Ji koma Ma mûzîkê ji bo zarokên Mexmûrê kargeha mûzîkê
Koma Ma mûzîkê ku li herderê Kurdistanê ji bo zarokan kargehên mûzîkê lidardixin, vê carê li wargeha penaberan a Mexmûrê bû û bi mûzîkên xwe bûn keyxweşiya zarokan.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) koma Ma mûzîkê ji bo zarokan kargehên mûzîkê lidarxist. Kargeha mûzîkê ku sê rojan berdewam kir û bi konserekê bi dawî bû, ji bo zarokan bû cihê keyfxweşî û kelecanê. Destpêkê li parka 4’ê Nîsanê, piştre li parka şehîd Aryen Cudî ji bo zarokan kargeh hat lidarxistin, her wiha di kargehan de rîtim, xêzkirina wêne, govend û stran gotin hebû.
Di roja dawî de jî orkestraya ku ji zarokan pêk dihat mûzîkên xwe pêşkêş kirin û herî dawî jî endamên Ma mûzîkê konserek da û kargeh bi dawî bû.