Hunermenda Urdunî bi firçeya xwe çîrokên jinan vedibêje
Hunermenda Urdunî Dîma Ebû Şerh hunera xwe ji qada derbirînê derbas dike û wek modelek ku dibe dengê jinan, derdikeve pêş. Berhemên wê dibin beşek ji vegotinên ku ezmûnên jinan nîşan dide, her wiha cihek ji bo derbirînê, berxwedan û şîfayê ava dike.
BERAA EKREM
Urdun - Urdun di aliyê çand û perwerdeyî de navên balkêş ku diçe pêşiya rolên kevneperest, sînorên civakê û rêya xwe bi xwe xêz dikin hene. Di nav wan navan de, wênesaz û lêkolînera perwerdeyê Dîma Ebû Şerh derdikeve pêş. Dîma ya ku hunerê ji awayê formatek a estetîkê derdixe û vedigerîne amûrek ji bo parêzvaniya civakî, başkirina psîkolojîk û parastina bîra mirovan. Dîma Ebû Şerh, dayîka pênc zarokan e, mamosteya dibistana Ortodoks û lêkolînera pispor a mijarên jinan e. Dîma diyar kir ku wênesazî ne tenê qadek rengan e, di heman demê de hilgirê çîrok, xemgînî û hêviyan e û wiha got: “Huner şêweyek bihêz a îfadeyê ye ku dikare hem bîranînên civakan tomar bike û hem jî birînên ku peyv nikarin rave bikin, derman bike.”
Ji windakirinê xwe ji nû ve dît
Têkiliya Dîma Ebû Şerh bi hunerê re, di zarokatiya wê de dest pê kir. Wêneyên wê ku di pêşangehên dibistanê de bala xelkê kişandin, jêhatîbûna wê ya berbiçav nîşan da. Lê belê, mîna gelek jinan, herikîna jiyanê wê ber bi berpirsyariyên malbatî û hêviyên civakî ve bir. Bi vî awayî, wê xwe di nav dilê ‘jina super’de, ku ji wê dihat xwestin ku her tiştî di carekê de bi dest bixe lê her tim xeyal û pêdiviyên xwe yên kesî paşve dixist de, dît.
Lê kêliyek girîng di jiyana wî de çêbû. Dîma Ebû Şerh vê serdemê wiha anî ziman: “Ji nişka ve, min hîs kir ku Dîma winda bûye, ruhê min di nav berpirsyariyan de hatiye jêbirin. Ev têgihîştin hişt ku ez dîsa li xwe vegerim. Bi ji nû ve girêdana bi nivîsandin û wênesaziyê re, min dîsa firçe hilda û pêvajoyek fêrbûnê ya dijwar dest pê kir. Ez bi ceribandin û xeletiyan pêşve çûm, hin tablo xirab bûn min ji nû ve çêkir. Tenê dengê min ê hundirîn û daxwaza min a ji bo hunerê rê nîşanî min da.”
Ji bo Dîma Ebû Şerh ev pêvajo ne asan bû. Di destpêkê de, di nav malbatê de, bi taybetî di derbarê peykersaziya, ji ber bingehên çandî û olî rastî berxwedanê hat. Tevî vê yekê, wê berdewam kir. Wê hunera xwe parast. Berhemên wê rasterast nîşana nasname û ruhê wê ne û got: “Ev ez im; ev ruhê min e.”
‘Huner bi xwe platformek ji bo parêzvaniya jinan e’
Dîma Ebû Şerh tevî ku perwerdeyek akademîk a fermî di hunerê de wernegirtiye, wek ‘hunermendek resen’ derdikeve pêş ku kariye zimanê xwe yê dîtbarî bipêş bixe. Li gorî wê, hunera rast bi bêkêmasiya teknîkî nayê pîvan. Dîma bi hêza xwe ya vegotina hest û ezmûnên mirovan bi awayek dilsoz wate digre, wiha got: “Huner; rewşek hestyarî, psîkolojîk û fîzîkî ye. Ew hem peyamek e û hem jî kêfek dîtbarî ye. Ne hewce ye ku her gav bêkêmasî be, wek ku mirov hêvî dike.”
Dîma Ebû Şerh dema li Zanîngeha Urdunê mastera di warê lêkolînên jinan de dixwend, wê dest bi pêşxistina nêrînek kûrtir li ser pirsgirêk û dijwariyên hevpar ên ku jin pê re rû bi rû dimînin kir. Ji vê gavê û pê ve, huner ji bo wê ne tenê bû şêweyek îfadeyê, di heman demê de bû amûrek parêzvaniyê ku ezmûnên jinên ku dengê wan nehatine bihîstin, eşkere bike.
Di her tabloyek wê de, ew jinek ku di jiyana xwe de nas kiriye an jî rastî nehatiye xeyal dike. Jinek keça xwe, diya xwe, hevalek, an jî xerîbek ku li kolanê derbas dibe xeyal dike. Di yek ji berhemên xwe yên herî girîng de, di tabloya bi navê ‘Jina Bêhêvî’ de, jinek ku bi zehmetî û tenêtiya jiyanê re rû bi rû ye nîşan dide. Ev fîgur bi tavek germ hatiye xêzkirin ku sembola destwerdana îlahî û hêviya ku jinê bi hêz dike ye.
Bîra Filistînî di nava huner û êşê de
Eleqeya Dîma Ebû Şerh ne tenê bi pirsgirêkên jinan ve sînordar bû. Heta mijarên neteweyî û mirovî jî dirêj bû. Di pêşangeha xwe ya ‘Azadî’ ku li navçeya Cebel El-Luweyb a Emmanê hate lidarxistin de, wê trajediya koçberên Filistînê bi zimanek hunerî yê cuda ji nû ve afirand, ramanek ku wê wek ‘dîn’ bi nav kir.
Hunermendê cihek terikandî û xirabkirî hilbijart û bikaranîna ronahî, wêne û hêmanên dîtbarî de ew veguherand qadek jiyanê. Ev berhem bû çîrokek ku mêvan dixe nav ezmûna sirgûniyê ya ku ji ber windakirina erd, mal û nasnameyê hatiye afirandin.
Dîma Ebû Şerh derbarê jinên Filistînî de wiha dibêje: “Jina Filistînî modelek hêz û lîdertiyê ye, lê di hundirê xwe de êşên mezin dikşîne. Li pişt rûyê berxwedanê windahiyên rojane hene, ji malê heta zarokan dirêj dibin û hestek bêdawî ya tunekirinê heye.”
Cihek bi ewle ji bo şîfa û afirîneriyê: Heaven Haven
Dîma Ebû Şehr ji girîngiya qadên piştgir ji bo jin û hunermendan bawer dike, projeya xwe ya bi navê ‘Heaven Haven’ pratîk kir. Ev proje wek studyoyek hunerî ya ewle û cihek ku beşdar dikarin tê de bi wênesazî, peykersazî û muzîkê re mijûl bibin, bêyî zextên civakî û psîkolojîk dîzayn kir.
Di destpêkê de proje tenê bi sê xwendekarên jin dest pê kir, zû veguherî civakek biçûk ku kesên afirîner ên ku li dû xweîfadekirin û hevsengiya psîkolojîk digerin, tîne cem hev. Ev cih li dijî tundiya civakî, psîkolojîk û dîjîtal a jiyana nûjen, derfeta bêhnvedanê pêşkêş dike.
Perwerde wek amûrek ji bo veguherînê ye
Eleqeya Dîma Ebû Şerh a bi huner û pirsgirêkên jinan di xebata wê ya di warê perwerdeyê de jî diyar bû. Dîma Ebû Şerh ku ji zarokatiya xwe ve perwerdeyê ne tenê wek pîşeyekê, wek ‘mîsyonek’ ê jî dibîne, hewl da ku têgehên zayendî bi karanîna rêbazên guncaw ji bo pergala çandî ya Urdunê entegreyî nav qada perwerdeyê bike.
Dersên hesas ên li hember zayendê pêşxistin, xwendekarên pola 7’an teşwîq kirin ku projeyên xwe biafirînin û armanc kir ku bi tevlîkirina rêbazên wek terapiya hunerî, teknîkên drama û tetbîqatên nefesê di pêvajoya perwerdeyê de piştgiriya aramiya psîkolojîk a xwendekaran bike.
Ev rêbaza nûjen teqdîrek berfireh bi wê da qezenckirin û di Kanûna borî de li Dubayê Xelata Perwerdeyê ya Serkeftinê wergirt. Îro, Dîma Ebû Şerh xebata xwe ji bo ku xwendekarên astengdar bi awayekî ewletir û li gorî mafan di polê de cih bigrin didomîne.
Jinên ku îlhamê ava dikin
Dîma Ebû Sherh dibêje ku beşek girîng ji hêz û îlhama wê ji çar jinên ku şopa xwe li ser dîrok û hunerê hiştine tê: Kleopatra û Hatşepsut azweriya ji bo zanist û zanînê, Hind bint Utba ku bi hêz û serokatiyê ve girêdayî ye û Frîda Kahlo, hunermenda Meksîkî ku êşa xwe ya kesane veguherand berhemên hunerî yên mayînde, bandorek kûr li ser civaka xwe hiştine.
Hunermend dibêje ku ew dixwaze zarokên wê jî pê serbilind bin, mîna ku zarokên van jinên ku îlhamê diafirînin bi dayîkên xwe serbilind in. Ew serkeftina xwe wek peyamek berbiçav ji bo zarokên xwe dibîne ku nirxa xebata dijwar, berdewamî û baweriya bi xwe nîşanî wan dide.
Ji bo her jinekê peyamek
Dîma Ebû Şerh ezmûna jiyana xwe bi peyamek, bi taybetî ji bo jinên ku di nava armancên malbatî û kesane de asê mane bi dawî dike. Dîma tekez dike ku serkeftin bi berpirsyariyên malbatê re nakok nîne, berovajî wan xurt dike û got: “Zarokên me dixwazin me wek kesên bihêz, serkeftî û xweafirandî bibînin. Dema ku hûn ji xwe hez dikin û sînoran li ser dem û hewcedariyên xwe datînin, hûn dikarin bêtir hezkirin û beşdariyê pêşkêşî malbat û civaka xwe bikin. Bibin xwe û cîhê ku qada xeyalên we heq dikin nas bikin û bidinê.”