Parastina mîrasa çandî berpirsiyariyek neteweyî û mirovî ye

Cûman El-Samerraî, modelek a jinên Iraqê ku restorasyina berhemên arkeolojîk, hilberîna naverokên çandî tîne ba hev pêşkêş dike. Azweriya wê ya ji bo şaristaniya Mezopotamyayê, ji bo zindîkirina bîra dîrokî û wê bigihîjîne nifşên nûjen medyayê bi kartîne.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Jina ciwan Cûman El-Samarraî, yek ji jinên ku di qada rastorasyona berhemên arkeolojîk û hilberîna naverokên çandî ya Mazopotamya derdikeve pêş. Cûman El-Samarraî xebatên akademîk bi naverokên nûjen ê dijîtal re kiriye yek, şaristaniya Mazopotamya, ji bo nasandina cilên dîrokî û berhemên dîrokî yên Îranê xebatan dimeşîne.

Rastorasyon ne tenê pîşeyeke ew ‘tedawiya şaristaniyê’

Cûman El-Samarraî derbarê çawa berê xwe daye qada rastorasyona berhemên arkeolojîk û da zanîn ku biryara dev ji perwerdeya xwe ya bijîşka diranan berde û biçe fakulteya arkeolojiyê ji heskirin û azweriya wê çavkanî girtiye û wiha dest pêkir: “Li gorî min rastorasyon ne tenê pîşeyeke, di heman demê de ‘tedawiya şaristaniyê’ ye. Rastoratûrek dema berhemên ku ziyan dide ji nûve zindî dike, ne tenê dîroka şêlo bûye, bîra gelekî jî zindî dike. Beriya xebatên min ên rastorasyona li qadê, pêvajoyek hesas ku min di qada laboratuarê de madeyên kîmyewî, komando û teknîkên zanistî yên metirsadar hebû.”

Cûman El-Samarraî  da zanîn ku pispor xebatên wek paqijkirina tozê, başkirina tiştên xirabbûne, bihêzkirina berhemên dîrokî û pêşî li ber tiştên ku wê bên hilweşandin digrin. Ji bo vê qadê perwerdeya bi hûrgilî ya zanistî, kêrhatiya dest, sebir, hestiyar û hesasyeta estetîkê pêwîst dike.

Zor û zehmetiyên xebatên arkeolojîk

Cûman El-Samerraî bal kişand ser zoriyên ku ew rast tê û anî ziman: “Gelek caran ez tekane jin im ku li qadên restorasyon û laboratuaran di xebite û ji ber vê ez gelek zoriyan dijîm. Ji vê qadê re kedek zêde ya fîzîkî, hesasyetek mezin û madeyên kîmyewî ku bandorê li tenduristiyê bike pêwîst dike. Zoriya herî mezin ne tenê şertên xebatê ne, pirgsirêka herî mezin tirsa ku ziyanê bide berhem bi xwe ye. Ji ber amûrek xelet û madeyek ne guncav, dibe sedema ziyanên ku telafiya wê nebe. Restorator her tim di nava fikar û hîsa berpirsyartiyê de dijî, wek parçeyek ya ruh nêzî berhemên dîrokî dibin. Her wiha guherîna avheweyê, îhmal û binpêkirinên li dijî qadên dîrokî û şer di nava pirsgirkên herî mezin ku bûne sedema hilweşînên mezin di mîrasa çanda Iraqê de.”

Naverokên dijîtal û nasname

Cûman El-Samerraî derbarê hilberîna navrokên dijîtal de wiha pê de çû: “Ji ber vegûherînên mezin ên amûrên medyaya dijîtal, ev qad rêya herî lez a xwegihandina mirovan e. Ez hedef dikim ku bi rêya platformên dijîtal çanda Mezopotamya û fikrên şaristaniya Iraqê bigihînim dinyayê. Min derbarê şaristaniya Mezopotamyayê de konferans lidarxistine, naverokên dîtbarî, geştên qadê amade kir. Bi taybet ciwanan eleqeyek baş nîşan da. Ciwan eleqeyek mezin didin fêrbûna nasnameyan.”

Cûman El-Samerraî tekez kir ku dîroka Mezopotamyayê heq kiriye bi hemû aliyan ve bibe rojev û wiha pêl da axafitnên xwe: “Ev şaristanî, şaristaniyek ku bingehê zanist, agahî, hiqûq û wêjeyê fêr dike ye. Îro tişta pêwîstî pê heye, vê dîrokê ji agahiyên ne rast û seranser dûr bisekine, bi nêrînek zansitî û nûjen were pêşkêşkirine. Şaristaniya me ne tenê demborî ye, îro hê jî bingehê şaristaniya ku bandorê li dinyayê dike ye.”

Cûman El-Samerraî îfade kir ku wek hilberîna naverokan, hewl didin mijarên ku hemû aliyê din ê Mezopotamyayê derbixe pêş û bilêv kir: “Min naverokên bi sernavên wek cil, jin, qral, zanist, wêje û helbest amade kiriye. Xebatên min xwe dispêrin pirtûkên arkeologên mezin, çavkaniyên biyanî yên werger kirine, çavkaniyên akademîk ên pê bawer. Divê naverokên çandî hem kêfxweş û rast bin.”

Di navbera xweserî û nûjeniyê de

Cûman El-Samerraî  derbarê cilên dîrokî yên aîdî Mazopotamyayê de îfade kir ku ji metnên bi nivîsa bizmar, peyker, berhemên arkeolojîk, cilên şaristaniya Sumer, Babîl û Asûr sûd girtiye. Cûman bi van gotinan bedewam kir: “Ez hewl didim cilên her demekê, reng û nasnameya motîfin, van bi hesasyet û zanistî ji hev cûda bikim. Ez hez dikim ku terzê berê yê Mezopotamyayê bi estetîka nûjen re bikim yek. Ez cilên ku sembol û dîtbariyên ji şaristaniya qedîm a Iraqê îlham digrin dîzayn dikim. Bi vî awayî ez van dikim parçeyek ji nasnameya nûjen a jiyana rojane. Li gorî min xweserî û bedewiya nûjen bi hev re dibin, ya girîng ew e ku mirov di ferqa çavkaniyên dîrokî de bin û vê bi nêzîkatiya estetîka nûjen bi awayek rast pêşkêş bike.”

Hişmendiya civakî û parastina berhemên dîrokî

Cûman El-Samerraî  anî ziman ku parastina berhemên dîrokî, tenê ne avakirina dîwaran e, di avakirina hişmendiyê de destpê dike û got: “Divê hişmendiya civakî ji qonaxa destpêkê ya perwerdeyê ve were bi hêzkirin. Divê destek bê dayîna medyaya çandî ya rast û ciwanan bixin nava projeyên mîrasên çandî. Bi vî awayê welatî, vê mîrasê ne wek qadên dûr ê dîrokê, wek parçeyek a nasnemya şexsî bibînin.”

Cûman El-Samerraî  diyar kir ku di nava saziyên akademîk û medyayê de qutbûnek heye û wiha domand: “Hink hilberînerên naverokan ji ber bi lez tên weşandin, dîrok û agahiyên xelet ên arkeolojîk pêşkêş dikin, dardorên akademîk jî vê di aliyê hişmendiya dîrokî de bi xeter dibînin.”

Projeyên pêşerojê yê bi desteke hişê çêkirî

Cûman El-Samarraî derbarê projeyên xwe yên pêşerojê de, diyar kir ku ew li ser çend projeyên ku xwe dispêrin teknolojiya hişê çêkirî da ku şaristaniya Mezopotamyayê bi awayekî nûjen û hevdem pêşkêş bikin dixebite.

Cûman El-Samarraî destnîşan kir  ku ew li ser projeyek bernameya çandî ya ku ji hêla teknolojiyên hişê çêkirî ve kiriye yek û hedef dike ku bi dîtbarî û zimanek nû vebêje.

Di peyama xwe ya ji bo jinên ciwan ên Iraqî  diyar kir ku ew bawer dike ku jinên Iraqî di warên mîrasa çandî, arkeolojî û hilberîna naveroka çandî de xwedî potansiyela afirîner in. Cûman El-Samarraî tekez kir ku ev qad çand, adetên xwendinê û pabendbûna dilsoz ji bo welêt hewce dike û got kesek ku ji berhemên welatê xwe hez dike û diparêz e xwedî hestek rastîn a aîdiyetê ye. Wê xwest ku bêtir jinên ciwan berê xwe bidin vê qadê û naveroka çandî ya bi kalîte bilind a hêja ya dîroka Iraqê hilberînin.

parastina mîrasa çandî ne luks e berpirsiyariyek neteweyî û mirovî ye

Cûman El-Samarraî  di dawiya axaftina xwe de bang li kesên ku  biryar didin û civakê kir. Cûman bal kişand ser girîngiya şaristaniya Mezopotamyayê û got: “Divê cîhan bi awayê ku li Iraqê dinêre li şaristaniya Mazopotamiyayê jî meyze bike û wiha got:  “Iraq xwediyê xezîneyên mirovî û çandî yên bê hempa ye. Dema ku em fêm bikin ku nirxa berhemên me bi qasî petrol û zêr biqîmet e, em ê fêm bikin ku parastina mîrasa çandî ne luks e; berpirsiyariyek neteweyî û mirovî ye.”