Hevdîtina êş û hêviyan: ‘Semaha ji bo Kobanê’

Kobanê bajarê ku ji erdê dilê çemên Dîcle û Firatê rabûye. Her dilopek ji wan çeman jiyanê dide damarê axê û bi hezaran tov ji vê axê şîn dibin. Kulîlkên ku bi ber bayê û geşbûna kesk li Semahê direqisin û semah dibe bîranîna berxwedan û jiyanê.

Navenda Nuçeyan: "Semah ji bo Kobanê" navê tabloyeke hunermend û wênesazê kurd Simko Ehmed e. Simko Ehmed bi pênûseke tijî êş û hêviyê serpêhatiyên jiyana xwe vedibêje. Ew di navbera surrealîzma hemdem û formên razber de pirekê ava dike û hunera xwe ji bo parastina mafên mirovan, azadî û wekheviyê bi perspektîfek dilsoz bikar tîne. Berhemên wî ne tenê diyardeya formên hunerî ne, di heman demê de ronîkirina êş, xewn û berxwedana gelê xwe ye jî.

Kobanê bû sembola berxwedana cîhanî

Lê Kobanê tenê li ser tabloyên tuvalan xuya nake; Kobanê birîneke li ser erdnîgariya dinyayê ye, birîneke ku di sala 2014an de bi êrîşa koma DAIŞê kûrtir bû. Ev bajarê ku di wê demê de bû sembola berxwedana cîhanî, bû şahidê şerê 40 rojan; Şerekî ku jin û mêrên Kurdistanê di asta navneteweyî de li kêleka hev sekinîn. Hêzên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ligel Hêzên Gerîlayên Kurdistanê ev bajar ji nav lepên tarîtiyê rizgar bikin. Ji wê demê ve Kobanê ne tenê wek bajarek, her wiha wek sembola şoreşa jinên Kurdistanê tê naskirin.

‘Semaha Kobanê’ qet naweste

Ev şoreş, ji azadkirina axê wêdetir, şoreşek di hizir de bû. Jinên ku bi salan di nav çerçoveyên teng ên pergala baviksalarî de mabûn, bi hebûna xwe ya li qada şer re qalibên li ser jinan şikandin. Nîşan dan ku dengê berxwedan û mafên jinan dikare dîwarên zilmê hilweşîne. Lê dîsa jî ev destkeftî dibin hedefa êrîşên nû. Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya çeteyên xwe yên di bin navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de, careke din bi hincetên cuda êrîşî Kobanê kir. Ev êrîş bi taybetî bi êrîşên hewayî ne tenê dibe sedema wêrankirina xaniyan, di heman demê de dibe sedema hewldanên qutkirina dengê berxwedana jinan. Lê dîrokê nîşan daye ku Semaha Kobanê qet naweste; Vê carê jî jin û mêrên Kurd mîna kulîlkên ku bi her bayê dengekî nû dest pê dikin, li ber xwe didin.

Semaha Kobanê, semaha jiyanê ye; Dengek bêdawî ku bi her lêdanê re bihêztir dibe.