemenê nîqaş kir. Şer hişt ku ew li rêyên din bigerin ku ji Yemenê ber bi Ewropayê ve biçin da ku li jiyana bi rûmet bigerin. Her wiha fîlmê dozek herî girîng girt dest ku ew jî şantaj e, ji ber ku malbat bi keçikan re nabe alîkar, ew dibin qurbaniyên şantajê.
Rêzefîlma li “Pişt rojê” bi raman, peyam û dozên xwe behsa rastiya heyî dike
Nivîskarê fîlm Welîd El-Elefî ji ajansa me re qala sedemên ku wî li ser mijara zordariyê sekiniye kir. Rêzefîlma "Li pişt rojê" bi raman, peyam û dozên xwe behsa rastiya heyî dike, dema ku min û ekîpa nivîsandinê Xelîl El-Amirî û Muxtar El-Qudsî ev fîlm nivîsand, meyla me hebû ku em pirsgirêkên herî girîng û pirsgirêkên ku em pê re dijîn çareser bikin û dest bavêjin beşek mezin a civakê û bandorê li tevna civakî bikin. Mijara mexdûrên şantajê ji hêla mirovên bêwijdan ve, yek ji wan mijarên herî girîng bû ku di bûyerên rêzefîlma “Li pişt rojê” de hat pejirandin. Di van demên dawî de, bûyera kuştina xortê bi navê Ebdullah El-Agbarî, bi destên komeke ji bo şantaja li dijî keçikan, rû da û kuştina wî veguherî dozeke û cihê xwe di raya giştî de girt.
Şantaja li dijî jinan
Welid El-Elefî axaftina xwe wiha domand: "Yek ji karakterên sereke di rêzefîlma “Keçik razîbûn” de ku hunermend Katrîna ew rol dilîst, di wir de ew ji aliyê zilamekî ciwan ê ku wêneyên wê ji telefona wê dizîbû ve hat reşkirin. Xort telefona wê dît û piştî kopîkirina wêneyên wê lê vegerand. Pêşî di warê darayî de şantajê li keçikê kir, dûre ji wê xwest ku bi zorê pê re têkeve têkiliyê lê keçikê qebûl nekir. Rêzefîlmê xiyaneta malbatê û tirsa wan a sekinandina bi keça xwe re ku bû qurbana şantajê jî nîşan da.”
Li gorî zagona Yemenê, şantaj tawanek e ku kujer bi pênc salan tê zindanîkirin an jî dirav dide û dadger di her du cezayan de xwedan raye ye, li gorî rewşa tewanê û mercên wê maf destîne. Jixwe qanûna Yemenê aşkere kir ku di xala 254’an de gef jî tewaneke ku kujer ji ber rastî cezayê zindanê tê.
El-Elefî di dawiya axaftina xwe de got: "Peyama me ji keçikan re ew bû ku nekevin xefika ciwanên bi navê evînê wan dixapînin û teslîmê tu kesê nebin.”