Ji hunermenda ciwan banga xwedîderketina li ciwanên hunerhez
Hunermend Henask Mihemed a ji zaroktî ve hezkirina wê ji bo hunerê heye, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li ciwanên hunerhez derkeve.

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Huner hejmarek ji karên cûr be cûr e ku ji bo îfadekirina hest û fikrên xwe yan jî ji bo nîşandana ceribandin û hêza xwe ye. Jin ji dîrokê ve di qonaxên cûda yên hunerê re derbas bûne. Li başûrê Kurdistanê jinan bi rêjeyek berbiçav di qadên hunerê yên wek ‘şêwekarî, muzîk, wênekêşî, şano’ de cihê xwe girtine. Bi riya hunerê hewl didin hêza xwe derxin holê û balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan. Hunermend Henask Mihemed derbarê ceribandina xwe ya hunerê de ji ajansa me re axivî.
‘Ji zarokatî ve min xwestiye fêrî hemû aliyên hunerê bibim’
Henask Mihemed da zanîn ku di sala 1998’an de jidayîk bûye û ji Koleja Perwerdehiya Seretayî, Beşa Hunerê qedandiye. Henask derbarê jiyana xwe de wiha got: “Ji zarokatiyê ve min dixwest fêrî hemû qadên hunerê bibim. Min destpêkê bi amûra gîtar a muzîkê destpê kir. Ji destpêkê ve malbata min piştgiriya min kir. Piştre min xwest fêrî wênexêziyê bibim, lê ez fikirîm ku dewreyek taybetî nikare her tiştî fêrî min bike. Ji ber wê ez çûm kolejê, êdî min zanî ku divê bi temamî fêrî hemû qadên hunerê bibim. Ji bo wê jî başa min têkel bû. Hunerên wênekêşî, muzîk û şano tê de hebûn. Min li kolejê karî fêrî hemû qadên hunerê bibim. Bi taybetî jî wênekêşî û muzîk.”
‘Ji bo min huner tê wateya jiyan û vegotina hestan’
Henask Mihemed diyar kir ku ji bo wê huner tê wateya jiyan û vegotina hestan û wiha got: “Pîroziya hunerê ji bo her kesî cuda ye. Ez bi rihek cuda li hunerê dinhêrim. Ez gîtar baş dizanim û piyanoyê jî kêm dizanim. Ji ber ku li mal piyanoya min tuneye, ez nikarim her roj bixebitim, lê belê gîtar amûra min a sereke ye. Huner gelek tişt fêrî min kirin. Dema min dest bi wênexêziyê kir, min her tim dixwest cûda bim û tiştek cûda xêz bikim. Hemû kes bi awayek cûda wêne xêz dike, lê belê bi taybetî min îfadeyên rûyê mirovan xêz dikir. Di heman demê de min wêneyên hinek kesên ku peyam hildigre û kesên bi nav û deng, yên ku niha najîn xêz kir.”
Henask Mihemed da zanîn ku beşdarî pêşangehên hevbeş bûye û wiha pê de çû: “Ez tenê beşdarî pêşangehên Kurdî nebûme, di heman demê de beşdarî pêşangehên hevbeş jî bûme. Di pêşerojê de, ez ê bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehan bibim.”
‘Divê piştgiriya ciwanan bê kirin’
Henask Mihemed di dawiya axaftina xwe de xwest ku li ciwanên hunerhez xwedî derkevin û ev bang kir: “Destpêkê ez bang li hikûmeta herêma Kurdistanê dikim ku piştgiriya ciwanên ku dixwazin bi hunerê re eleqeder bibin, bike. Ji ber ku niha huner ber bi xirabûnê ve diçe. Ji ber wê yekê, divê destên ciwanên ku dixwazin bikevin qada hunerê, bigirin. Her wiha daxwaza min ew e ku ciwan di aliyê hunerê de werin tayînkirin. Ji ber ku bi riya tayînkirinê dikarin bên nava qada hunerê. Ji ber ku gelek mamostayên me yên hunerê hene, ji ber ku bi awayek fermî nehatine tayînkirin, nikarin bên nava qada hunerê.”