“Ji bilî hunerê min tu kesê nedît ku cihê wan dagire”
Hunermend Silava El-Zehbî diyar dike ku ew ji kevneşopiyên civaka xwe hez dike, ji ber wê stranên kevin ên girêdayî çanda xwe dibêje lewre bawer dike ku ev yek dikeve xizmeta çandî û rêzgirtina li hemberî adatên civakî.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Hunera ku dozên hevseng ên mirovî û hestiyarî digre nava xwe wefadarî û hemwelatîbûnê bi pêş dixe û ew jî peyameke ku hunermend wekî beşek e ji pêpendên xwe pê radibe.
Hunermenda Tûnisê Silava EL-Zehbî, ji niştecihên bajarê EL-Qeyrewan e û wêjeya klasîk bi ya nûjen re têkel kiriye. Ajansa me li ser mijara hunerê û resenbûnên wê bi hunermenda Tûnisê re hevdîtin kir
We çawa dest bi hunerê kir û astengiyên ku di destpêkê de li pêşiya we derketin çi bûn?
Di destpêkê de ez bixêrhatina we dikim ku we derfet da min ez li ser rewşê bi giştî biaxivim. Ez ji herêma EL-Zehebiyatê me. Ev bajar li ser wîlayeta EL-Qeyrewan e. Ez li wir ji dayik bûm, piştre bi malbata xwe re vegeriyam Qeyrewanê. Dayika min di sala 1996’an de jiyan xwe ji dest da, piştre di sala 2002’an de xwişka min wefat kir, ji wê demê û şûnde min ji bilî hunerê tu kes nedît ku şûna wan dagire. Min xwendina xwe berdewan nekir û dibistana amadahî neqedand.
Min hewl da ku ez berê xwe bidim riya hunerê lê min dît ku ev yek gelek zor e. Min nizanibû ku bi vî rengî ye, ji bo wê ez gav bi gav li pey hunerê bûm. Deh sal in min hin rêgez ji bo hunera xwe danîne, min bi gelek koman re kar kir. Ji wan yek koma muzîkê bû, piştre min hewl da ez komek din bi hevalên hunermend re saz bikim ku ew jî bi alîkariya hunermend Omar Bosûr bû wî ji min re navê koma Newaris EL-Işq pêşinyar kir. Em nêzî sê salan e em li ser dixebitin lê di niha ji ber rewşa bajar a tevlihev em prova nakin, ji bilî wê hin sedemên min ên takekesî hene ku bûn sedem ez kar bidim sekinandin.
Her wiha hin karên din ên taybet ku ez dixwazim wan tomar bikim hene lê xuya ye ku ji ber kêmderfetiyan û nebûna piştgiriya darayî wê zehmet e.
Ji destpêka pêşkêşkirina projeya zagona hunermend û pîşeyên hunerî ya di Kanûna 2017’an de ji parlamentoyê re; gengeşiyeke mezin di nava aktivîstên rewşenbîrî û hunermendên li Tûnisê de çêbûye, hûn vê projeyê çawa dinirxînin?
Çavdêriya min li ser vê projeyê ne zêde ye lê ez dikarim li ser meseleya karta pisporî ya ku wezareta çandê çavdêriya wê dike bixaivim. Di sala par de ku nexweşiya coronayê belav bû ev yek ket nav ezmûnên bingehîn ji bo ku karta pisporî qezenc bike yanî ezmûneke din ji bo ku hunermend karta pisporî qezenc bikin. Ev tiştekî baş e, di vir de jî gengeşiyek di nava derdorên hunerî de derket ên ku piştgirî dan vê meseleyê gelekî kêm bûn hinekan yekser ev raman qebûl nekirin ku tê de heqaret der heqê hunermendên mezin de dîtin. Hunermendên ku bi salan e di vî warî de dixebitin û gelek tecrubeyên wan hene û li aliyê din qudreta wan a ku careke din ezmûnê bikin tune ye.
Şopdarên qada hunerî li Tûnisê dibêjin ku beşa we ji hemû beşan lawaztir e gelo hûn vê nêrînê rast dibînin?
Ev yek heta astekê rast e, ji ber ku girîngiya çand û hunerê li bajarê me gelekî kêm e. Ji ber ku hemû hunermend û nivîskar neçar in du karan bikin. Ev yek jî dema wan pir dixwe. Heke jin û mêran bi kampanyayan berê xwe bidana karên çandî û hunermendên ku nû dest bi hunermendiyê kirine hempêz bikirana; wê rewş gelekî baş bûya. Nivîskar hem ji bo xwedîkirina zarokên xwe hen jî ji bo kirîna seyare yan jî xaniyek bi gelek pirsgirêkên jiyanê re mijûl dibin, ji dayîna fatûrayên avê, heta cereyan û kiriya malê û hwd.
Em îro Roja Jinên Cîhanî pîroz dikin, hûn asta jinên Tûnisê di aliyê siyasî û çandî de çawa dinirxînin?
Divê jin her tim li her deverê bi rengê xwe derkeve pêş lê siyasetmedar jinan tenê di aliyê dîtbarî de ku wêneyên wan di şahiyên navdewletî de were daliqandin dibînin yan jî tenê di pîrozahiyan de were xelatkirin. Ez li dijî vê ramana xelatkirinên bi vî rengî me. Ji ber ku di aliyekî de çav li mafên jinan ên xwezayî tên girtin li aliyekî jî keda wan a bi salan tenê bi rojekê yan jî bi seatekê tê nîşandan. Jin hîmê bingehîn ê civakê ne yanî ew nîvê civakê ne, ne hewce ye ku bi dozên wê lîstik werin kirin.
Sedema serhildana jinan a li hemberî adatên di civakê de û daxwaze hunermendbûnê çi ye?
Bi rastî ez dikarim ji te re bibêjim ku ez li dijî serhildana li hemberî adatên civakî me û di heman demê de ez bi wê serhildana ku pêşketina mirov asteng dike re me lê hin adat hene ku nasnameya gelan in bi riya wan mirov dikare neteweyan nas bike.
Mesela ez stranê kevn ên girêdayî çanda me dibêjim, ev yek jî dikeve xizmeta me ya çandî û rêzgirtina me ya li hemberî adatên civakî derdixe hole.
Ez dikarim niha ji te re bêjim ku heta niha xilxala dayika min li gel min e. Dema ku ez fistanan li xwe dikim ez wê jî bi ser de dikim, piştre ez parçeyek ji qumaşê EL-Mleyaa û EL-Hûlî , EL-Hyik û EL-Fûlara lê zêde dikim ew rengekî xweşik dide min.
Em niha werin ser meseleya stranan ger ku jinek bixwaze bibe stranbêj ev yek ne hêsan e, ji ber ku malbat qayil nabe keça wan bibe lîstikvan an strasnbêj an jî şêwekar. Bêguman ev yek jî ji encama têkçûnên civakî ne û bi vî awayî ew ji mafên xwe û ji beşa ku jê hez dikin dûr dikevin. Jixwe hûn sersariya di civaka me de dibînin ku dihêlin zarokên wan li fîlim û bernameyên vala tamaşe bikin da ku dema xwe dagirin lê ji beşên ku kesayeta wan ji her milî ve dagir dike dûr dixin.
Min bi xwe ev pirsgirêk jiya lê rewşa min a civakî derfet da min ku ez di vî warî de bixebitim. Di biçûkaniya min de dayika min ji ber çavên min winda bû, tenê min guhdarî dayika xwe dikir ji ber ku ew ji bo min gerdûn bû lê piştî wê, ez êdî mezin bûm û min dikaribû biryarên xwe bi xwe bidim.
Hûn dixwazin bi riya hunerê çi peyamê bidin gel?
Xwezî min bi rastî karibûya peyama ku min timî hêvî dikir pêşkêş bikira. Xwezî rewş bi min re alîkar bûya ku ez bigihîştama xewna xwe, ew jî derketina ser sehneyên cîhanê ye. Ji bo ku ez dengê xwe û bajarê xwe bigihînim her kesê her wiha wan ji belengaziya ku ji hêla hikumetan ve tê kirin biparêzim.
Ji ber wê ez dibînim ku hûner ji hemû peyaman xweştir e ku dihêle hunermend dengê xwe derbixe û dengê bajarê xwe ji cîhanê re ragihîne. Huner dayîna peyamê ji aliyê wêjeyî ve hêsantir dike. Em dibînin ku hemû stran û muzîk hilberîna xwe bi awayekî baş ji aliyê awaz, belavkirin û tomarkirinê ve ji bajarên xwe digrin.