Hunermenda Lubnanî bi wêneyên xwe nasname û berxwedanê şênber dike

Li Lubnanê di nava guhertin û veguhertinên ku li her alî çêdibin de, dika hunerê hê jî dibe eynika veguhertinên gel û pirsên hebûnên têkildarî niha û pêşerojê.

FADIYA CUMA

Beyrûd – Di navbera “eynikek şikestî” ya rastiyên jiyana gelek jinan nîşan dide re bêrîkirinek ku reng dikevin nava bîrê de, wênesaza Lubnanî Darîn Roukoz, hunerê mîna cihekî berxwedan û heqîqetê pênase dike. Darîn Roukoz, tabloyek tenê xwedî wateyekî estetîk nabîne, mîna çalakiyek hebûnê dibîne; çalakiyeke ku êş bi hêviyê re girêdide, paşarojê ji nûve şêwe dike û hepsê muzexaneyan neke.

Darîn Roukoz, cîhana xwe ya hunerî diafirîne, armanca wê ew e ku rastiyê veguherîne bandorek rast û dîtbarî. Em ê di vê nûçeya xwe de aliyên hunera Lubnanê, rola jinan, pirsgirêka nasname û sînorên ramanê yên Lubnanê ya bi qeyranan re têdikoşe bibînin.
Eyneyeke şikestî
Darîn Roukoz, derbarê dika hunerê ya Lubnanê û têkiliya wê ya nasnameya neteweyî de wiha dibêje: “Dika hunerê ya Lubnanê hê şopên nasnameya neteweyî di xwe de dihewîne lê ev mîna eyneyeke şikestî ye. Ev eyneya heqîqetê ya ji cureyên raman, ol û çandan ava dibe û bandorê li zelalbûna dîmenê dike. Heta niha hunermendên girêdayî bîra, êş û axa xwe hene. Li aliyê din kesên ku hunerê amûra revê dibînin jî hene; ev ne qelsbûnek e, qîrîneke ku hem xwe hem jî temaşevanan ji westandinê dipareze. Meydanxwendina herî mezin jî bi rengên cuda be jî parastina nasnameya xwe ye.”

Darîn Roukoz, derbarê pirsa me ya weke hunermendek jin bandora nêzikatiyên mijarên hunerê de, wiha got: “Bêguman dîtina jinan a hûrgiliyan cuda ye û ev yek dewlemendiya hunerê ye. Bandoreke me hemûyan heye. Ez bi wêneyên xwe re tiştên hîs dikim tercume dikim, li dijî nexweşikbûnê xweşikbûn û nivîsandina êşê ya bi hesteke din e. Bêguman, hest û tecrubeyên ku jin di vê civakê de dijîn, dibin hêzeke mezin li hemû qadan ku hebûna xwe nîşan bidin.

Huner yek ji stûnên herî girîng a berxwedanê ye
Darîn Roukoz, têkildarî rola hunerê ya parastina mîrateya çandî ya Lubnanê de jî wiha dibêje: “Huner bîra gel e. Ev nîşaneya şopa hebûna me ye. Parastina mîrasê ne hepsnekirina nava muzaxaneyek e, paşeroj û îro li hev anîn e û di jiyana di serdema xwe ya îro de ye. Berpisyariya herî mezin li ser milê beşên hunerê ye.”

Gelo li Lubnanê huner hê rêbazekeke berxwedanê ye an lukseke bijarte ye?

Darîn Roukoz dibêje: “Huner ji bo min yek ji stûnên herî girîng a berxwedanê ye. Gelek caran jî rastî zext, sansuran tê. Ji ber em gelek zehmetiyan dikşînin, pêdiviya me bi berxwendeke mezin heye. Dibe ku huner ji bo hinek kesan bibe luksek lê pênaseyeke hunerê nîn e. Ji ber ku ev yek dê rastiyê veguherîne bandorek mezin. Ango huner yekane riya bêhngirtin û rûbirûbûna rastiyê ye.” 
Hêza lihevhatinê

Darîn Roukoz, derbarê cudahiya helwesta gelê Lubnanî û temaşevanên biyanî ya ji bo berhemên têkildarî nasname û birê de jî wiha axivî: “Temaşevanên li derveyî welat bi zemînekî mirovî nêzî berheman dibin; bi hest nêz dibin lê Lubnaniyek dikare li hemberî tabloyek bigrî, ji ber ku bêrîkirinek hevpar hildigre. Dibe ku hinek tablo bi sedemên ol, siyasî yan jî teknikî bên redkirin lê di nava van cudahiyan de, di samîmiyeta berhema hunerê de hêzeke lihevhatinê heye.”

Darîn Roukoz, têkildarî têkiliya huner û bîra raman û berxwedanê wiha got: “Darîn Roukoz, êşê bi rengan xêz dike. Bi parastina tayekî zirav ku paşeroj û îro, nasname û vîzyon bi hev ve girê dide. Ev hewldana hunermendek ku bi gotinên zelal şahidiya êşa neteweyekî dike û ji bo tabloyek hemû rolan dide ye.”