Ji sehneyan heta diyarê çîrokan: Serpêhatiyên Berayê

Jinên ciwan ên li Sûriyeyê, ji siyasetê heya hunerê di her qadê de çalak û li pêş in. Ew jiyana di nav hilweşandinên ku ji ber şer çêbûne bi hunera azad, tev didin. Gelek jinên ciwan, hin lîstikvan, hin gîtarîst, hin kemanger… Beraa Hesen yek ji wan e. Xeyala Beraa pêşvebirin û gerdûnîbûna şanoya Kurdî û çêkirina şanoya kolanê ye.

GULISTAN HUSEIN
Qamişlo -Beraa Hesen, di sala 2001’ê de li gundê Girepire yê Tirbespiye ji dayik bû, di temenê zarokatiya xwe de niştêcihê Şamê dibe. Di 2011’an de vedigere Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Beraa dibistana xwe ya ku wê li Şamê nîvco hişt, didomîne. Beraa ku heya pola dehemîn xwendiye, ji bo Kurdî fêr bibe mehên havînê diçe akademiyê. Piştî ku rejîma Sûriyeyê eleqeya Beraa ya ji bo Kurdî fêr dibe, ew ji dibistanê tê avêtin û dest datînin bawernameya wê. Beraa tevî zexta rejîmê ya fêrbûna ziman, beşdarî akademiya ziman dibe. Piştî perwerdeya 2 salan di pedagojî û şaxên din de, ew bi ser dikeve û dibe mamoste.
Hem perwerdekar hem jî lîstikvan e
Beraa ku ji bilî serkeftina xwe ya di perwerdeyê de, li Hîlala Zêrîn dest bi xebatê kir, hem ders dide û hem jî perwerdeya şanoyê dibîne. Her çend bav û dayika wê piştgirî dan xwesteka  wê ya şanoyê jî Beraa ya ku ji hêla derdorê ve di bin zexta giran de dimîne jî biryar dide ku bibe lîstikvanek şanoyê. Beraa eleqeya xwe ya bi şanoyê re her ku diçe zêde dibe, piştî demekê xatir ji mamostetiyê dixwaze. Ji bo beşdarî şanoya ku pir zêde dixwaze bibe, bi awayekî çalak cihê xwe di Hilala Zerîn de digire.
Ji ber lîstikvaniya xwe xelat girt
Beraa ya ku dema cara yekem di 2018’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koma şanoya jinan a Teatra Sarya Baran hat damezirandin wekî lîstikvan xwend, di gelek lîstikên jinan û zarokan de lîst û lîstikvaniya wê hat xelatkirin. Bi lîstika yekem a zarokan "Diziya Baxçe" re derket ser dikê, Beraa di lîstika "Aştî di Baskên Çûkê de ye" cihê xwe digire. Her wiha ew di şanoyên Franca Rame û Dario Fo ku çîrokên jinan in, Jina bi Tenê û Diqîrim (Ez Ulrîke diqîrim) de dilîze. Beraa ku rastî eleqe û çepikên mezin a zarok û jinan hat, ji ber ku di lîstikên jinan de pergala serdestiya mêr rexne kir, mêran bertek nîşanî wê dan.
Îmze avêt bin gelek projeyên xweş
Beraa ya ku di pêşketina şanoya Kurdî de roleke girîng lîst, îmze avêt bin gelek projeyên xweş. Wekî mamosteya şanoya Kurdî ders da jin û zarokên ciwan ku bi şanoyê re eleqedar dibin. Rojavaya ku di bin amborgoyê de ye û her çendî ji ber korona û şer ji bo pêkanîna lîstikên şanoyê zehmetî hebin jî Teatra Sarya Baran bi berdewamî li ser projeyên nû dixebite. Di pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber koranavîrusê qedexeya derketina derve ya ku di Adara 2020’an de hatibû ferzkirin, lîstikvanên şanoyê yên Teatra Sarya Baran bi projeya xwe ya çîrokan a komunal ji temaşevanên xwe re surprîz kirin.
Çîrokên ku li ser ekranên Jin TV vedibêje eleqeyek mezin dibînin
Beraa ya ku dibêje armanca sereke ya projeya "Hebû Tunebû" domandina çand û zimanê Kurdî ye, dixwaze wekî hunermend bersiva êrîşên asîmîlasyonê yên li dijî tunekirina çand û zimanê Kurdî hatine dayîn bide. Cil û bergên ku ew ji bo bernameya çîrokan li xwe dikin, cih û nexşeyên dekorê yên ku ew hildibjêrîn û deqên li ser rûyê wan çanda Kurdî û cîhana çîrokan diyar dikin. Beraa bi vegotinên xwe yên çîrokên dilşewat, temaşevanên xwe bi devkî vedikole û çîrokên ji dîroka Kurd vedibêje. Beraa bi baldarî hewl dide ku çîrokên vedibêje bi zimanê zayendperestî nebin û bi guhertîna hin têgehan, zimanek guncaw li gorî naveroka çîrokê bi kar tîne. Beraa Hesen û ekîba çîroka wê, "Hebû Tunebû" her êvara Sêşemê li ser ekranên Jin TV bi eleqeyek mezin çîrokên xweş ji temaşevanên xwe re vedibêje.