Ji bo piştgiriya kampanyaya zimanê Kurdî çalakiya hunerî hat lidarxistin
Tevgera Hîlala Zêrîn li Girê Mozan ji bo piştgiriya bi kampanyaya ku ji bo misogerkirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de çalakiyeke hunerî li dar xist.
Qamişlo – Rêveber û mamosteyên zimanê Kurdî ji bo piştgirî û qebûlkirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de, di 15`ê Gulanê de kampanyayek ji bo piştgiriya bi zimanê Kurdî re ragihand. Der barê kampanyayê de îro li Girê Mozan ê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî li dar xist.
Di çalakiyê de ji aliyê endamên Tevgera Hîlala Zêrîn ve stranên bi zimanê Kurdî hatin gotin.
Têkildarî çalakiya hunerî endama koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava Şêrîn Reşîd axivî û got: “Armanca me bi vê çalakiyê misogerkirina hebûna zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de ye. Hikumeat Şamê perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe kiriye. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta niha gelek bedel hatine dayîn û di warê ziman de pêşketinên mezin çêbûn. Em jî wekî tevgera Hîlala Zêrîn piştgiriyê didin kampanyaya ku ji bo zimanê Kurdî hatiye ragihandin.”
‘Pêwîst e hikumeta Şamê erênî nêzî gelên Sûriyeyê bibe’
Şêrîn Reşîd tekez kir ku ziman û çand hev temam dikin û wiha pê de çû: “Hebûna ziman, hebûna çandê ye, hebûna çandê tê wateya hebûna ziman. Daxwaza me ew e ku Sûriye bikeve qonaxeke nû, pêwîst e rêveberiya demkî erênî nêzî gelên Sûriyeyê bibe. Bi têkoşîna xwe em mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”
Çalakî bi dirûşmeya 'Bê Ziman jiyan nabe' û 'Jin Jiyan Azadî' bi dawî bû.