Hûnera destê jinê: Tevin

Tevin berhemek destan ê herî kevnare û dayikan nexşên çanda civakî li ser bicîh kirine û hete niha anîne. Taybet Kapar jî di hewşa mala xwede tevin danîye û parzunêk wê li darê û çêdike.

Tevin berhemek destan ê herî kevnare û dayikan nexşên çanda civakî li ser bicîh kirine û hete niha anîne. Taybet Kapar  jî di hewşa mala xwede tevin danîye û parzunêk wê li darê û çêdike. 
DÎLAN KORHAN
Musil - Ji hunerê destê jinan ê herî qedîm tevin û teşî li gel hemû bişaftina çandê jî bi înadek mezin a jinan berdewam kiriye. Tevin hem sîmgeyên dîrokiyên ji çanda qedîm maye, hem jî parkirina hest û romanê jinane. Jin bi rêya nexşê ser tevnan romanên xwe tînin ziman. Her nexşek jî xwedî nav û çîroke. Weke nexşê luleperê timî karê mirovên zana hatiye dîtin. 
Li gundewarên herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê civak bi kevneşopiyên xweyî dîrokî û bi çanda xwe re girêdayiyê. Tevin û hetan jî yek ji wê çanda kevnar ku jin didin domendine. Taybet Kapar a ji gundê Mijin ê navçeya Qilabana bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê yê hê zarok li ber destê pîra xwe Gehwerê û dayika xwe hînî hemû berhemên ji tevin û hetanan tên amadekirin bûye. Taybet a ji zarokatiyê ve mereqa wê çuye ser van karan û ji bo her gulekê di cihê wê de dane timî li destê dayika xwe nêriye. Taybet ê li gel penaberiya 20 salan hemû amurên xwe yên tevnan li peyî xwe gerandiye û li her warekê tevnê xwe daniye. Taybet a niha li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ya se bi bajarê Musil ê Îraqê di hewşa mala xwe de tevnê xwe daniye, niha parzunek wê li dara û çêdike.    
‘Min despêkê şeleme çêkir’
Taybet Kapara ku ji zaroktiya xwe de meyla wê li ser karê dest yê hunerî hene ji diyakî xwe ferî tevin û hetane dibe. Tişta di zaroktiya wê de herî zêde bala wê kişandî jî şelemaye li pişta dayîka wê bu ye û her xwestiye rojekê wek dayîka xwe şelemeyekê çêbike. Taybet bi wan gotinan meyla xwe ya tevin û hetanan tîne ziman:  “Dema zarokbûm dayika min û pîra min tevin didanîn û pir xweş çêdikirin. Ez jî li ber destê wanbûm. Dema dartevnî didanîn her yekê xwe dida seriyekê, min jî di navbera wan de tayê rîs ê ji hiriya pez wan bi xwe amade kiriyî û paşê jî reng kirin dibir û danî. Hinek caran ez gêj dibûm, her ku diçum vî serî dihatim serê dinê. Ji xwe dema dartevnî dirêjba, têr an jî takonê konê reş ba hîn zêdetir diwestam. Her yek li gorî xwe dirêj û kin dibin. Dartevniyê çente û parzunan kinin, ên têr û takonan jî pir dirêjin. Ez jî bi wan rebûm û min li destê wan dinêrî. Dayika min gelek xweş şelemeyên piştê çêdikir, herî zêde jî min dixwest hînî wê bibim. Bi rojan li kêleka dayika xwe diruniştim û min li ber destê wê dinêrî heya hînbûm. Dawiyê dema min çêkir, gelek kêfa min hat. Ji ber dema min despêkê dinêrî ji min re gelek tevlîhev dihat û min bawernedikir hînbibim. Ji ber wê jî dema hînbûm, her min xwest çêkim, heta min çendek ser hev çêkirin.” 
Teybetê destnîşan kir ku heya demekê dayika wê alîkarî dikir, heya ew baş hînbû êdî bi xwe hemû yê çêdike û wiha berdewam kir: “Despêkê dayika min alikariya min dikir heya hemû ta ser dartevnî bicîh dikir, binî didanî û çend rêz jî dikir, paşê min ser berdewam dikir. Paşê ez bi xwe hînbûm, êdî min bi xwe her tiştê amade kir. Dema mirov karekê bi xwe dike û heya dawiyê dibe gelek xweş dibe.”
‘Ji bo zarokên min keda pîrikên xwe bibînin’
Taybet ê bilêv kir ku niha nikarin rîsê berê peyîda bikin, ji ber wê jî di berhevkirina tayên li gorî karê xwe de zoriyê dibînin  û wiha pêde çu: “Berê me ji hiriya pez a herî baş rîs dirêsa, badida û papê jî bi axa xemigê reng dikir û bi wê tevin çêdikir. Ew rengên xweş hem qayîm û hem jî xweş xwiya dikir. Tayê ji rîs tê amadekirin hem ji bo sermê, hem jî germê gelek başe û bitenduriste jî. Niha em nikarin wan derfetan bibînin û li gorî dixwazin çêkin, ji bo wê jî tayên nebaş jî bi destê me dikeve hema çêdikin. Tenê ji bo jîndarkirina çandê jî be pêdivî bi vî karî dibînim. Tenê ne di aliyê ta de, dartevniyên em ser çêdikin jî gelek mezine, bi hostahî tê çêkirin, peyîdakirina wan jî zore. Ev zorî hemû ji bo domandina çandê didim ber çavê xwe. Ez çawan li ber destê pîra xwe û dayika xwe hînbûm, hînî keçikên xwe jî dikim. Dê ev dartevnî di hewşa min de be, ji bo zarokên min û zarokên cîranan bibînin û di binhişiya wan de ev karê pîrikên wan ê biqîmet bimîne.” 
‘Maka hemû rengan tayê reşe’ 
Taybetê di derbarê rengên sereke yên tevin jê çêdibin de jî ev agahî da: “Dartevnî ji xwe xala serekeye, despêkê divê ew amadebe, paşê ta û paşê jî hepik. Bi giştî tevin ji çar rengên bingehîn ên reş, sor, şîn û kest pêktê. Di nava wan de jî yê herî sereke û maka hemû cureyên tevnan tayê reşe, reş nebe tevin nabe. Berê dartevnî ji daran çêdikirin, amadekirina wê dem û hostahî dixwest. Niha ew jî hêsanbûye, çend hesinan li gorî tevnê xwe em dibirin çêdikin û li ser tayê xwe bi cîh dikin. Piştî bicîhkirina ta li ser dartevnî, gura wê jî danî weke situna navê ji bo ta xwe bi hev bigirin vêcarê jî karê hepik dikeve dewrê, hepik hêsinek girane didanên wî hene em hişk lêdixin ji bo ser hev de biçe bişide û xweşik xwiya bike. Wekedinê gelek amurên dinê yên hur hene yek ji wan tenê jî nebe tevin çênabe. Ji xwe tayê me ne rîsê ku hemû merheleyên wê me bi keda xwe amade dikir, tayê niha jî deziye ne rengê wê xweşe ne jî weke yê berê qayîme.” 
Taybet Kapan qala zahmetiyên çekirina tevnê jî dike û dibejê wek karekî bîrkariye yê û bi hesabin. Na be yek ta kêm an jî zêdebe.
‘Xwe bi tevin û hunera dest tînim ziman’
Teybet a ji derveyî karê tevin û hetanan gelek karên dinê yên dest dizane û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji derveyî karê hetanan ez gelek karên dinê yên dest dizanim û çêdikim. Her çendî kirîn û firotina karê dest nîne jî hem ji bo winda nebin çêdikim, hem jî dema çêdikim gelek keyîfxweş dibim. Weke ku xwe bi tevin û hunerên dest ên dinê tînim ziman, ji bo min li hev anîna tayan û ji wê nexş derxistin çiqasî mijulahiye ewqas jî xweşe û bîna min pê vedibe. Dema kirîn û firotina wan hebe gelek jinên van karan dizane, hem dê vê çandê biparastana hem jî dê debara xwe kiribûna. Ji ber di bazarê de pir cîh nayê dayîna wan ji bo wê jî pir kes xwe nadin ber vî karî, yên weke min çêdikin jî tenê ji bo winda nebe û hem jî şêwaza dilrehetiyê ye, her dawiya qedandina tevnekê mirov hîn zêdetir xwe baş hîsdike.”