Hunera dengbêjiya dayîkên Kurd vegotina jiyanê bi xwe ye
Hunera efsanewî ya dengbêjiya jinên Kurd ji bo parvekirina çîrokên kesane û civakî yên jinan derket holê. Ev mîras îro jî bi dengê jinan tê parastin. Dayîkên Mexmûrê mînakeke zindî ya vê şêweya hunerî ne.
Qendîl – Dengbêjiya jinên Kurd rêbazeke çandî ya bi hêz e û bi kûrahî di kevneşopiya devkî de cih girtiye. Bi çîrokbêjiya xwe ya neteweyî û tundiya hestiyar derdikeve pêş. Ev hunera devkî di dîrokê de ji bo parastina mîrata Kurdî bûye stûn.
Dengbêjî zaravayên sereke yên Kurdî dihewîne ku piraniya wan Kurmancî, Soranî û Zazakî (Kırmanckî) ne. Her wiha li herêmên cuda yên Kurdistanê di şêwaz û teknîkê de hinek cudahî hene.
Gelê Kurd êş, zilm, xizanî, şer, evîn û hesreta xwe bi riya stranan aniye ziman. Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê yek ji wan cihan e ku mirov çîrokên xwe yên êş, tundî û koçberiyê bi riya stranan vedibêjin.
Di destpêka Gulana îsal de, di serdana xwe ya li quntarên Çiyayê Qendîlê de, dayikên Mexmûrê bi dengê xwe yê balkêş çend berhem pêşkêşî me kirin.