Hêvî dike bi ‘Aha Zihir’ şopa xwe bihêle
Nivîskar û helbestvan Safa Muhammed ku projeya ‘Aha Zihir’ pêk anî, bi besteyên ku dinivîsîne çanda Lîbyayê digihîjîne îro dibêje ku wê di serdema dîtbarî de ji hêza hevokan bawer kiriye û hêvî dike ku hevokên wê li ser mirovan şopê bihêlin.
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Damezrînera projeya ‘Aha Zihir’ Safa Muhammed ji bo vejîna çanda gelêrî ya Lîbyayê awazên gelêrî yên dev bi dev belav bûne û kilamên ku nivîsandine berhev dike. Navê “Aha Zihir” hem li ser kevneşopî hem modernîteyê bi hev re dike hilbijart. Sefa Muhammed, anî ziman ku ew xebatên hem modernîteyê nîşan dide û hem jî bi modernîteyê re têkel dike hildibijêre, tevî zehmetiyên ku di sala 2022’an de û vir ve li cîhaneke naveroka dîtbarî lê serdest e hewl dide balê bikşîne li ser peyv û dengan.
‘Ez jê bawer im ku mirov qada ku hez dikin de dikarin ser bikevin’
Safa Muhamed destnîşan kir ku di serdemekê ku veguheriye serdema dûrî deng û gotinan bi hilbijartina pêyvên bihêz, pêvyên ku jê bawer dike digihîne nifşên nû. Safa Muhammed diyar kir ku hinek dengbêj ji wî daxwaz dikin ku dem bi dem stranan binivîsîne û wiha domand: “Kesên ku dixwazin ez stranan binivîsînim hene. Beriya her tiştî ez wan nas dikim, bi taybetî jî yên min dixwest min pirs dikir, di serî de min gelek nivîskar xwend, wan ji min re gelek dibûn alîkar.
Ferhenga min çêtir kirin. Pêşî em hurguliyan bi kesên ku stranan daxwaz dike re zelal dikin. Ya duyemîn jî gotinan dinivîsînim û qeyd dikim, gava sêyemîn jî tê sererastkirin. Mirov wê di qada ku jê hez dike de wê bigihîjîne serkeftinê. Min yekem alîkariya aborî ji rêxistina sivîl ‘Athar’ wergirt. Cara ewil piştgirî da vê projeyê, ez bi serkeftina ku di demeke kurt de min bi dest xist kêfxweş im. Stranên min li hemû bajarên Lîbyayê di nava hevsengiyê de ne. Medyaya civakî di gihandinên helbest û stranên ji nifşê nû re rolek mezin dilîze. Bingeha ku ez dipejirînim hêza bandorkirina peyvên ku ez hildibijêrim.”
‘Ez dixwazim şopa xwe bihêlim’
Sefa Muhammed, anî ziman helbest û kilamên wî hatine ecibandin û got ku ew ji ber vê mijarê gelek aciz bûne. Da zanîn ku ji ber jiyana xwe hemû xebatên xwe di medyaya dîjîtal de weşandiye û got: “Min çi nivîsand pejirandina kilaman ji aliyê wezareta çandê û bidestxistina mafê telîfê pir dem dixwaze. Ez dixwazim şopek min hebe û yên guhdar bikin zû bizanibin. Ji bo ku ez berdewam bikim. Guhdarên min, min gelek teşwîq dikin, pêşniyara min ji jinên ciwan re ew e ku guh nedin zextên civakê projeyên dixwazin pêk bînin. Carna raman hêdî hêdî tên pejirandin û nagihîjin encameke têrker.”