Huner hest û giyanê mirovan e û awaza jinan di jiyanê de bextewariyê çêdike

Şêrîn jineke stranbêj e û xwedî hestên pir nazik e dibêje ku berhemdayîn rêbazeke xwepênasekirinê ye û mirov dikare bi riya stranbêjiyê çanda civaka xwe bide nasîn. Her wiha daxwaza wê ew e ku di pêşerojê de bibe stranbêjeke navdar û serkeftî.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Huner amûreke ji bo pêşxistin û guhertina civakê ye her wiha zimanê hest û giyanê mirovan e. Jiyana bê huner mîna axa zuha ye lewma mirov nikare jiyana bê huner bihizire. Di jiyana her mirovî de cihê hunerê xwedî roleke wisa ye ku derûniya wan aram û rehet dike. Rojavayê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de kaniya çand û hunerê ye bêguman pêşengiya parastina wê jî jinên Kurd kirine. Jinên Kurd bi berhemên xwe mîmarên jiyana civakî ne her wiha bi huner û dengê xwe yê xweş dengvedanek li cîhanê çêkirine. Şagirtên hunermendên me yên bi rêz weke Eyşa Şan, Meryem Xan û her wekî din, di roja îro de berdewamiya berhmedayînên wan dikin. Jina ciwan Şêrîn mihemd bi temen 21 salî ye, ji zaroktiya xwe ve xwedî dengekî xweş û geş e niha jî di ciwantiya xwe de xwedî li vê pîşeya xwe derketiye û stranan dibêje. Şêrîn niha cihê xwe di xebata ragihandinê de jî digre û di heman demê de jî xwedî li dengbêjiya xwe jî derdikeve. Der barê jiyan û berhemdayînên xwe de şêrîn Mihemed ji me re axivî.
 “Malbat û hevalên min piştgiriya min kirin”
Şêrîn got ku stranbêjî di malbata wê de weke jêhatiyeke genetîkî ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Stranbêjî di malbata min de weke jêhatiyeke genetîk e, ji zaroktiyê de malbatê digot dengê te xweş e lê min bi xwe di temenê 14 salî de ev yek hîs kir. Herî zêde malbat û hevalên min destek dan min. Min du salan perwerdeya deng dîtiye dengê min hemû qat û cureyên stranan qebûl dike, ji bo wê ez ji hemû stranan hez dikim û dibêjim. Ez bi zimanê Kurdî û Erebî jî distirim, dema min hemû ji perwerdeya deng re bû. Dema min dibistana xwe qedand û derbasî zanîngehê bûm, min pêwîstî dît ji xwe re kar bikim û niha jî ez di xebata ragihandinê de cih digrim. Carna ez zehmetiyan dikşînim di aliyê hevsengiya di navbera xwendin, kar û hunerê de lê ya girîng ew e ku mirov ji bo civaka xwe tiştekî xweş pêşkêş bike û xwedî berhem be.”
“Berhemdayîn rêbazeke xwevegotinê ye”
Şêrîn da zanîn ku bi riya stranan hestên xwe derdixe pêş û wiha domand: “Mirov dikare bi saya berhemdayînê kesayeta xwe jî bide nasîn û hestên di hundirê xwe de derxe pêş. Herî zêde di civaka me de stranên evînî, xweşî û xemgîniyê tên vegotin, ji ber civak ji van cureyan hez dike. Pir caran di civatan de ji bo hevalên xwe stranan dibêjim, dema ez xemgîn jî bim bêhna min bi gotina stranan derdikeve. Stranbêjî ji bo min jiyan e, bê vê jiyanê ez nikarim bijîm.”
Di civakî de rola çand û hunerê 
Şêrîn bal kişand ser rola çand û hunerê di gihandina navbera civakan de û wiha pêde çû: “Her civakek bi çand û hunera xwe tê nasîn, dema stranbêjek ji civakek din li pêşiya min stranan bêje dibe ez ji gotinên stranê fam nekim lê ew hest digihîjin min, ji ber hest xwedî her zimanî ye. Bêguman bi riya stanbêjiyê mirov çand û hunera xwe jî diparêze û dide xuyakirin. Di demên berê de pêşiyên me li hev kom dibûn û bi hev re stran digotin û şevbêrkên xweş derbas dikirin. Her wiha dayikan jî zarokên xwe bi lawik û lorandinê mezin dikirin. Yanî bi rengekî giştî stran û dengbêjî çanda me û erka me ye em îro domandina wê bikin.” 
“Dengê jinan jiyanê zindî dike”
Şêrîn destnîşan kir ku di demên berê de derfet ji jinan re tunebû bi rengekî wiha rehet hunera xwe bînin ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Di demên berê de jin ewqas xwedî derfet nebûn ku hunera xwe û dengê xwe derxin pêş. Civaka me heta astekê teng bû û dema jin tê de distiran weke şermekê didîtin. Tevî van astengiyan jî jinên Kurd dikaribûn dengbêjiya xwe bipaêzin û bînin roja me ya îro. Hunermend Eyşe Şan, Meryem Xan û gelekên din mînakên herî berbiçav in. Niha jî derfet li pêşiya jinan vekiriye û dikarin bi rengekî rehet hunera xwe vebêjin. Hêviyên her jineke hunermend ew e ku xwedî li berhemên xwe derkeve û dengê xwe di hundirê xwe nefetisîne. Dengê jinan ne şerm e, dengê jinan yek ji awazên jiyanê ye û jiyanê xweş û bextewar dike.”