Ji keziya di çanda Kurd de heta hineya Mexribê: Sembolên îfade û berxwedanê
Ji keziya ku ji bo biçûkxistinê hat jêkirin heta finda bi bêdengî hat vêxistin, di çanda Mexribê de ji cihê hineyê bigre, heta serpêhatiyên gel, sembolên jinan dibin yek, beden vediguhere sembola nasname, rûmet û aîdiyetê.
HENAN HARÎT
Mexrib –Jêkirina por, kontrola li ser bedene, hinekirin, pênasekirina çanda civakê, serpêhatiya gel jî dibe riya vegotina hêza sembolîk û civakî. Gul û find jî vê xeta sembolîk temsîl dikin.
Di meha Çileyê de li bajarê Reqa yê Sûriyeyê şervaneke jin di şer de hatibû kuştin, leşkerek bi pere keziya wê jêkiribû gotibû; “Jixwe çawa be miriye” kişandibû vîdyoyê û weşandibû, ev yek bûbû sedema bertekan.
Ev çalakî tenê wekî sûce şexsî nehat dîtin; li gorî çanda Kurd, nasnameya sembolîk a jinan hatibû bipêkirin lewre jêkirina keziyê weke êrîşa li ser rûmetê tê dîtin. Kezî tenê por nîn e, sembola aidiyet û berxwedanê ye.
Li hemberî vê bûyerê jinên Kurd ên li Rojava, Iraq, Tirkiye, Îran cihên din kampanyaya hûnandina keziyan dan destpêkirin û bersiv dan vê êrîşê. Vîdyoyên li ser înternetê bi dirûşmên; “Porê me tirsa we ye” û “Hûn keziyek jêbikin em bi hezaran dihûnin” hatin belavkirin. Van dirûşman di demek kurt de bûne sembolên berxwedanê. Vê êrîşa rola şervanên Kurd ên jin di têkbirina DAIŞ’ê de hat bibîrxistin, kampanyayê di navbera jinên Ereb û biyanî de jî deng veda.
Lêkolînera çandê ya Mexribê Nejime Xezalî Tay Tay li ser mijarê wiha got: “Jêkirina keziya şervana jin, dîmenek wisa bû ku cîhanê hejand. Jêkirina por tê wateya biçûkxistin û tunebûna nasnameyê. Destdirêjiya li ser rûmeta jinan û hewldana kontrolê nîşan dide. Li Mexribê kezî ji bo keçên ciwan ên nezewicandî ye û di merasîmên zewacê de jî didome. Kezî hêz, xweşikbûn û rûmeta jinan temsîl dike, rêbaza temsîlkirina aîdiyeta civakî ye û nasnameya kolektîf nîşan dide. Kezî tenê hûrgiliyek estetîk nîn e, wate ye; amûreke sembolîk e derfet dide ku jin nasnameya xwe biparêzin û temsîliyeta civakî ye.”
Jîna Emînî û hevgirtina li ser keziyê dest pê kir
Li Îranê piştî ku di sala 2022’an de, jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, bi hinceta ku pore xwe li gorî rêbazan negirtiye hat kuştin, jinên Kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û li cihên din ji bo hevgirtina bi Jîna re porê xwe jêkirin. Ev protestoya bêdeng a li dijî kuştina Jîna bû.
Nejime Xezalî Tay Tay têkildarî mijarê wiha got: “Jêkirina por, an jî hevgirtina ji bo por, redkirina şîdetê û kontrola li ser bedenê nîşan dide. Ev yek balê dikşîne ser kapasîteya jinan a ku êşê vediguherînin çalakiyeke nasname û rûmetê.”
‘Hineta Mexribê rîtuela sembolîk a nasname û naskirinê ye’
Li Mexribê semboleke ku dişibe vê hine ye. Hine rîtuela demên taybet, parastin û pîrozkirina jiyanê ye û wateyên civakî û kolektîf di nava xwe de dihewîne.
Nejime Tay Tay vê rîtuelî wiha pênase dike: “Di çîrokên gelêrî de ji bo ku mirov bedena jinan fam bike divê di gelek waran de mirov xwedî agahî be. Deng perçeyek ji bedenê ye, jin bi navbeynkariya dengê xwe serpêhatiya ku vedibêje şênber dike. Dema ku çîrok tê gotin tê wateya redkirina pergaleke civakî. Deng vediguhere hêzê û rêbaza bandoreke erênî. Rîtuelên hineyê zêdetir li mekanên aydê jinan tên lidarxistin lê bi wateyên civakî û kolektîf dagirtî ne. Hinekirina dest, riya nasîn û pejirandina jinan a di nava civakê de ye. Jin dema ku ji ber şîn an jî zextê naxwaze hine li destên xwe bide ev yek balê dikşîne ser rewşa wê ya derûnî û civakî.”
Weke sembolên zindî find û gul
Sembolên hevgirtina jinan tenê kezî yan jî hine nîn e; vêxistina findan û li cihên giştî danîna gulan jî rîtuelên bêdeng in.
Di sala 2016’an de li paytexta Koreya Başûr Seulê li istasyona Gangnam, piştî ku jinek ciwan hat kuştin, îstasyon veguherî cihê şînê. Di 8’ê Adara sala 2022’yan de li dijî şîdet û bûyerên kuştina jinan çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin û herdu koman ji bo hevgirtinê findan vêxistin û gulan danîn di sala 2024’an de li paytexta Kenya Nairobiyê jinan ji bo bîranîna jinên hatine kuştin findan vêxistin, gulên sor hilgirtin û bi bêdengî çalakiya bîranînê li dar xistin.
Nejime Tay Tay vê yekê wiha şîrove dike: “Find ne tenê sembola şînê, gul jî ne tenê ji bo hezkirinê ne; çalakiyên bêdeng in, xwedî gelek watean in. Îlankirina hebûnê û redkirina jibîrkirinê ne. Dema ku beden tê hedefgirtin û gotin têra vegotina mirinê nakin, jin serî li vê rêbazê didin û hewl didin vebêjin.”
Di medyaya nûjen de beden û nasname
Bi zêdebûna bikaranîna medyaya dîjîtal re, bedena jinan, gelek caran ji wateyên xwe yên çandî tê veqetandin li gorî pîvanên weke amûra tîcarî tê bikaranîn.
Van sembolan hêz û rûmeta ku demên berê ji jinan re hatiye diyarkirin nîşan nadin, armanc tenê bazirganî ye. Tevî vê jî jinên ku sembola jinan diparêzin, radigihînin nifşên nû hene. Hebûna jinan tenê fizîkî nîn e; xwedî hêza sembolîk û manewî ye.”
Bedena ku xwedî gelek zimanan e
Bedena jinan bi kezî, hine û çîrokan weke riya îfade û berxwedanê dimîne. Jêkirina por, îlankirina kontrola li ser bedenê ye, hinekirin, pênasekirina di nava civakê de ye, çîroka gel hêza sembolîk û civakî radigihîne. Gul û find, li qadên giştî ji bo hevgirtin û şînê tên bikaranîn, vê xeta sembolîk didomînin, hebûna jinan nîşan didin û nahêlin ku şîdeta li dijî jinan û jinên hatine kuştin werin jibîrkirin. Bi vî awayî hemû sembol, vediguherin zimanê ku hebûna kolektîf û şexsî digihîjîne hev.
Nejime Xezalî Tay Tay gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hine, kezî û sembolên têkildarî çîrokê bi demê re winda nabin; di bîra civakê û jinan de zindî dimînin, nifş bi nifş tên ragihandin, çîrokên nû tên vegotin û hebûna jinan û asta wan ji nû ve teyîd dikin.”