‘Huner û wêje civakan pêşve dibe’

Narîna 15 salî li temburê dixe, strana dibêje, helbest dixwîne û di pêşerojê de dixwaze bibe bijîşk.

HÊLÎN GEMO
Hesekê - Narîn Luqman Hesen a 15 salî ji pêkhateya Kurd e û niştecihê Kantona Hesekê ya Bakur Rojhilatê Surî ye. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê li seranserî Bakur û Rojhilatê Surî-Rojava di hêla pergalê de gelek guhartin hatin çêkirin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê pergala bi hev re rêve dibin. Di nav vê pergalê de yek ji mijara herî girîng ewe ku hemû pêkhatî bi zimanê xwe perwerde dibînîn. Bi zimanê xwe perwerde dîtîn bandorek erênî li ser hemû pêkhateyan daye çêkirin. Bi taybet jî pêkhateyên Kurd yên ku sed sale nikarîn bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, bistre û binivsîne ji vê rewşê gelek keyfxweşin û ji bo pêşketina ziman û hunera Kurdî derfetên çêbûyî bi kar tînin. 
Narîn Luqman Hesen jî zarokek Kurd e, bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî dixwîne û niha li dibistana Ehmed Zaal polê deha ye. Narîn di pêşerojê de dixwaze bibe bijîşk. Lê Narîn li rex dibistanê wextê xwe yê vala bi fêrkirina tembur û stran gotinê tijî dike. 
‘Huner pîşeya min e’
Dayik û bavê Narînê ji bo ku dengê wê xweşe û ji hunerê hes dike piştgirî didinê û jê re tamburek kirîne. Narîn wiha qala piştkiriya dayik û bavê xwe û riya ku ew berbi hunerê ve birî dike: “Di biçukaniya xwe de huner pîşeya min bû. Dema min dest bi stran gotinê kir dayik û bavê min jî gotin ‘dengê te gelek xweşe’ û piştgirî dan min. Keyfa min gelek ji temburê re tê û ji min re temburek kirîn. Ez li polê hefta bûm, cara yek beşdarî perwerdeya temburê bûm. Dema ez derbasî polê neh bûm ji ber giraniya xwendinê neçarbûm dev ji perwerdeya temburê berdim.”
‘Ji hemû enstrumanan meyîla min li ser tembûrê ye’
Narîna biçuk, piştî salek navber niha cardin li Navenda Yekîtiya Ciwanê Rojava (YCR) ya taxa Miftî perwerdeya temburê dibîne. Narîna ku temburê wek ensturîmanekî Kurdî dibîne dibêje: “Ji xeynî temburê meyla min naçe ser tu ensturîmanê din.” 
Narîn hunerê ji bo pêşketin û çanda resen ya Kurdan parastin jî wek rêyek girîng dibîne û vê peyamê dide ciwanên Kurd: “Ciwanên Kurd û bi taybetî jî jinên ciwanên ên ku li ser hunerê di hizirin hunera xwe berdewambikin û dev ji dibastanê xwe bernedin. Ji ber ku huner û wêje civaka pêşve dibe. Bila tirs bi kesekî re tunebe û ji bona hebûna civaka xwe hunera xwe berdewam bikin.”