Hunermendên jin pira di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ava dikin
Rêvebera Komîna Şêwekariyê ya kantona Cizîrê Şîlan Ezeb, şêwekar Hêvan Tobal û Marîn Xelef diyar kirin ku pêşangeha Hunera Şêwekariyê dibe wesîle ku şêwekarên jin berhem û jehatiniyên xwe bi riya wê bidin nasîn.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîna Şêwekariyê ya Kantona Cizîrê, li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeha Hunera Şêwekariyê bi dirûşma "Hunera Şêwekariyê pira di navbera gelan de ava dike" li dar xist. Di pêşangehê de gelek şêwekaran berhemên hunerî yên curbecur pêşkêş kirin, ezmûnên xwe yên afirîner nîşan dan.
Ev pêşangeh beşek ji hewldanên berdewam e, ji bo pêşxistina çalakiyên çandî û hunerî li herêmê û ji bo ronîkirina rola hunerên bedew wekî rêbazek bi bandor, ji bo pêşxistina têgihîştinê di navbera civakên cuda de û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û diyalogê. Pêşangeh tabloyan bi şêwazên cuda vedihewîne ku bi riya wan beşdaran pirsgirêkên hevpar ên mirovî, civakî û çandî anîne ziman. Di pêşangehê de 71 tabloyên bi çîrokên curbecur hatin pêşandan di nava wan de gelek tabloyên jinan hatine pêşandan. Pêşangeha ku 21’ê mehê destpê kir îro bidawî dibe.
Rêveberiya Komîna Şêwekariyê ya kantona Cizîrê Şîlan Ezeb û şêwekar Hêvan Tobal û Marîn Xelef der barê pêşangehê de ji ajansa me re axivîn.
‘Em bi tabloyên xwe hebûna nasnameya Kurdewarî nîşan didin’
Rêvebera Komîna Şêwekariyê ya Kantona Cizîrê Şîlan Ezeb, derbarê armanca xwe ya bi lidarxistina Pêşengeha Şêwekariyê de de wiha got: “Ev pêşangeha şêwekariyê em her sal bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê li dar dixin. îsal jî me pêşangeh bi dirûşma "Hunera Şêwekariyê pira di navbera gelan de ava dike" li dar xist. Îsal jî şêwekarên dîtparî yên kantona Cizîrê beşdar bûne, armanca me bi lidarxistina vê pêşangehê, pêşxistina şêwekaran e û afrîneriya bedew a xebatên wan e. Em bi tabloyên xwe hebûna nasnameya hebûna Kurdewarî ji kûrahiya çanda me û bedewiya mîrateyê em nîşan didin.”
‘71 tablo hene û di navbera wan de gelek tabloyên jinan hene’
Şîlan Ezeb da zanîn ku 71 tablo bi çîrokên cuda û curbecur di pêşangehê de wê werin pêşandan û wiha berdewam kir: “Pêşangeha me wê sê rojan berdewam bike û di van her sê rojan de tebloyên şêwekaran dê werin pêşandan û jêhatîbûnên xwe di vê pêşangehê de derbixin. 71 tablo hene û di navbera wan de gelek tabloyên jinan hene, her tabloyek çûrokekê vedibêje. Çîrokên van tabloyan piraniya wan li ser êş û azarên ku gelên Rojavayê Kurdistanê kişandine û pêşketina bîrdoziya jinan in. Piştî sê rojan ji pêşandana tabloyan em şêwekaran xelat dikin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin. Em dixwazin di pêşerojê de derfetên pêşketîtir ji şêwekaran re ava bikin.”
‘Tabloya min fikir û ramanên jinên azad dide diyarkirin’
Her wiha şêwekar Hêvan Tobal a ji bajarê Efrînê jî da zanîn ku tabloya wê fikir û ramanên jinên azad dide diyarkirin û got: “Ez beşdarê gelek pêşangehan bûme lê cara yekem e beşdarî pêşangeha hunera şêwekariyê dibim. Tişta herî palkêş di vê pêşangehê de ew e ku her tabloyek mijarek wê heye, yek ji wan tabloyan tabloya ku min xêz kiriye ye. Min xwest bi riya tabloya xwe ramana jinên azad belav bikim, ji ber ku civaka azad û malbata azad ji ramanên jinên azad dest pê dike. Min di tabloya xwe de diyar kir ku jin pirtûkê dixwînin bi xwendina wê pirtûkê xwe zana dikin ramanên xwe bi pêş dixin ji bo ku bikaribin civak û malbata xwe bi pêş bixin. Ez hêvî dikim her sal tevlîbûna tabloyan di pêşangeheke wiha de zêdetir bibe bi taybetî tabloyên jinan ji ber ku pêşangehên wiha dibin wesîle mirov berhem û jêhatîbûnên pêşkêş bike.”
‘Ez bi tabloya jina azad beşdarî pêşangehê bûm’
Şêwekar Marîn Xelef jî da zanîn ku pêşangeha Hunera Şêwekariyê şansek bûye jê re ku bi tabloya xwe ya jina azad beşdar bûye û wiha bi dawî kir: “Ev cara yekem e ku ez peşdarî pêşangeha hunera şêwekariyê dibim. Min xwest bi riya vê pêşangehê jehatîbûna xwe ya di wênexêziyê nîşan bidim. Ji ber ku ev du sal in ez wênexêziyê dikim lê tu wesîle tunebû ku jêhatîbûna min a wênexêziyê derkeve. Weke şansek bû ji min re beşdarbûna vê pêşangehê. Tabloya ku ez pê beşdar bûme azadiya jinan diyar dike, ji ber ku bi saya Şoreşa Rojava ew hişmendiya baviksalar a ku pêşî li jinan digirt hat şikandin û jin êdî dikaribûn azad bin, bibin pêşeng. Rengê ku ez pê wêneyan xêz dikim piraniya wan rengê zeytê ne tabloya min di 15 rojan de amade bû ji ber ku min gelekî bal kişand ser hûrguliyên tabloyê û bi rengekî pir xweş hat xêzkirin.”