Hunera Rind Oqa ya makyaja sînemayê

Makyaja sînematîk jiyana ku hemû reng û bedewiya wê bi xweşikbûn û tehlbûna wê tê pejirandin pêşkêşî temaşevanan dike. Rind mahir Abû oqa ya ji Ramalahê dide diyarkirin ku ruxmî kesên vê hunerê dipejirînin li welatê wan kêm in jî ew vî karî dike.

Makyaja sînematîk jiyana ku hemû reng û bedewiya wê bi xweşikbûn û tehlbûna wê tê pejirandin pêşkêşî temaşevanan dike. Rind Mahir Abû Oqa ya ji Ramalahê dide diyarkirin ku ruxmî kesên vê hunerê dipejirînin li welatê wan kêm in jî ew vî karî dike. 
TEHRÎR BIN SAXIR
Ramalah - Makyaja sînemayê herî zêde di fîlman de tê bikaranîn. Li gorî rola lîstikvanan, xebata fîlma Gerestêrka Meymûnan di 2001’ê dest pê kir û pişt re li seranserî cîhanê belav bû. Rind Abû Oqa ya 17 salî di Tîrmeh 2020’an de bi şopandina li ser youtube dest bi makyaja sînemayê kir. 
 Li ser tecrubeya xwe wiha dibêje: "Ez li youtubê geriyam û min vîdeoyek ser makyaja sînemayê dît bêyî ku li demê binêrim bi saetan min temaşe kir û li gorî rêbazên destpêkê bi ser neketim lê piştre ez bi ser ketim û ev yek jî gelek li xweşa min hat." 
Malbatê alîkariya wê kir
Wê alîkarî û piştgirî ji malbata xwe ku ji 7 kesan pêk tê girtiye dibêje: "Dema pêwîstiya min bi hin alavan hebû bavê min dianî, her wiha hevalên min jî piştgiriya min kirin." 
Madeyên ku Rind di çêkirina makyajê de bi kar tîne, hevîr û danqut (vazelîn) û nişe her wiha xwîn ku jê boyax çêdibe û alavên wênsaziyê ne.
Li ser belavbûna navê xwe li ser malper û medyaya civakî wiha dibêje: "Dema di karê xwe de bi pêş ketim, min malperek li ser fecbook û îstagramê çêkir û vîdyo û wêneyên xebatê weşandin." 
Min guh neda rexneyan
Li ser bertekdayîn û rexneyan got: "Helbet nêrîn û rexne hatin kirin gotin ku ev ne huner e, wêneyên bi tirs û genî ne lê ev rexne nebûn astangî û min guh nedayê, di karekî de nêrînên erênî jî yên neyînî jî wê hebin." 
Tevî rexneyên tund jî wê karê xwe berdewam kiriye li ser vê yekê dibêje "Ez bi karê xwe serbilind im û qet dev jê bernadim. Berovajî vê hewldana min wê hîn di pêşketinan de zêde bibe, hezkirina min ji kar re ji xêzkirina wêneyan re heye. Hêviya min ew e ku karê min li seranserî cîhanê belav bibe.
Li ser nebûna derfeta beşa perwerdeyê dibêje: "Ji ber ku perwerdeya vê beşê tune ye ez hewl didim şexsî karê xwe bi pêş bixim û bawer nakim ku biçim derve bixwînim.” Her wiha hêvî dikim ku ev huner li welatê me nirxek bibîne û ger em bixwazin em dikarin sînemayê bi pêş bixin