Hunermend Trifa Karimian: Ji hêviyê wêdetir tu çareyek nîn e

Hunermend Trifa Karimian li Îranê li dijî hemû zoriyan dest ji berhemdariyê bernade got: “Di nava vê bêçaretiyê de, li vî welatî her hucreyê bedena hunermendan diqîre, ji derveyî hêviyê tu çareyek din nîn e.”

ŞABNAM TAVAKOLÎ

Tehran- Îran welatek ku jin di qada hunerê de jî tên vederkirin e. Strangotina jinan li pêşberî civakê qedexe ye, ji bo jinan tenê destûr tê dayîn jin beşdar bin an jî temaşeyî xebatên hunerê bikin. Trifa Karimian li Îranê tenê yek ji sedan jinên ku hunera xwe îcra dike ye.

Nivîskara lîstikan û hunermenda deng Trifa Karimian ku ji bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye lîstikên wê li gelek welatên cuda derketine pêşberî temaşevanan. Trifa Karimian der barê xebatên xwe û rewşa li welat de ji ajansa me re axivî.

Trifa Karimian ku stranên dramatîk dibêje diyar kir ku ev rewş di şanoya Îranê de kêm e û di gelek çêkeran de aliyên cuda yên muzîka Kurd derdixe pêş. Trifa Karimian da zanîn ku bi hewldana Komeleya Mala Muzîkê ya Şanoyê beriya mehekê konser dane û destnîşan kir ku beriya niha jî berhemên ku nehatine bikaranîn anîne ba hev û di berhemên xwe de nîşan daye û gelek hatiye ecibandin. 

‘Ev stran her dem di ruh û hebûna min de bûn’

Trifa Karimian wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku dikaribûme xizmetê ji muzîka Kurdî re bikim. Muzîka Kurdî ji bo min xwedî cihekî taybet e. Me ev cureyê muzîkê, destpêkê di aliyê muzîka gelerî de anîn ber muzîka modern û me ev bi muzîkek nû re berhem da û gelek hat ecibandin. Muzîk her dem di hundirê min de bû. Stranên destpêkê yên ku min ji dayika xwe guhdar kiriye lorînên Kurdî bûn. Mixabin ev lorîn awayekî kilaman ên li Kurdistanê hebûn, ev stran her dem di rih û hebûna min de bûn, heta roja îro ji bo min gelek bû alîkar. Muzîka Kurdî di xwîn û hebûna min de heye. Ji roja ku tê bîra min eleqeya min ji muzîkê re hebû, min ji strangotinê gelek hez dikir.”

‘Ji bo berdewamkirinê hêvî pêwîst e’

Trifa Karimian destnîşan kir ku li Îranê ji strangotina jinan heta cil û bergên wan zext li ser wan heye û got: “Ez di wê hêviyê de me ku dê welat bigihîje civakeke xwedî azadiya civakî. Ez di wê baweriyê de me li vî welatî roja ku dengê jinan azad bibe wê were. Li gel muzîkê di heman demê de ez dinivîsînim û dixwazim weke profesyonel dest bavêjim van herdu qadan. Di nava vê bêçaretiyê de, li vî welatî divê her hunermend biqîre. Vê bêhêvîtiya ku hemû civakê girtiye divê veguhere hêviyê.”